Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Efrînê Newroz Haşim destnîşan kir ku wan dest bi pêkanîna biryarên konferansê kiriye, di vê çarçoveyê de 120 civîn ji jinên Efrînê re ku li Şehbayê bi cih bûne, li darxistine. Newroz destnîşan kir ku biryarên konferansê ji aliyê jinan ve hatine pejirandin û wê di pratîkê de pêk bînin.
Konfernsa 2’yemîn a Kongreya Star a Kantona Efrînê di 26’ê Tîrmeha îsal de û bi tevlêbûna 500 delegeyan hate lidarxistin. Di konferansê de gelek biryar hatin girtin.
Endama Koordînasyona Kongreya Star Newroz Haşim destnîşan kir ku gelek konferans li bajar û herêmên Rojava hatin lidarxistin û got: “Piştî ku şêniyên Efrînê ji ber dagirkirinê neçar man ji malên xwe derkevin û li Şehbayê bi cih bûn, Kongreya Star xwe li Şehbayê ji nû ve bi rêxistin kir û xwe gihand hemû jinan û alîkariya şêniyan kir.”
Newroz destnîşan kir ku piştî lidarxistina Konferansa 2’yemîn a Kantona Efrînê, koordîneyek nû hat hilbijartin û bi hemû saziyan re koordîne ava kirin û civînên asayî ji bo şopandina rewşa jinan li dar dixin. Newroz anî ziman ku wan dest bi pêkanîna biryarên konferansê kirine, di vê çarçoveyê de 120 civîn ji jinên Efrînê ku li Şehbayê bi cih bûne li dar xistine.
Têkildarî mijara encamên van civînan Newroz Haşim wiha got: “Jinan di civînan de li ser çawaniya bicihanîna biryaran nêrînên xwe anîn ziman, qebûlkirinek baş ji aliyê wan de hebû û her wiha tekez kirin wê ew biryarên konferansê di pratîkê de bi pêk bînin.”
Di dawiyê de Newroz destnîşan kir ku tevî hemleya “Jinên Cîhanê ji bo rizgarkirina Efrînê serî hildin”, ji bo birêxistinkirina çalakiyên şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan wê dest bi xebatê bikin û wiha dewam kir: “Jinên Efrînê xebatên xwe yên birêxistinkirinê û têkoşîna xwe berdewam dikin. Heta rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriyê wê asta têkoşîn û berxwedanê bilind bikin.”…ANHA