Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Yekkirin

25/08/2018
in Çare, QUNCIK NIVÎS
A A
Xizanî
Share on FacebookShare on Twitter

Ji destpêka mirovahiyê heya roja me ya îro, ji dema ku mirov çêbûn, ziman û çand jî bi xwe re derxistin holê. Niha li tevahiya cîhanê bi hezaran ziman, ol, çandên cud cuda hene. Li gorî lêkolînan di navber şeş hezar û heft hezar ziman di cîhanê de hene. Ji wan zimanan bi qasî ji sedî 60 heya 80 di sala 2100’î de ger zarok pê ne axifin wê nemînin û ber bi windabûnê ve biçin.
Dema em behsa vê mijarê dikin, mirov dibêje ma gelo ewqas hêsane zimanek bi dawî bibe û êdî ji ferhenga zimanên cîhanî sîl bibe? Belê, hêsan e û em dikarin şîrove bikin û bêjin çima?
Piştî şerên yekem û duyem yên cîhanê, hêzên global yên dagirkerên welatên cuda cuda bûn. mîna îngiltere, îspaniya her wiha fransa li cihên ku bûne serwer zimanê xwe dan fêrkirin û hemû zimanên welatên lê diman felc kirin. Em niha dibînin çawa li amerîka latîn zimanê ispanî serwer e. li nîvê dewletên Afrîkayê zimanê fransî serwer e, her wiha li nîvê cîhanê jî zimanê ingilîzî xwe wek zimanê gîştî ya cîhanê dide nîşandan.
Di bingeh de, eger em hinekî kûr û hûr pêde biçin, mirov dibîne ku di sedsala 20’an de çawa netew-dewlet hatin avakirin, pêre jî hewldanên yekkirina zimanê mirovan hat destpêkirin. Çawa ku di sîstema netew-dewlet de yek al, netew, ziman pêş dikeve, van sîstemên hegemon xwestin cîhanê hemû bikin yek. Em werin zimanekî wek ingilzî, heya berî sed salî jî kesî li cihanê pê nebihîstibû. Lê; piştî ku bû zimanê komputerê û gelek alavên din yên teknîkê bi awayekî zanabûn di nava cîhanê de belav bû. Êdî, mirov dev ji zimanê xwe ya dayîkê berdide û heyranê zimanê înglîzî û her wekî din zimanên ku-qaşo- kar pê tê meşandin dimînin.
Ji ber wê, gelek bi zanebûn zimanên resen di cîhanê de armanca van zimanên mitîngeran de ye. ango, ev ziman bi xwe mêtînger in. li kuderê dighêjin mêtîngeriyê li ser zimanên din dikin. ji xwe di pileya yekemîn de ingîlîzî ye. ku welatên mîna Amerîka û Inglîstanê dixwezin vî zimanî bikin tek zimanê di cîhanê de. Ango, sîstema kapîtalîzm a ku xwe dispêre yekkirina her tiştî.
Yê me wek kurd jî em ne dûrî vê metirsiyê ne. Zimanê ku neyê nivîsandin û wergerandin wê zû bi zû winda bibe. Bi hezaran berhemên kesên kurd hene, lê hemû jî bi zimanê mêtîngeran hatine nivîsandin. Berhemên bi zimanên din ji yên bi zimanê kurdî pirtirin. Dibe ku berê derfet nebû. Lê; bi gîştî niha li her çar parçeyên Kurdistanê li bakur nivîsakêrên kurd bi tirkî dinvîsin. Li Rojhilat bi farisî û li Sûriyê û Îraqê bi erebî dinvîsin. Lewra, zimanê kurdî di metirsiyê de ye. tevî ku niha li Rojava derfetên fêrbûna zimanê kurdî di asteke mezin de ye. lê; di 8 salên bihûrî de ji sedî yek ji rewşenbîr û nivîsakarên me ji bo kurdî xebatên nivîsandinê nakin. Bi rêjeyek gelek mezin gotarnivîs bi erebî ne. Helbestvan berhemên xwe bi erebî ne. Romannivîs tevî ku gelek kêmin; lê bi erebî dinvîsin. Ev rewş êdî divê were guhertin, çareya wê çibe bila bibe, divê di zûtirîn dem de bê peyda kirin. Ev berpirsiyartî di asta herî bilind de dikeve ser milê nivîskarên kurd ku bi kurdî binvîsin. An jî, wê kurd dîsa di destara yekkirina zimanê global de bê hêrandin.

Sîpan CAN

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.