Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gaziyên şer rewşa siyasî û rêxistinî nîqaş kirin

04/06/2025
in NÛÇE
A A
Gaziyên şer rewşa siyasî û rêxistinî nîqaş kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Tekîldarê rewşa  siyasî ya dawiyê a heremê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo gaziyên şer ên Qamişlo û Şedadê civîn li dar xistin.

Di bin banê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (FGBRS) de duh ji bo gaziyên şer ên Qamişlo û Şedadê têkildarî rewşa siyasî ya herêmê û xebatên rêxistinî civîn hatin lidarxistin.

Civîna li Qamişloyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya dest pê kir. Civîn ji aliyê endamên FGBRS’ê Azadî Hesen û Elî Ehmed ve hatin rêvebirin.

Azadî Hesen a di civînê de axivî, têkildarî rewşa piştî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê guhertinên li herêmê çêbûne nirxandinên girîng kirin. Azadî Hesen diyar kir ku Banga Aştî Civaka Demokratîk a Rêber Apo bandoreke pir erênî li ser tevahiya Rojhilata Navîn kiriye û ew bang ji hêla hemû gelên herêmê ve bi taybet ji hêla jin û ciwanan bi coş hatiye pêşwazîkirin.

Her wiha rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî weke yek ji mijarên sereke hat destgirtin. Di civînê de hate destnîşankirin ku di vê pêvajoya dîrokî de erkeke herî girîng ew e ku gaziyên şer li qadên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rola xwe ya pêşengtiyê rabin.

Piştî rewşa siyasî têkildarî rewşa rêxistinî û fealiyetên gaziyên şer ên di vê pêvajoyê de nîqaş hatin kirin. Gaziyên şer ên mafê axaftinê wergirtin, diyar kirin ku ji bo di vê pêvajoyê de pratîkeke layiqî Rêbertî, şehîdan û gelên herêmê pêş bixin, wê hê bêhtir bi kar û xebatên xwe rabin.

Li Şedadê jî civîn

Li herêma Şedadê ya kantona Cizîrê jî gaziyên şer bi civînekê têkildarî rewşa dawî ya herêmê nîqaş û nirxandin kirin.

Di civînê endamê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Laleş Êzidî bal kişand ser parastina nirxên şoreşê û got, “Me şoreşa Bakur û Rojjhiatê Sûriyeyê bi xwîna bi hezaran şehîdan û gaziyên şer ava kir. Ji bo parastina vê şoreşê û ewlehiya gelên herêmê ji niha şûn ve jî em ê bi hemû hêz û îradeya xwe têkoşîna xwe bidomînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.