Kemal Necim
“Sînemaya Jinan” tevger yan jî diyardeyeke hunerî û çandî ye ku afrîneriya sînemayê û hişmendiya civakê ya pirsgirêkên jinan tîne ba hev. Ev beşê sînemayê êdî bûye derfetek ji bo vegotina serpêhatiyên jinan li hemberî kevneşopiya sînemaya bi rengê mêran. Her wiha bûye alavek ji bo ji nû ve avakirina hişmendiya der barê rolên zayendî de.
Têgeha Sînemaya Jinan ne tenê tê wateya fîlmên ku pirsgirêkên jinan vedibêjin, lê belê di heman demê de tê wateya berhemên sînemayê yên ku bi nêrîna jinan hatine çêkirin. Ango jinan mijara filmê nivîsiye, jinan derhêneriya wê filkmê kiriye. Sînemaya Jinan nêrîneke cuda nîşan dide, berovajî nêrînên serdest ên derbarê jinan.
Sînemaya jinan bi geşbûna tevgerên femînîst di salên 1960 û 1970’an de derketin holê, bi taybetî li Ewropa û Amerîkaya Bakur, ku derhênerên jin kamere kirin amûrek ji bo derbirîn û berxwedanê. Bi giştî sînemaya jinan gelek mijar û pirsgirêkên jinan gotûbêj dike, weke tundiya nav malê û ya zayendî, azadiyên takekesî, zewaca bi zorê û cudakariya civakî, mafê fêrbûnê û kar, nakokiya di navbera kevneşopî û pêşketinên serdemê de, her wiha mijarên mîna nasnameya jinan û têkçûna psîkolojîk û HWD.
Bê guman dibe ku ev mijar hemû berê jî di sînemayê de hatibin pêşandan, lê ew pêşandan dê bi ziman û nêrîna mêran be. Ji ber ku sînemaya jinan xwe dispêre zimanekî sînemayî yê ku ji vegotinên mêran cuda ya. Di sînemaya jinan de nêrînek hundirîn a jinan heye, karekterên xweser diafirîne, şêwaz û formên cuda têne ceribandin û laşê jinan weke alaveke derbirînê ne weke alaveke pêşandana laş tê bikaranîn.
Ev qada sînemayê rastî gelek astengiyan tê, mîna nebûna piştgiriya darayî û ya saziyan, serdestiya mêran a li ser sectora sînemayê, paşguhkirina derhênerên jin û ya herî girîng jî bertekên civakî. Lê tevî wilo jî qada sînemaya jinan li seranserî cîhanê her diçe pêş dikeve, filmên jinan li mihrîcanên mezin têne pêşandan û xelatan werdigrin.
Wiha diyar e ku sînemaya Jinan ne tenê qadeke hunerî ye, lê belê çalakiyeke berxwedan û azadiyê ye. Ew nêrîneke alternatîf e ku deng û rengê resen ê jinan nîşan dide.
Li Rojavayê Kurdistanê di 10 salên dawî de hewl û xebatên ji bo avakirina sînemaya Jinan geş bûne, ev xebat bi piştgiriya hin saziyan tê pêşxistin mîna SîneJin a Rojava.
Hunera sînemayê bi giştî û ya sînemaya Jinan bi taybet li Rojava nebûye diyardeyeke gelêrî û civakî. Lewma divê di vê mijarê de plansazî û xebateke diyar û çalak hebe. Di hefteya derbasbûyî, ji bo geşkirin û piştgiriya sînemaya jinan, li bajarê Qamişlo Mîhrîcana Nûjiyan a Fîlmên Jinan hate lidarxistin. Helbet ev hewldaneke girîng e û rê li pêşiya vê hunerê vedike ku Rojava bibe pêşenga sînemaya Jinan a bi zimanê Kurdî.
Tişta xuya bû di vê mihrîcanê de ku xebat û çalakiyên çandî û hunerî ên di çarçovaya bernameya mihrîcanê de hatin lidarxitin ji pêşandana filman bêhtir kete rojeva xelkê. Ango diviyabû ku ew çalakî xuru ya sînemayê be, ne ya pêşandana karên destan ên jinan, pirtûkan û şahiyên mûzîk û stranan ba.