Li gelik dewletên Ewropa vê heftiyê dibistan vebîn û dest bi perwerdehiya salê kirin. Hinek ji wê heftiya bê destpê bikin. Ji ber kû pirrê dewletên Ewropa li gor pergala Eyaletan (Kanton) xwe rêve dibin, destpê kirina perwerdehiyê ji li gor eyaletan tê guhertin. Li Ewropa betlana havînê kurt e. Lêbelê di nava salê de ji bo zarok aciz nebin û bîna wan ji dibistanê teng nebe, gelik caran betlane hene. Zarokên hemî welatan, netewan bi kêf û coş dest bi perwerdehiya zimanê xwe dikin û fêrî zimanê xwe dibin. Ji xeynî zarokên Kurdan! Mixabin ev rewş ji bo zarokên Kurdan cudaye. Hemî zarok bi zimanê xwe ê zigmakî dest bi perwerdehiyê dikin, lê mixabin zarokên Kurdan ne tenê li welatê xwe de, herwiha li hemû dinyayê de bi zimanê biyaniyan dest bi perwerdehiyê dikin. Ev yeka henê jî talan kirina mejî û hişmendiya zarokên Kurdan bi xwe re tîne. Ji bo wan ne tenê zehmetiya fêr bûna zimanekî nuh e. Ji bo hişmendiya zarokên Kurdan weke erdhejekê ye. Ser û bin kirina binhişî û hişmendiya wan e. Di wî temenê xwe yê biçûk de, ji bo zarokekê ev derbeka herî mezine û birîneka pirr xedar e. Her çend di laşê wan de çi birîn venabin ji, lêbelê di binhişî û kesayetiya wan de birînek wisa vedibe, ev birîn heya mirinê baş nabe. Ev zarok heroj, her gav, her seht wê êşa vê birînê bikişînin. Ne tenê jiyana wan tê guhertin. Keseyetiya wan, xewnên wan, xiyalên wan, pêşeroja wan tê guhertin. Dû heftiya li ser hev me li ser pişavtinê nivîsî. Vaye dibistan vebûn. Zarokên Kurdan dikevin kelehên pişavtinê de! Li Ewropa weke hemî pergalên wan, pergala perwerdehiyê ji baş rûniştiye. Ev demeke dirêje ji Kurd koçî Ewropa dibin. Lê mixabin tişta xwiya dike, Kurdên çûne Ewropa pergala Ewropiyan hê jî fêm nekirine. Çima ez vê dibêjim? Doh min nûçeyek di derbarê perwerdehiya zimanê Kurdî ya li Elmanya de xwend. Serokê Yekitiya Mamosteyên Kurdî ya Ewropa dibêje li Elmanya ji milyonekê zêdetir Kurd hene lêbelê tenê 2200 zarokan ji bo dersa Kurdî bistînin serlêdan kirine! Qebeheta ji vê ji mestir, dibêje li Elmanya tenê 25 mamoste hene kû dersa Kurdî bidin! Li gor daxwiyaniya mamoste, serê 88 zarokan mamosteyek dikeve behra wan. Li Elmanya 1000 zarokên Kurd, ji ber kû mamostên Kurdî nînin nikarin dersa Kurdî bibînin. Başe kû hindik zarokan serlêdan kirine! Tişta xwiya dike, Kurdên çûne Ewropa hê ji wateya xwendinê fêm nekirine. Tevî hemî derfetan, mixabin zarokên xwe nedane xwendin. Bê goman ev şermeka mezine ji bo Kurdên Ewropî. Zagonên pirrê Dewletên Ewropiyan, ji aliyê perwerdehiyê ve mafî dide zarokên koçberan fêrî zimanê zigmakî bibin. Ev yeka henê ji bo zarokan mafekî wan yê xwezayî ye, miroviye. Lê mirov li kûderê be divê mirov bi xwe mafê xwe bistîne. Tu kes nabêje keremke ji te re hemî tişt. Nexazim zimanê dayîkê. Kurdan li hinik dewletên Ewropa ev maf bi dest xwe ve anîne. Lê mixabin ne li hemî deran. Ez bawerim mînaka herî baş ji Swêd e. Li Swêd herî kêm 200 mamosteyên Kurdî li dibistanan de perwerdehiya zimanê Kurdî didin. Herî kêm 10000 hezar zarok ji perwerdehiya zimanê Kurdî dibînin. Divê Kurdên Ewropa li ser mijara perwerdehiyê ji nû ve rûnin û mitale bikin. Gelo çima ew li Ewropa di nava pergalê de xurt nebûne? Ji ber kû zarokên xwe nedane xwendin. Mixabin ev rastiya Kurdên çûne Ewropa ye.
Sîpan ŞÎNDA