Parlementera berê ya HDP’ê Leyla Bîrlîk hat berdan.
Hat diyarkirin ku Parlementera HDP’ê ya Şirnexê ya berê Leyla Bîrlîk du roj berê ji bajarê Tirkiyê Edîrneyê derbasî bajarê Orestiada yê Yûbanîstanê bûye. Li gorî nûçeya BBC Tirkî hat diyarkirin ku Bîrlîk bi rêyên derqanûnî derbasî Yewnanîstanê bûye û ji Yewnanîstanê daxwaza hêwirandina siyasî kiriye. Hat diyarkirin ku Bîrlîk anîne deriyê sînor ê Dedeagaçê û hatiye binçavkirin û agahiya Wezareta Karên Derve pê hatiye xistin. Hat gotin dê Komîsyona Penaberan biryara hêwirandina siyasî ya Bîrlîkê bide.