Tuesday, June 10, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dubendiya siyaseta Amerîka û pirgirêka Kurd

24/08/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Dubendiya siyaseta Amerîka û pirgirêka Kurd
Share on FacebookShare on Twitter

Rêberê Gelê Kurd di parêznameya pêncemîn de, di derbarê hêzên desthiladar de wiha dibêje: “Hêzên hegemonîk ji sala 1900 an vi de û bi taybet İngiltere, Başûrê Kurdistanê weke amûra kontirolê bikar aniye. Ji bo tevgerê şoreşgerî yê Kurd bikaribe asteng hêzên başûr li ser piyan dihêle”.

Dema mirov li rastiya vê hevokê şîrove dike, di roja me ya îro de, hîn bi zelalî rewşa Tirkiyê tê naskirin. hêzên serdest yên navnetewî, di serî Amerîka, Rusiya, İngiltere û Firansa ji bo karibin berjewendiyê xwe li Rojhilata navîn biparêzên, rêjîma Tirkiyê her gav mîna amûreke kontirolê di navbêra xwe de bi karanîne. Bi taybet Amerîka Tirkiyê di meseleya Îran de, mîna amûra bilans(eyar) bi kar aniye. Kengî zimanê Amerîka li hember Îranê dijwar bûye û ambargoya Amerîka li dijî Îran ketiye dewrê, politikaya bilansbûnê ya Tirkiyê ketiye dewrê û têkiliyên di navbêra Tirkiyê û Îranê de başbûne.

Hevkariya Amerîka ya Kurdan raelîteyek bû hate ferzkirin

Di heman demê de, di pirsgrêka Kurd jî nêzîkatiyên Amerîka ji Tirkiyê de, şêwe û teşedayîneke nû derxistiye holê. Amerîka di rojhilata navîn de, tu carî ne bûye aligirê çareserkirina pirgirêka Kurd, bi qasî ne bi çareseriya piegirêk re ye, di pilîtikaya xwe ya rojane de, destnîşan dike ku ew li rex Kurdan ye, di diyar kirina mafê rewa ya netewa Kurd de. Weke mînak li başûr Kurdistanê salên 1991an û 2003 an. Di van herdu pêvajoyan de Amerîka Kurd weke siparteyekê bi kar anînin ji bo berjewendiyên xwe yên Îraqê. Di heman çarçoveyê de pişgirya Amerîka ji QSD’ê de li Rojavayê Kurdistanê. Amerîka bi qasî jêra pêwîst hevkariya xwe bi QSD’ê de kir û dike. Weke di daxuyaniyên rêyedarên amerîka de jî diyar dibe, hebûna Amerîka ya li Sûriyê û piştgirya wê ji Kurdan re di çarçoveya şerê dijî DAİŞ’ê de ye.

Li hember siyaseta Amerîka ya ji Kurdan re, kete nava liv û tevgereke mezin. Tirkiyê baş dizane piştgirya Amerîka ji Kurdan re, ne tiştekî ji rêzê ye. Ger li Başûre gelê Kurd di serhildanên 1991 an de, mafê çareseriya xwe bi dest nehanî bana, ne gengaz bû ku Amerîka xwe nêzî Kurda bikira û ji bo wan xeta paralel 36 a parstinê bida avakirin. Her wiha ji bo Rojavayê Kurdistanê jî derbas dare. Gel gele Kurd di 19 Tîrmehê de, li dijî rêjîma Baas serî nehilda û pergala xwe ya xwe rêvebirinê avanekiriba, ne dikarî herêmên xwe li dijî êrîşên terora DAİŞ û rêjîmê biparêze. Berxwedaniya Kobanî û rizgarkirina Minbic, Tepqa û Reqqa mînakên herî ber bi çav yê vê yekê ne, ji ber vê yekê jî Amerîka dest bi hevkariya Kurdan li Rojava kir.

Tirkiyê her gav weke maşe bi kar hatî

Di rastiya ku derketiye holê de, hem li ser Amerîka ferzkir ku hevkariya Kurdan bike, hem jî Amerîka  mecbûr kir ku siyaseta xwe ya bi Tirkiyê re dengeleme bike. Bi taybet Tirkiyê, hevkarê sereke yê Amerîka ye piştî İsraîl û hevalbendê yekemîn yên NATO ye di Rojhilata Navîn de. Di rewşeke wiha de dorketin ji Tirkiyê, zerarê dide politikaya Amerîka ya li hember Îran, Rusiya û welatên Kendava Erebî. Ji ber dema mirov hinekî paşve temaşe bike, Amerîka Tirkiyê her gav weke “MAŞE” bi kar aniye, ji bo van polîtikayên xwe. Nexazim di rewşeke dizayîn kirina nexşeya Rojhilata Navîn ya Amerîka, her çendî pêwîstiya Amerîka bi Kurdan hebe jî, lê bi gelemperî Tirkiyê jî linge sereke yê pêkanîna vê politikaya Amerîka ye.

Dualîteya siyaseta Amerîka li hmeber Kurdan

Weke di demê cûda de, Amerîka pêwîstî bi hevkariya Kurdan dît, wisa diyar de, Amerîka piştî ambergoya aboriyê li ser Tirkiyê, û qêryan Tirkiyê ya aboriyê, wê Tirkiyê mecbur bike û Amerîka hevkar be. Ji ber li pêşiya Tirkiyê pirgirêkên gelekî bi girêk û mezin hene, li benda çarseriyê ne.

Di serî de divê Tirkiyê teciha xwe zelal bike di navbêra Rusiya û Amerîka de. Du divê  li hember Îranê, Tirkiyê bibe xwedî helwesteke zelal, bi taybet jî di mijara Neklûyer de. Sê divê Tirkiyê hevkariya xwe bi rêxsitinên terorîst yên girêdayî El qayîde re mîna DAİŞ, EL Nusra, Tahîr El Şam, Feylaq Şam, Cûnd El Aksa û Feyla Rahman re bibire. Lê wisa diyar bi qasî Tirkiyê Amerîka jî di van mijaran de, di qeryanê de ye. Ji ber di serê pirsgirêka Rojhilata Navî de, pirgirêka Kurd tê. Dema Amerîka divê alî de ne xwediyê pirojeyeke zelal be. Kurd bi qasî Tirkiyê, Îran û Sûrî ji bo xwe xeter bibinin, Amerîka jî wisa xetere. Ji ber mînakê wiha zindî hate jiyan kirin. Di rafranduma 25 Eylul 2017 an de, hêza herî zêde Kurdên Başûr pişta xwe dabûne Amerîka bû. Dîsan di mijara êrîşkirina hêzên İraqê û Heşd El Şehbî li ser Kerkûk û herêmên derdora Musul bê dengiya Amerîka xeyalê Kurdên Başûr serû binhevdu kir.

Ev nêzîkatiya Amerîka di dagirkirina Efrînê de jî xwe da ye der. Amerîka bi qasî li Rojhilatê Firatê alikariya QSD’ê kir, berovajî vê yekê jî dijminatiya gele Kurd li Efrînê kir. Ev yek jî ji bo xatirê çavê Tirkiyê kir. Dualîteya siyaseta Amerîka li hember Kurdan bi qasî ziyanê daye Kurdan, hin de jî daye Amerîka bi xwe.

Divê were zanîn yekane bejewendiyên Amerîka di çaresekirina pirsgirêkan herêmê, bi hîmê demokratîke. Di vê çarçoveyê de çareserkirina pirgirêk Kurd temaşekirin û alî dewet kirina çarseriyê mimkune. Berovajî vê yekê, wê ne tene kirîza Kurdistan bibe girêka kor, her wiha wê Amerîka gelek hevakarên xwe yên herêmê jî winda bike.

Ji bo vê yekê di serî de Amerîka û welatên xwedî berjewendî ne li ser Kurdistanê, divê baş bizanibin ku riya pêkanîna bejwedniyê netewan û gelan li Rojhilata Navîn, di Kurdistanê re derbas dibe û di çareserkirina pirsgirêkan bi demokratîkbûnê çareser dibe.

Ednan MISTEFA

Post Views: 50
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.