Ev demeke Idlib di rojeva hemû aliyên eleqedar bi rewşa Sûriyê de ye. Rêjîm amadekariyên operasyonê dike û hemû hêza xwe ya ji deverên din ên sûriyê aniye derdora Idlibê. Ne tenê rêjîmê hêzên xwe anîne, heta Îranê jî milîs û hêzên xwe yên li derdora Dêrazorê anîne derdora herêma Heleb û Idlibê.
Amadekariyên ku tên kirin li gorî ku dixuyê wê zêdetir di ware bejahî de be ev operasyon. heta deverekê hemû aliyan ji derveyî dewleta tirk ev yek erê kirine. Lê tevî ku dewleta tirk mejbûrî ku operasyona rêjîmê bi sînor qebûl bike jî wê di ware hewayî de destûr nede. Ji xwe beriya vê bi çend rojan hin efserên tirk bi aliyên li idlibê re civiya bûn û ji bo wan gotibû ku ew ê sîstema parastina hewayî bi cih bikin û bi vî rengî xwestin hinekî dilê wan xweş bikin û wan hêmin bikin.
Îran ji bo operasyon dest pê bike lezdike. Rûsiya jî berovajî wê ketiye nava tevgerê ku wekî li herêmên din bi tirkiyayê re li hev kir li vir jî viya bike. Lê rewş li vir pir cûdaye, Idlib nûqteya dawiye ye. Ji bo komên çete hebûn û nebûna wan bi vir ve girêdayî ye. Dewleta tirk ya ku ev kom avakirin jî naxwaze bêyî ku tiştekî ji şûna wê bigre ango tewîzan bigre dest ji van koman bikşîne.
Lihevkirina di navbera rûsiya û tirkiyê de li ser idlibê negihişt encamê. Daxuyaniya Sêrgî Lavrov wezîrê karê derve yê Rûsiya ku di serdana xwe ya beriya çend rojan ji bo Lubnanê ku gotibû ew hêvî dikin ku ew û tirkiye bighêjin encamekê, wekî li xwe mukirhatina Rûsiya ku ew bi hêsanî wê neghêjin encamekê û negihiştine hate şirovekirin.
Beriya çend rojan hikumeta birêtaniya raghand ku ew alîkariya xwe ji bo aliyên ‘muxalîf’ ên li rojava-bakurê sûriyê( herêmên di bin dagirkeriya tirkiyê de) didin rawestandin. Ji xwe DYE jî ku berê desteke komên li wir dikir, dabû rawestandin. Ev jî tê wê wateyê ku van herdû dewletan heta cihekî destê xwe ji van herêman kişandiye.
Dewleta tirk qebûl nake operasyonek heta ku bi sînordar be pêk were lê wê dawiyê de mecbûr bibe ku yan xwe bixe nava şer yan jî rê bide operasyoneke bi sînordar. Bi daxuyaniyên DYE, Inglîz û Franca ku hişyarî dan rêjîmê ger ew çekên kêmyawî li Idlibê bi kar bîne ew ê bersiveke guncaw bidin, di rastiya xwe de erêkirina operasyona rêjîmê ye. yanî ti dikarî dest pê bikî. Tevî ku berê Emerîka nedixwest tirkiyê di mijara sûriyê de zêde tengav bike lê nakokî û aloziya di navbera wan de ji xêra rêjîmê re hat ku li hemberî vê operasyonê bêdeng bibe. Ji ber di rastiya xwe de operasyoneke li dijî tirkiye ye. Dewleta tirk jî vê deme de ji hal ketiye, ji hevketî û wê nikaribe xwe li hemberî şerekî wiha rabigre. Aboriya wê têk çûye, û di ware dîplomasî û navxweyî jî li erdê maye.
Êdî operasyon nêz bûye û dewleta tirk tiştekî ku li ser wê bazariyê bike nemaye. Ketiye çirovê û nema zane xwe çawa jê xilas bike. Her xwe dilipitîne bi nave de diçe.
Çarenosa Sûriyê li Idlibê diyar dibe. Aliyên li wir jî hebûna wan bi vê operasyonê ve girêdayî ye..
Mihemed SEYDÎ