Du-sê sale hemû aborîzanan digotin qeyrana aboriyê tê. Desthilatdariya AKP-MHP jî bi vê zanebûnê biryara hilbijartinên pêşwext girt. Keşeyê Emerîkî weke “lutfa Xweda” gihîşt hewara Erdogan û hemû fatûre li Keşe û Emerîkayê hat birîn.
Hemû kesên dizanin ku sedema têkçûna aboriyê ne Brunson û ne Emerîka ye, sedem şerê Erdogan ê dijber civak û pergalê ye.
Di encama siyaseta pîvanenas a desthilatdariya AKP’ê ya 16 salan de dewleta Tirk di her warî de bi rûxandineke mezin re rû bi rû maye.
Ji vana yek jî têkçûna aboriyê ye. Sedema têkçûna aboriyê weke ku Erdogan dibêje ne şer û pevçûnên Emerîka û dewletên dinin, ne lobiyên pere û hwd.nin. Sedem siyaseta Erdogan û şerê wî yê li hember civak û li hember pergalê bi xwe ye. Ya herî girîng û diyarde şerê dijber civaka Kurd e.
Di sala 2002’yan de dema ku AKP bû desthilatdar tiştên ku bi hebûna xwe desthilatdariya wê bihêz dikirin îro jî bi tunebûna xwe têk dibin.
Tiştên ku AKP bihêz dikirin agirbesta tevgera azadiyê û bendewariya çareserkirina pêrsgirêka Kurd bû, di pêvajoya hewldanên çareseriyê de pêkhatina aştî û aramîyê bû, bendewariya xurtkirin û serwerbûna demokrasiyê bû, bendewariya serwerbûna maf û edaletê bû, bendewariya pêkhatina rêgezên Kopenhaqê û tevilbûna Yekbûna Ewropayê bû û bi wan ve girêdayî têkilyên aştiyane yên bi dewletên cîhanê re bû.
Îro ev bendewarî hemû têk çûne. Mixabin li ser wan bendewariyan desthilatdariya yek kesî ya ku tu nirx, pîvan, hiqûq, maf, nasnake avabûye û dibe. Sedema têkçûna aboriyê têkçûna wan bendwariyan û avabûna desthilatdariya yek kesî ya bê nirx û bê pîvan bixwe ye.
Erdogan, hemû erkên dewletê girtinê ser milê xwe, hemû sazî û dezgehên dewletên yên darayî, bankeya navendî, pergalê dadmendiyê, meclîsa Tirkiyê ku hewceye xweserbin bixwe ve girêdane û xweseriya wan tune kiriye. Civak kiriye du parçe û ji sedî 50’î civak dijber û dijmin dibîne, ji muxalefetê re tehamula wî tuneye, li 6 milyon kesên ku dengên xwe dane HDP’ê gefan dixwe. Siyaseta wî ya derve li ser şantaj û gefxwarinan dimeşe. Bi kurtasî Erdogan ji bo berdewama desthilatdariya xwe li hundir şer, li derve şer esas digre.
Hemû cîhan dibîne ku li welatê Erdogan aştî û aramî tune ye û her ku diçe aştî û aramiya cîhanê jî xerabtir dike. Welatê ku ji aştî û aramî dûr be dê her tim nêzikê qeyranan be û wê di qada navneteweyîde bêqedir û bêrûmet be. Îro rewşa Tirkiyê eve, dewleteke di nav xwe de parçebûyî, têkçûyî û di qada navneteweyî de bêqedir û bêrûmete.
Dewleta Tirk li gel qeyrana aboriyê bi qeyrana siyasî û civakî re jî rûbirû ye. Li Tirkiyê ne ewlehiya mirov heye, ne jî ewlehiya sermayeyê heye. Ji ber tunebûna ewlehiyê ji Tirkiyê reva mirov û reva sermayeyê heye. Ya herî girîng koça zanistiyê heye, koça mirovê zana û zanyaran heye.
Ji bêr wê ye ku îro hemû sazî û dezgehên navneteweyî ji bo dihatûya Tirkiyê qala tiştên gelek xeternak dikin. Saziyên çavdêrên aboriyê ji bo aboriya Tirkiyê tiştên gelek nebixêr, pêşerojeke reş û tarî vedibêjin.
Di van qeyranan de yên ku winda dikin tenê sedî 50 yên diijber Erdogan nînin, sedî 50 yên aligirên Erdogan ên ku mêjûya wan bi hestên nîjadperestiyê hatiye tevizandin ew jî winda dikin. Yanî em hemû beş, sedî sedên civakê winda dikin. Tirkiye winde dike.
Çaresrî di bin lêhengiya derewînde bi zirtên vinkûvala bi bilindkirina hestên nîjadperestiyê ne pêkane. Çareserî bi pêkhatina aştî û aramiyê, bi serwerbûna demokrasiyê, bi serwerbûna maf û edaletê, bi serwerbûna xweşbînî, tehamul û aştiya bi hemû cudayan re pêkane.
Ji bo pêkhatina vana hemûyan jî pêdivî bi rawestina şerê dijber Kurd û destpêkirina pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd heye.
Mixabin pratîka AKP ya 16 salan di wî warîde qet hêvî nade mirov. Wisa xwiya dike ku hetanî desthilatdariya Tirkiyê ev be wê mirina demokrasiyê û bi qeyrana siyasî ve girêdayî qeyrana aboriyê jî bi awayeke kûrtir û dijwartir berdewam bike.
Hetanî Erdogan desthilatdar be civak û aboriya Tirkiyê wê her tim di nava qeyranan de bin.
Mihemed ŞAHÎN