Di 16ê Tîrmeha 2011 de di navbera hêzên PJAK û Îranê de li ser sînor şerên dijwar destpêkiribûn. Dewleta Tirk dixwest sûd ji vî şerî bigire û roja 16ê Tebaxa 2011 artêşa tirk li dijî qadên parastinê yên Medya yê bombebaranek dijwar da destpêkirin. Ev êrîşên hewayî bi rojan dewam kirin.
Di 21ê tebaxa 2011 de balefirên şer yên artêşa tirk kevneşopiya dewletê ya komkujiyan domand û li komkujiyan yeke din zêde kir.
EWROJ
Di 21´ê Tebaxê de balefirên şer 30 kîlometre zêdetir dûrî sînore Bakurê Kurdistanê, wesayîtekî sivîl ya li ser rêya Kortek-Ranyayê nêzî gundê Bolê hedef girt û bi roket û bombeyên wesayit perçe kir. Ew roj li Kortekê 7 kesên ji heman malbatê, bûn hedefa balefirên şer yên artêşa tirk.
Di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayîn ji heman malbatê bûn: Bav Huseyîn Mustefa, Dayîk Mêr Mam Kak, Rezan Huseyîn ya 34 salî, Zarokê 11 salî Zana Huseyîn, Oskar Huseyîn ya 10 salî, Sonya Şemal ya 4 salî û Solîna 7 mehî.
Gelê Qendîlê, perçeyên laşê 4 zarokên ku hêjan firsenda naskirina jiyanê nedîtibûn, jina ducanî Rêzan Huseyîn Mustefa, dayîk Mer Hacî Mam û Hesen Mustefa kom kirin û spartin axê.
Merasîma cenaze bi beşdariya hezaran pêk hat. Merasîma ku ji aliyê PÇDKê ve hat organîzekirin tevî malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, gelek saziyên sivîl jî amade bûn.
Komkujî bû sedema nerazîbûnek mezin. Di serî de li başûrê Kurdistanê li gelek deveran çalakiyên nerazîbûnê pêkhatin. Ji Hewler, Sileymaniyê, Kerkuk, Mexmur, Zaxo, Germiyanê bi armanca ku li hemberî operasyonên artêşa Tirk bibin mertalên zindî, derketin rê.
Li Bakûrê Kurdistanê jî di pêşengiya “dayîkên aştiyê” de meşek berbi sînorê Xabûrê destpêkir.
Nerazîbûnên gel parlemena Başûrê Kurdistanê jî xiste tevgerê. Di rûniştina parlemenê de ji bo hukûmeta herêmê banga, Tirkiye bibe Dîwana Lahey ya Edaletê hat kirin.
Rêxistina Efûyê ji rayedarên Tirk daxwaz kir di derbarê bûyerê de lêpirsînek adîl û serbixwe destpêbike.
Lê çend meh şûnde, Beşîr Atalayê AKP yî piştî komkujiya Roboskê tevlî bernameyekê bû û bi van gotinan komkujî Kortekê îtîraf kir: Beriya Qilabanê tenê xetayek çêbû, ew jî li herêma Iraqê bû.
Di komkujiyên beriya Kortekê jî bi dehan kesên sivîl hatibûn qetilkirin. Her wiha, artêşa tirk hewl dida ku bi bombebaranê gundên li Qendîlê vala bike. Dîsa di vê komkujiyê de sebiya bi navî “Solîn” jî wek sembola vê komkujiyê di nav rayagiştî de hat bibîranîn.
ÎROJ
Bi israr bi ser herêmê de diçûn. Dewleta Tirk di nava planek nû de bû. Di xwestin bi milyonan pere bidin gundiyên Qendîlê ku xaka xwe terkin û herêm were valakirin. Lê xelkê Qendîlê nerazîbûn nîşanî van hewldanan da û nexwest gundên xwe vala bikin.
Ji bo şermezarkirina Kuştina Xelkên Sivîlên Kurdistanê yên ji aliyê Îran Û Tirkiyeyê ve pêktên, kampanyayek bi nave “Kampanya ya Solîn” hat lidarxistin. Ev kampanya kampanyayek bi mebesta şermezarkirna kuştinên xelkên sivîlin li Kurdistanê yên ji aliyê Îran û Tirkiyê ve pêktên bû.
Dîsa ji bo vê komkujiyê li herêma Qendîl bîryardariyek hat çêkirin. Li ser Solîn stran hatin gotin.
Heta niha dewleta Tirk ev komkujî qebûl nekiriye. Malbata kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan serî li Dadgeha Qeledizê dan, lê tu encamek bi dest nexistin. Piştî vê komkujiyê li Kurdistan komkujiyan dewam kir. Di sala 2015an de dîsa wek Kortek li herêma Qendîl gundê Zergelî hat bombebaran kirin û dîsa 8 kesên sivîl hatin qetilkirin.
Farûk SAKIK