Her şoreş, mesajekê dide paşerojan. Dîse jî gelek noqte di tariyê de dimînin.
Şoreşa Kurdistanê, biçûk dest pê kir, fereh bû, asoyên herêmê derbas kirin û mesajên giring dide paşerojan. Ev mesaj, hem potansiyalek bi pîvan û dagirtî ye, hem dagirkerên Kurdistanê dihejîne.
Kurdistan di “serdemek nû de” ye û şerê cîhanê yê 3. jî dewam dike. Di vî şerê cîhanî de, mirovahî bi azmuneya parastina nirx û pîroziyên mirovahiyê re rû bi rû ma; mixabin, tenê Kurdan ev nirx û pîrozî parastin. Lê dagirkerên Kurdistanê, bi pêşengiya faşîzma Erdogan, êrîşî Kurdan dikin û dixwazin rûmetparêzên mirovahiyê tune bikin.
Faşîzma Erdogan, lîderên Haraketa Azadiya Kurd kirine armanc û herî dawî, Mam Zekî Şingalî, li Êzîdxanê hedef girtin.
Şingal, ji bo mirovahiyê “şema dîroka mirovahiyê ye”; ji bo Kurdan jî “nexşeya lehengên destanên Kurdistanê ye”. Êrîşa 3ê Tebaxa 2014an de, cîhan ber bi sedsala navîn bir, mirovahî kete nava şerm û rûreşiyê. Lehengên Kurd, çeteyên DAIŞê têk birin, lê rûreşî û şerma mirovahiyê dewam dike. Şingal, azmuneyek e!..
Mam Zekî Şingalî jî, şerê Şingalê, wek “berî fermana 73. û piştî fermana 73. e” bi nav dike. Her du qonax jî, bi sirr û razên dîrokî û Yezdanî dagirtî ne. Şingal îradeyek pirralî ye.
Mam Zekî Şingalî û têkoşîna li Şingalê, îradeya gel bû. Iradeya gel jî, di ser hemû qanunan re ye. Dewleta xwedî hegemonya despotîk Tirkiye, ku hîna, “union boulding”a tirkî temam nekiriye, rêbazên dewşirmetiya “sêva sor” bikartîne. Hegemonên cîhanî jî bêdeng in.
Lehengên Kurdistanê, dibin mercên giran de û li dijî çeteyên DAIŞê îspat kirin ku di navbera mirov û dîrokê de têkiliyek diyalektîkî heye. Kurdên ku heta wê rojê, bi taybetî Êzîdi, di valahiyên dîrokê de, xwe di xapandin, dîtin ku dîroka bê cografya, gora betonî ye. Hişmendî û hebûn di cografya de dipişkive.
Binêrin, hemû destanên cîhanê xwedî cografya ne.
Mam Zekî, ev rastî di têkiliya gundên Şimzê, Mizizex û Badibê de fêm kiribû; piştî naskirina PKKê, di sala 1978an de, formulasyona di atlasê mêjiyê wî de zelal bû. Sê gund, bingeha malbata wî bûn, cografya bûn. Li Elmanya, şitla rastiyê bêhtir kat da û rastiya axa Ahuraî, di PKKê de dît û nas kir.
Mam Zekî Şingalî, du tişt baş fêm kiribûn; hişmendî û hebûn di cografya mirov de dipişkive; “civakên bê rêxistinî, her dem dikarin werin qirkirin û rastî fermanên tunekirinê werin”. Mam Zekî Şingalî, bi van gotinan, rastiya Kurdîstanê, bi taybet ya Êzîdxanê diqîriya û da xuyakirin ku dîrok walahiyan qebûl nake.
PKKe, valahiyên dîrokê dagirtin û Kurd, nema xwe dixapînin û tên xapandin. Wek Mam Zekî dibêje; “rizgarkirina Şingalê, di dîroka Kurdistanê de qonaxek nû ye”. Li Şingalê eşkere bû; bi taybetî civaka Êzîdî, li dora desthilatdaran çûn û hatin, xwe şemirandin, xwe rêxistinî nekirin, li desthilatdaran ewle bûn, lê ji qirkirinan rizgar nebûn.
Ne tenê Êzîdî, PDK, YNK jî, di valahiyên dîrokî de gêjelokî bûn û hê jî gêjelokî ne. Ev gêjî, wan ji Yekîtiya Neteweyî û kombûne dibin yek sîwanê de dûr dike. Gêjiya wan, aheng û nîzama neteweyî xera dike.
Mam Zekî Şingalî û hevalên wî, ev rastî li Şingal û herêma Başûr derxistin holê. Lewma bû hedefa dijminên dagirker. Mam Zekî Şingalî, wek ferîştehekî, di avakirina Şingalê de cih girt: Di 3ê Adarê de, di biranîna şehîdên Xanesorê de jî got: “Civaka Êzîdî, êdî ne xeşîm e, ne civakek bê rêxistinî ye”. Ev gotin, diyalektîka rastiya jiyanê ne. Lewma Mam Zekî bû armanc!.. Di êrîşê de hevkarî heye, plan heye.
Medeni FERHO