Kemal Necim
Hemû dibistanên rexneyî çi yên rojhilatî çi jî yên rojavayî, li ser wê yekê lihev kirine ku xwendina bi deng ya helbestê, ango vegotina helbestan bi dengên xweş û bi bandor, nabe yek ji hêmanên nirxandina helbestê. Dema ku rexnegêrek helbestekê dinirixîne, awayê xwendina bi deng weke hêmanê pîvana başî û nebaşya helbestê naxe nav hêmanên nirxandin û pîvanê.
Bê guman ji bo yê helbestvan karibe hestên helbestê bighîne guh û mêjiyê guhdaran, carna baştir e ku xwendina wî durist be û dengên bilêvkirina tîpan û peyvan saxlem be û awayê wî yê xwendinê jî bi bandor be. Lê ew xwendina bi bandor nabe pîvana başî û lawaziya helbestê. Bi taybet ku helbestê bi xwe bi demê re xwe ji pir qeydên pêlewazî û kêşan û terazûya malikan û hevokan rizgar kiriye, û cureyên nû yên helbestê berz bûne ku bêhtir pala xwe didin wêne, hestan, deng, mûzîk û ritima hundirîn.
Ango eger yê helbestvan, bi ser helbestvaniya xwe de xwediyê wê behre û hunera xwendina bi banor be, bê guman ew tiştekî baş e, lê nabe ku hunera xwendinê û dengê bi bandor bibe sîwana nixumandin û veşartina lawazî û şikestina helbestan.
Li gorî hin jêderên dîrokê, helbestvanê Ereb yê bi nav û deng Ebû Temam ku yê sedema Abasiyan bû, nikaribû hin tîpan bilêv bike dema ku dipeyivî, lewma nikarîbû helbestên xwe baş bixwîne li pêşberî guhdaran, lê vê yekê helbestvaniya wî kêm nekir. Her wiha helbestvanê Misrê ku di nava wêjeya Erebî de weke Mîrê Helbestvanan tê nasîn, Ehmed Şewqî zimanê wî hin tîp durist dernedixistin, lewma carê helbestên xwe nedixwendin lê ji hin kesên din dixwest ku helbestên wî bixwînin, lê ew her mîrê helbestvanan bû.
Rexnegêrên helbestan dema ku helbestekê dixwînin û dinirxînin, radihêjin helbesta nexişandî û nivîsandî, li gorî hin hêman û pîvanên naskirî dinirxînin û şîrove dikin. Rexnegêr guh nadin ka yê helbestvan vê helbesta xwe çiqasî bi awayekî bi bandor dixwîne û çawa tîpan û peyvan kurt û dirêj dike û dengê xwe nizm û bilind dike.
Nifşek helbestvanên kurd, bi taybetî hinek ciwan, di bin bandora pêşketina teknîka deng û dîtbariyê û hêsanbûna weşana dîtbarî, helbest kirine weke pêşandaneke şanoyê. Ev nifş li şûna ku jêhatîbûn û behreya xwe ya helbestvaniyê baş bikin û pêş bixin, berê xwe dane hunera liv û tevger û vegotina şanoyê, derdikevin ser dike û textan bi dengê bilind û nizm peyvan kurt û dirêj dikin, pê re jî liv û tevgerên şanoyî dikin, hêrs dibin, diqîrin, digrîn, dikenin û wiha helbestan pêşkêş bikin.
Bê guman dibe ku ev şêweyê pêşkêşirina helbestê bandoreke demkî li hestên guhdaran bike, ew bandor jî piranî ya deng, awaz, liv û tevgerê ye, ne ya wate û paşwateya peyvan û hevokan e. Dema ku ti wan helbestên ewqas bi bandor hatiye xwendin davêje ser kaxezê û dide ber hêman û pîvanên helbestê, dibîne ku helbesteke pir qels û lawaz e.
Meydan û qada helbestê ew tîp û peyvên ku li ser pelikan hatine xêzkirin e, lê text û dike, deng, liv, tevger, qîrîn û girîn ew meydana şanoyê ye.