Farûk Sakik
Di ser Kongreya Fîsê ya damezrandina PKK’ê re 46 sal derbas bûn. Têkoşîna 46 salan a bênavber. Di vê têkoşînê de gelek êş û bedelên giran hatin dayin. Gelek destkeftiyên mezin jî çêbûn.
Ji destpêkê de hatanî roja me ji bo tunekirina vê tevgerê gelek êrîş çêbûn. Lê tu carî bi serneketin.
Di her hemleya dijmin de Rêber Apo bi tarzek nû bersiv dida. Tevgera xwe her tim ji van êrîşan diparast. Dîsa di sala 1979’an de dema derbasî Rojhilata Navîn bû, bi vê hemleyê tevgera xwe ji darbeya leşkerî ya ku gav bi gav nêz dibû parast. Dema ku hat Rojhilata Navîn sîmayên cuda nas kir. Gelek kesên ku jiyana xwe bi têkoşîna azadiya Kurdistan de derbas kiribûn û êdî hêviyên xwe wenda kiribûn, bi PKK’ê hêviyên nû li wan peyda dibûn. Ji vê tevgera nû bawerî danîn. Yek ji van kesan jî Osman Sebrî bû. Piştî serhildana Şêx Saîd di hemû pêvajoyên têkoşînên ji bo azadiya Kurdistan de cîh girtibû. PKK, ew biribû salên Xoybûnê. Di 3’yê Mijdara sala 1992’yan de di navbera Osman Sebrî û Rêber Apo de, li Şamê hevdîtinek çêdibe. Di ‘medya dîjîtal’ de ev sohbet hat parvekirin. Diyalogek bi vî rengî di navbera wan de derbas dibe: Osman Sabrî: Ne PKK bûya Kurd di emrê xwe de nedibûn tiştek. PKK’ê çavê wan vekir. Rêber Apo: Miletê Kurd te ji bîr nake. Navê te bê mirin e. Bi tenê te li ber xwe da. Tu teslîm nebûyî. Qet xwe acîz neke, ev armanca te dimeşe. Em ê armanca we bi serî bigihînin. Armanca wan Kurdistaneke azad bû. Têkoşînek û bedêleke mezin dabûn, lê bi ser neketibûn. Di sala 1984’an de dema PKK’ê nas kir, ji hin şoreşgerên li Şamê û amadekariya xwe dikirin derbasî Ewrupa bibin re wiha digot;”Meyze kin, Apocî diçin welat, hun jî diçin Ewrupa. Ew ê qezenc bikin. Hun ê jî winda bikin.”
Wisa bû, yên hatin Ewrupa wenda kirin. Apocî jî bi têkoşîna xwe gelek tişt bidestxistibûn. Lê armanca esas a Osman Sebrî hên jî neanîbûn cîh, ji bo vê yekê têkoşîna wan dewam dikir.
Rêber Apo ji bo ew soza dabû Osman Sebrî, pêk bîne, li Îmrali têkoşîna xwe didomîne. Dewleta Tirk a dagirker di van rojan de bi du hin lîstikên nû ketiye da ku Kurd nebin xwedî statuyek. Ji bo vê yekê jî bi du tunekirina PKK’ê ketibûn. Hin kes an jî alî îdia dikin ku di navber Rêber Apo û tevgera wî de hin nakokî hene. Lê piştî Omer Ocalan bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anî, sekna Îmrali careke din derket holê. Her çiqas hin kes dibêjin Rêber Apo her tim bi tevgerê re di kontaktê de ye jî di rastiya xwe de tiştek wiha heye an tune em nizanin. Lê di navbera rêveberên PKK’ê û Rêber Apo de dilsoziyeke welê heye ku hev fahm dikin û hîs dikin. Mînak li gor hin parvekirinên çavdêriyên Îmraliyê yên Omer Ocalan, di hevdîtinê de Rêber Apo di axaftinek xwe de behsa emrê xwe kiriye û gotiye, dewlet bi israre wê gav navêjê û tecrîd jî dewam dike, êdî heval bila ew li gorî xwe-însiyatîfa xwe bi kar bînin û tevbigerin. PKK’ê ev nêrînên wî çend roj berê fêmkiribûn û 2 çalakvan ber bi Enqerê birêxistibûn. Di kêliyên hevdîtina Rêber Apo û Omer Ocalan de, di kêliyên axaftina însiyatîf girtina PKK’ê de, li Enqerê çalakiyê destpêkiribû jî. Çalakvanên Kurd, navendek hilberandina amûrên şer tarûmar kiribûn.
Bi vê çalakiyê gotin, ‘soza ku me dayî Osman Sebrî hên bi encam nebûye’, dewam dike.