Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şehîd Asya Elî ji bo jinan çi got?

27/11/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Dewlet jinê dide bikaranîn
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr pale

Şehîd Asya Elî 11`ê Mijdarê sala 2022`an nameya xwe ya çalakiya fedayî dinivisîne. Roja 23`ê Cotmehê 2024`an heval Asya û Rojger Hêlîn li paytexta Tirkiyê Enqere ku navenda faşîzmê ye çalakiya fedayî kirin. Di nameya xwe de berfereh li ser rewşa jin daxive û wiha dibêje: `Roxmî ku li her derê cîhanê jin zayenda duyemîn e, li Rojhilata Navîn, bi taybetî jî li welatên dagirkirî yên wekî Kurdistanê, wateya bûyîna jinê bi her awayî koletî re yanî mirinê re wekhev e. Bêguman jin bi her awayî, li her derê dinyayê tê pelçiqandin. Ji jina Kurd re, bi qasî ku feraseta wê ya azadiyê, evînê, feraseta wê ya hezkirinê biguherîne, xwe negihandina me, ji bo me mijara rexnedayînê ye. Çawa ku em nikarin idîa bikin ku me xwe azad kiriye, heya ku jineke bi van polîtîkayan re rûbirû tê, hebe em nikarin idîa bikin ku em di têkoşîna xwe de serkeftî ne`.

Heval Asya rewşa jina Kurd û hemû jinên cîhanê analîz dike, bi taybetî asta koletiya li ser jinê tê ferzkirin bi mirinê pênase kiriye. Li gorî zîhniyeta mêr eger tu jin be tê qebûlbike ku tu zayendê duyemîn û wê çarenûsa te yan mirin an jî koletî be. Weke jin xwe înkar kirin û teqlîda mêr kirin, ne çareserî ye. Bi van rêbazan jin nikare têbikoşe yan jî civaka zayendperest biguher e.

Rapora Netewên Yekbûyî ku roja 18`ê Mijdarê hatibû weşandin anîbûn ziman ku her 10 deqeyan jinek tê kuştin. Li gorî rapora wan sala 2023`an 51 hezar û 100 jin hatine kuştin ango her 10 deqeyan jinek hatiye qetil kirin. Wê demê li hemberî jin komkujî têne kirin lê belê tu mêr an civak an dewlet berpirsyartiya vê yekê ranake û kesek nayê ceza kirin. Ev yek jî dibe sedema ku kuştina jin asayî bibe û şideteke hovane li ser jin were meşandin.

Şideta herî mezin li ser jinê tê meşandin ew nezan hiştin e, Şehîd Asya Elî jî di nameya xwe de tîne ziman ku hîna ji aliyê dewleta Tirk û hemû dewletên cîhanê ve polîtîkayên qirêj li ser jin têne kirin. Ma qey jin çawa dibe qurbana van polîtîkayan? Ji ber jinê nezan dihêlin û destûr nadin wê ku fêr bibe xwe biparêz e. Mîna Şehîd Asya gotî heyanî jinek rûbirûyî van polîtîkayên qirêj tê em nikarin bibêjin em biserketin e.

Li Herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyê jin bi dirûşmeya `Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî, xwe biparêze` dest bi hemleya têkoşîna li dijî tûndiya li ser jinê kirin. Ev hemle tê wateya li hemberî hemû polîtîkayên dewletê xwe parastin e. Ango jin çiqasî xwe perwerde bikin, fêr bibin berpirsyartî rabikin, nêrînên xwe bînin ser ziman û li hemberî rêbazên kolekirinê bibin xwedî helwest ew qasî xwe diparêz in. Şehîd Asya jî li hemberî van polîtîkayên li ser jinê tê meşandin çalakiya fedayî kir û di nameya xwe de hezkirina xwe ya ji jin re aniye ziman. Gerilayên Jin bi têkoşîna xwe roj bi roj dawî li zîhniyeta mêr tînin û ruhê jinê vejîn dikin.

Post Views: 185
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.