Farûk Sakik
Dawiya hefteyê, 2 meş û mitîngên dîrokî pêk hatin. 16’ê Mijdarê li Ewrupa li bajarê Almanyayê li Kolnê û ya duyem jî 17’ê Mijdarê li Batmanê pêk hat. Herdû mitîng jî bi heybet bûn.
Heger dewleta Alman û Tirkiyê êrişkar nebûna û piçek jî li gor çanda demokrasiyê û mafê mirovan tevbigeriyana, wê ev hijmar 2-3 qat zêde bûna. Lê em dîsa jî bi dû reqeman nekevin. Hejmarek ku ji wan re bibe bersiv li herdû qada hebûn. Dema pêngava 10’ê Cotmeha 2023’yan dest pê kir, şiyarek wan hebû. ‘Ji Rêber Apo re azadî û pirsg Kurd re çareseriya siyasî’.
Di mitînga Kolnê de me nedît dirûşma ji Kurdistan re statu derket pêş. Me nebihîst ku dirûşma “Bijî Kurdistan” berz bibe. Civaka Kurd êdî polîtîze bûye. Ev civak azadiya Kurdistan di azadbûna Rêber Apo de dibîne. Dizanin ku dema Rêber Apo azad bibe ev doza Kurdistan bi awayekî siyasî wê çareser bibe. Li Batmanê di mitînga dîrokî de, jî gelek peyam hatin dayin. Di hemû axaftin û peyaman de behsa vekirina deriyên Îmraliyê û mixatabê çareseriyê Ocalan e, dihat kirin. Di nav girseya hatibû qadê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” bilind dibûn. Di mitîngê de mijara qeyûm zêde derneket pêş. Li vê derê jî rastiyek derdiket holê ku mijara qeyûm bi tenê bi azadkirina Rêber Apo tê çareserkirin. Divê ku dewleta Tirk van peyamên li qada Batmanê hatin dayin baş şîrove bike û li gor wê gav bavêje. Û dibe ber bi adresa gel nîşandayî bi rê keve. Ango ber bi Îmraliyê. Li Îmraliyê di dest Rêber Apo de, nexşereyek ne tenê çareseriya doza Kurdistan, hemû pirsgirêkên Tirkiyê û Rojhilata-Navîn çareser bike, heye. Di hevdîtina xwe ya dawî de jî gotibû; “ez xwedî hêzek çareseriyê me”. Dewletê jî ev yek dîtibû ku Bahçelî di nîqaşên çareseriyê de navê wî dianî ziman. Dibe ku li du hin lîstika bin. Lê dîsa jî dizanin, Rêber Apo di demekî kurt de van lîstikê wan wê bibîne.
Tirkiye jî wa îtiraf dike ku êdî têk çûne. Şerê Cîhanê tê Sêyem de, şer nêzî sînorên Tirkiyê dibe. Di serdemek wiha de, ji bo Kurdan tiştên erênî tên bikaranîn. Divê nêzikatiya Tirkiyê nêzikatiya çareseriyê be. Dewleta Alman jî divê ji nû de hin biryaran bide. Rastiyan bibîne û lîsteyên xwe yên rêxistinên qedexekirî ji nû de di ber çavan re derbas bike. Divê dev ji wê siyaseta xwe ya qedexekirina al û sembolên Kurdan berde. Wan jî dît ku li kolanên Kolnê li hember ewqas qedexekirin israrek kurdan a çawa hebû. Kurdên li Ewrûpayê, ji ber sedemên şer ji ber zilma dewletên dagirker xwe spartin dewletên Ewrûpa. Kurdên ku derbasî Ewrûpa bûn ji bo ku di nav çerxên vê sîstemê de nehelin ji aliyê PKK’ê ve hatin birêxistin kirin.
Hemû sazî û dezgehên li Ewrupa, li ser vê bingehê hatin avakirin. Li van navenda Kurdan têkoşîna xwe ya doza Kurdistan pêk anîn. Li van navendan ji bo rojek vegerin ser axa xwe hêviyên xwe mezinkirin. Li van navendan hêviya herî mezin xelasiya herî mezin di PKK’ê de dîtin. Li dora vê tevgerê civiyan. Dema, dewletên we bi komployek Rêber Apo radestê dewleta Tierkiyê kirin, ji bo wan jî serdemek nû ya têkoşînê destpê kir. Têkoşîna azadiya Rêber Apo.
Ev mitîng û meşa Kolnê jî li ser vê bingehê hat liddarxistin. Li vê qadê bibîra we xistin ku şert û mercên we çibin, me bi yek tiştî bawerî heye ew jî ‘azadiya Rêber Apo’ ye.