Nehîr pale
Mirov %98 jiyana wî xwezayî ye, civak ne çînî ye û li gel civakê edalet, wekhevî û azadî bi nirxe. Ji ber vê yekê di têkiliya jin û mêr de koletî nîne, yek li ser yê dîtir serwerî nade meşandin, rêz didin hev, ji bo jiyana xwe berdewam bikin bihevre dibin alîkar û bi hevre parve dikin. Ji ber vê yekê jiyan li gel jinê bi wate bû.
Ji buyîna insan 7 milyon heyanî 4000 BZ. di civakê de hebûna jinê heye, zayendeperestî nîne, tûndî li jinê nayê kirin û mafên wê nayên xwarin. Ji bo jinê tê gotin xwedawend, ev pênase aliyê civakî ve birûmete û hebûna jinê heye.
Mêr dema ku weke imperator, qral, pêxember, fermandar, feylesûf, zanyar û serok hat naskirin êdî cî ji jinê re nema û weke fahîşe, cariye û bermalî hat naskirin. Civaka zayîndeperest di bin navê ol û exlaq de destûr nedida ku jin lêkolînên rastiyê bike, pey zanabûnê bikeve û bibe hêza çareseriyê. Jin destpêkê di dema Someriyan de tê şikandin, piştre olên yek xwedayî bi rêbazên herî hişk û gemar nêzî jinê dibin û ew şikandin, herî dawiyê kaptalîzm niha jinê ji hemû aliyan ve bi rêbazên herî kirêt dide bikar anîn û şikand.
Jin 3 caran hatiye şikandin, ango di astekî herî giran de ew xistine. Dîsa jî jin serî netewandiye û dema ku firset dîtiye dest bi şoreşê kiriye. Di dîrokê de hemû şoreş û serhildanên ku çêbûne navê mêran derketiye lê belê jinan jî dest bi şoreşan kiriye. Di şoreş û serhildanên cîhanî de jinan li ber xwe dane û têkoşîn kirine. Jin ji bo avakirin û rizgarkirina welatê xwe şer kirine, ji bo bighîjin mafên xwe yê fêrbûyînê, têkoşînê dikin û niha jî daxwaza avakirina Civaka Demokratîk, Akolojîk û Azadîxwaziya Jinê dikin. Bi vê daxwazê re wê pirsgirêka zayendeperestiya civakî were çareser kirin û hişmendiya mêr were guhertin.
Roja 10`ê Mijdarê Meclîsa Kombûna Jin a Zenûbiya dest bi hemleya têkoşîna li dijî tûndiya li ser jin kirin. Çalakiyên ku ji aliyê jin ve têne birêxistin kirin mêr jî ciyê xwe di van çalakiyan de digrin. Li kantona Dêra Zor û Tebqa mêr ji bo hemleya têkoşîna li dijî tûndiya li ser jinê meşiyan û wê li hemû Kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bimeşin. Her wiha semîner û civînên ku birêxitin dikin jin û mêr bi hevre tevlî dibin.
Tûndiya li ser jinê tê kirin gihîştiye asta ku ziyanê dide nirxên manewî û madî yên civakê. Hinek buyerên tûndiyê ku diqewimin ne ol û ne jî felsefe û zanist berpirsyartiya wê radikin. Ji xwe bi temamî ji exlaq dûrin. Malbat ji bo berpirsyartiya pirsgirêkên xwe ranekin bi rehet zarokên xwe dikin qurban. Bi taybet bav di hemû rewşan de keça xwe dike qurbana pirsgirêkên xwe yên malbatî, ji xwe çi pirsgirêk bi wî re derbikeve wê berê xwe bide hevjîna xwe û tûndiyê lê bike heyanî ku dilê xwe rehet bike. Tu mafî nadin hevjîn û keçên xwe û di pirsgirêkeke biçûk de wan ji xwe re dikin qurban. Ev tûndiya herî mezine li ser jinê tê meşandin.