Rohat Bulut
Em her tim behsa girîngiya xwerêveberiyê dikin. Lewre civakeke ku xwe bi rêve nebe kerasetên mezin li pêşiya wê civakê ye. Lewma jî girîng dibînim ku her tim behs bikim. Rêveberiya xwecihî ango xwe rêveberî tevlîbûneke demokratîk a civakî ye. Dijberî Desentralîzasyonê yanî rêveberiya navendî ye. Xwerêveberî rêxistineke civakî ye ku civak dikare mekanîzmayên tevlêbûna demokratîk, plansaziya demokratîk û kontrola demokratîk tê de pêk bîne. Lê belê Desentralîzasyon rêveberiyeke dijberî civakê ye. Di bingeha xwe de ferasetek e ku civakê ji holê radike, rûmetê dide sermayedaran, civak û mirovan paşguh dike, civakê dike êsîrê sermayeyê.
Ji bo meşa ber bi pêkhatina civakeke azad û wekhev rêveberiya xwecihî pêwîztiyeke mezin e. Lê belê Desentralîzasyon ango rêveberiya navendî rêvebireke ku bi derewan azadîxwaziyê diparêz e lê polîtîkaya ku pêş dixe tenê newekhevî ye. Di bingeha xwe de mirov dikare bêje tenê modêla xwerêveberiyê demokrasiye û Desentralîzasyon teqes dijberî demokrasiyê ye. Lewma jî pêwîste ku civak bi hemû hêza xwe xwedî li rêveberiya demokratîk derbikeve.
Heke em hinekî fêhmdarbin divê em teqez destûr nedin rêveberiyeke navendî ku me bi rêve bibe. Ji bo civakê xwerêveberî ji bo hilberandina xizmetên giştî yên bi kalîte û belaş şert e. Lê rêveberiya navendî tenê ji bo sermayedaran tevdiger e û hemû derfetên xwe ji bo sermayedaran bi kar tîne. Rêveberiya navendî ji desthilatiyê wêdetir tiştekî din nafikir e. Yek armanca wê heye ew jî desteserkirina hemû destkefiyên civakê ye.
Di xwecihî de rêveberiya demokratîk ji bo civakeke adilane modêleke ku nebe nabe ye. Ji bo jiyaneke bi nirx û rûmet modêla herî guncav e. Naxwe mirov nikare behsa civak û civakbûyînê bike. Civak bi hebûn û nirxên xwe heye û heyîn û bermahiyên xwe civakbûyînê pêş dixe, sibe roja xwe misoger dike. Lê belê di rêveberiya navendî de edalet qet tune ye û ne di xema wan de ye. Hukumet edaletê nas nakin û armanc dike ku hemû nirx, heyîn û pîvanên civakê binpê bike.
Rêveberiya demokratî û xwecihî xwedî li ked, berhem û hilberîna civakê derdikeve. Hewl û armanc dike ku civakê bi awayekî wekhev û adilane bi rêve bibe. Her wiha ji xwe re dike armanc ku parêzvaniya nirxên civakê bike. Lê belê rêveberiya navendî dijberî ked û berjewendiyên civakê ye, rêveberiya sermayedaran e û ji xwe re tunekirina civakê dike armanc. Heke civakek nikaribe xwe rêve bibe, xwe biparêz e dê mehkûmî tunebûnê be. Li vir em hem behsa tunebûna madî dikin, hem jî tunebûna manewî dikin. Jixwe ev tunebûn pêk were di xwezaya xwe de mirov nikare ji pêkhateya mirovan re bêje civak û civakbûyîn. Lewre tiştek li holê namîn e û ew komên ji mirovan ve pêk tên dê veguhere koleyan. Heke civak bi nirxên xwe nemîne tu cudahiya mirov û civakê ji zindîwarên din namîn e. Lewma jî pêwîste ku bi her awayî civak û modêla civaka demokratîk a rêveberiyê baş bê paraztin û pêşxistin.