Idrîs Henan
Diyare bi hatine serokê Amerîka Donald Trump re wê rûyê siyaseta derve ya DYE jî were guhertin ku ew jî çav li rêye bandorek bingehîn li gelek eniyên aborî, leşkerî û siyasî li tevayî cîhanê bike.
Trump ê ku bi silogan “Pêşî Amerîka” ji nû ve vegeriya Koşka Spî, gelek caran behsa projeya xwe ya bidawîkirina şer kiriye û pirî caran jî aciziya xwe ji pernsîba Koalisyona Leşkerî ya NATO ku dibêje; Giştî ji bo yek, yek jî ji bo giştî, eşkere kiriye, her gefa vekişîna ji wê koalisyonê li Ewropa xwariye û weke sûdgirê belaş tewanbar kiriye. Eger hat û vekişiya jî, dê bibe mezintirîn veguherîna têkîliyên bervanî ya sedsalê. Hinek jî gefa wî weke minawre dibînin ku wan tûşî pabendiya bi xercên parastinê yên NATO`yê bike. Lew re jî, serketina Trump ji bo lîderên Ewropayê cihê fikar û gengeşeyê ye.
Dibe ku Trump behsa mesela rawestandina şer kiribe, lê ti carî jî rêbaz venegotiye. Trump ê ku Qudus weke paytexta Îsraîl ragihandiye, ji bona serokwezîrê Îsraîlê Nitinyaho; baştirîn hevalê Îsraîlê yê Koşka Spî ye. Ji xwe serdema itîfaqên Îbrahîmî bi Trump re kete meriyetê ku çar welatên Ereban; Îmarat, Behrên, Sûdan û Maroko, bê şert û merc, beramberî hinek sozên wergirtina çekên pêşketî, bi Îsraîlê re hinek itîfaq û rêkeftin mihur kirin. Buhayê wê jî ne naskirina statuya Filistînê bû, berevajî naskirina dewleta Îsraîlê bû. Vê yekê jî gelê Filistînê xiste mezintirîn îzoleya dîrokî ku şiyana wî ya xweparastinê dorpêç kir.
Ji xwe ti pîvanên demokrasiyê nasnake û gelek caran pesna desthilatiyên dîktator kiriye û pir eşkere gef li çapemeniya azad xwariye û gefa vekişîna ji Meclîsa Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî xwariye. Ji ber vê jî azadî beramberî metirsiyek mezin e ku rûbirûyê sêyemîn qonaxa Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ê lihevkirin û lihevhatinên aborî ye. Kesayetekî wisa ye, ku bê yamancan werbigire ti xizmetan nake. Lew re jî ji Taywan re gotiye ku divê beramberî xizmetên parastinê pere bide DYE.
Aliyek din jî; heman Trump bû di serdema wî de Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî, bi erêkirina wî, hatin dagirkirin. Ji ber vê jî xuyaye dozên gelên bindest, Kurd jî di nava de, rûbirûyî metirsiyên cidî ne û divê her gelê têkoşîna azadiyê dimeşîne ji bona têkoşîneke hê mezintir xwe amade bike. Ji bona ku metirsiya heyî derbas be û veguhere firsendek dîrokî, hewceya têkoşîna azadiya gelan bi rêxistinbûyîneke radîkal ku rê li ber hemû cureyên destwerdanê bigire, heye. Di serî de çilekiyên faşîzma Tirk ku paralelî vê qonaxa nû, mudexeleyên ji îradeya gelan re zêdetir kiriye û di nava hewldana dubarekirina 2019`an a dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî de ye. Wisa difikire ku dagirkerî û destdirêjiya xwe weke defakto tivî bike û projeya xwe ya Mîsaqa Millî bi cih bîne.
Rêxistinbûyîn û berxwedana radîkal a xwe dispêre metodên azadî, demokrasî û edaleta civakî tekane rêya parastina hebûnê ye. Fezlekeyên dirêj ku mirovan bi nîqaşên vala yên fena; ka hatina Trump baş e yan na? Yan jî; muhafezekar baş in an demoqrat? Ev nîqaş ti nanî nade me û ne jî hebûna me dixe gerantiyê. Ancax di bin sîwana Şerê Gel ê Şoregerî de ku erk, peywir û para her heyîneke xwedî hêviyên azadî û mafekî rewa ya jiyana birûmet e ew yek pêkan be.