Kemal Necim
Li Rojava û Sûriyê bi salan kar û xebat û çalakiyên rewşenbîrî û çandî di bin siya çewisandin û qedexeyê de birêve diçûn, lewma bi ti awayî derfeta vê beşê civakê çênebû ku di bin siya sazî yan dezgehekê de xwe birêxisitn bike. Eger carna hin sazî û dezgeh hatin avakirin jî bi dizî û veşartî bûn yan jî li derveyî welat bûn.
Piştî pêvajoya şoreşê weke hemû qadên din ê jiyanê di qada sazîbûn û rêxistinbûna civaka rewşenbîran de derfet pêk hatin. Lê di demeke kurt de çend saziyên ku bi kar û barên rewşenbîran mijûl dibin hatin avakirin, weke kevneşopiyekê, ev sazî jî di bin bandora bîr û boçûnên siyasî û bîrdozî ji hev cuda bûn, carna jî saziyek ji wan bûn du sazî.
Di rewşeke wiha de di pêvajoya 10 salên dawî de kar û bar û çalakiyên rewşenbîrî di bin siya çend dezgehên rewşenbîrî de pêk tên. Ev rewş û hal di nava civakê bi giştî û di nava rewşenbîran de bû cihê arîşe û gengeşeyê û hin pirs jî derketin pêş, weke çima nivîskar û rewşenbîr di bin banê saziyekê de nayên birêxistinkirin.
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK`ê destpêka vê hefteyê Dehemîn MIhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê lidar xist. Di bernameya roja pêşî de der barê rewşa sazî û dezgehên rewşenbîrî de panêlek hate lidar xistin, ew panêl bi bernameya mihrîcana nehemîn de bû jî lê wê çaxê ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker çalakî hatin rawestandin.
Di panêlê de nûnerê 4 dezgehên rewşenbîran bi beşdaran re ev mijar û hin mijarên din ên girêdayî kar û xebatên rewşenbîrî de hatin gotûbêjkirin.
Hin nûnerên saziyan amaje bi wê yekê kirin ku pêwîste hewildanên avakirina sîwaneke rewşenbîrî û yekirina dezgeh û saziyan berdewam bibin da ku rewşenbîr karibin erk û delametên xwe pêk bînin, ji xwe her saziyekê barê xwe avête ser saziya din û got ku ew nayê yekîtiyê. Lê hin nêrîn jî hebûn ku pêwîste kesayet û dezgehên rewşenbîrî bi dilsozî û hişmendiyeke rewşenbîrî û hevdûpejirandinê tevbigerin. Ango pêwîste erk û delametên saziyên rewşebîrî pêşxistin û geşkirina çand û wêje û kelpûr û ramanê be, her wiha birêvebirina kar û barên kesên ku bi van mijaran re mijûl in. Eger ev sazî van erkan pêk tînin û qada afrêneriyê û behremendiyê fereh dikin, asta wêje û çandê bilind dikin, wê çaxê pirbûna saziyên rewşenbîrî jî ne pirsgirêk û arîşeyeke mezin e, berovajî wê dibe ku bibe egera pêşketin û geşkirina qada çand û wêjeyê.
Nûnerên yekîtî û dezgehên rewşenbîran li xwe mukir hatin ku saziyên wan çalakiyên bi bandor û bi rêkûpêk li pêş naxin, her wiha bûne sedem ku qada rewşenbîriyê şêlo bûye û berhemên qels û lawaz derdikevin ber destê civakê.
Beşdarên Panêlê jî ji rewşa heyî ne razî ne û doza yekgirtin û lihevkirinê kirin.
Lê weke serencam têgihiştineke wiha xwe da pêş, pêwîste kesayet û dezgehên rewşenbîran erk û delametên xwe yên rewşenbîrî zanibin, û li gorî hişmendiyeke netewî û rewşenbîrî tevbigerin, bê cudahiya bîr û bawerî û alîgiriya siyasî.