Farûk Sakik
Piştî çalakiya Enqerê (PKK wek çalakiyek ‘fedayî’ bi nav dike), hin nîqaşan dest pê kir. Arguman û derewên dijmin di nav civakê de belav bûn. Digotin, PKK alîgirê çareseriyê nîne. PKK’ê hewldanên çareseriya doza Kurdistan berteraf kir. Rêveberên PKK’ê ji bo aqûbet û paşeroja xwe naxwazin pêvajoya aştiyê dest pê bike.
Em ê behsa biryara Rêber Apo bi serê xwe wek biryara PKK ye, nekin. Hewldan û fedekariyên wî yên aştiyê tên zanîn. Em ê behsa pêvajoyek ji bo çareseriyê tune ye û hên jî dest pê nekiriye jî, nekin. Em ê behsa jiyana 3 rêveberên PKK’ê bikin. Cemîl Bayik, Duran Kalkan û Mustafa Karasu.
Cemîl Bayik, berê ku bibe ‘Cûma’, li Enqerê Fakulteya Edebiyatê de dixwend. Rojek di çalakiyekê de Kemal Pîr ew nas kir û anî bi Rêber Apo re da nasandin. Paşeroja xwe, mamostetiya xwe, muhendisiya xwe da aliyekê û dest bi têkoşîna doza Kurdistan kir.
Dûran Kalkan, berî ku bibe ‘Abbas’, li zanîngeha Enqerê Fakulteya Fenê dixwend. Hevalê Hakî Karer bû. Rojek Hakî Karer ew anî û bi Rêber Apo da nasandin. Dûran Kalkan ê bi eslê xwe Tirk bû ewroj biryar da û di doza Kurdistan de wek neferek dest bi xebatan kir. Wî jî paşeroja xwe û jiyana xwe ya taybet da aliyekê. Mustafa Karasu, berî ku bibe ‘Karasû’’ li Enqerê fakulteya siyasalê dixwend. Di destpêkê de nêrînên wî yên cuda hebûn û bi israr tevlî koma Apoyiyan nedibû. Piştî demek, bi Rêber Apo re hevdîtinek pêk anî. Rêber Apo bi Karasû re 5 deqe diaxive û dibêje; “Tu şoreşger î. Tu nêrînên me di cîh de dibînî yan na? Rewşa gelê kurd jî li holê ye. Berpirsyariyên te jî hene Tu yê tevlî vê tevgerê bibî yan na?” Lê êdî Karasû firset nedî ku bibêja na. Qebûl kir û tevlî xebatên komê bû. Jiyana piştî zanîngehê ewroj li pey xwe hişt û dest bi rêwîtiya azadiya Kurdistan kir.
Ev 3 kes ji jiyaneke wiha tên û bixwestina wê di jiyana xwe de bibûna xwediyê gelek derfetan. Lê wan jiyana bi zehmet bijartin. Azadiya gelan tercih kirin. Tu bendewariyek ji bo jiyana xwe ya şexsî nexwestin. Ev 3 kes bi vê jiyana xwe ya fedaî di şertên dijwar de dijîn. Êdî emrê wan jî derbas dibe. Ew ji me tevan zêdetir dixwazin, Kurdistan azad be. Duh çawa jiyana xwe feda kirbûn, îro jî bi hêsanî dikarin fizîkî jî xwe feda bikin.Çawa dibe ku ev azadiya gelan an jî çareseriya doza Kurdistan were rojevê û ew jî terk bikin. Ev ne mimkun e.
Çalakiya Enqerê rêbazek azadkirina Kurdistanê ye.
Ka îtiraf bikin, dema êrîşên dijmin çêdibûn, dema komkujî pêk dihatin, li Kurdan zilm dihat kirin, we nedigot “çima aliyê metrepolan çalakî nayên lidarxistin. We nedigot “çima PKK’ê hêza xwe naxe pratîkê”. Çalakiya Enqerê bersiva van pirsên we bûn. Lê dijmin berê we da aliyek din. Dijminê di dilê xwe de derbxwarî, çalakî manîpule kir û kir parçeyek şerê taybet. Xwest tevgera azadiyê di çavên civakê de reş bike. Di hedefa gotinên Bahçelî de tunekirina tevgera azadiyê hebû. Tevgera azadiyê bi vê çalakiyê xwe parast. Planên wan ên tarî berteref kirin.
Ji xwe rêveberên PKK’ê di daxuyaniyên xwe de armanca çalakiyê bi detay anîbûn ziman. Min xwest, balê bikişînim li ser axaftinên ku ji bo rayedarên PKK’ê dibêjin; “ew ji bo paşeroja xwe naxwazin doza Kurdistan çareser bibe” bidim. Ev 3 kes bi tecrubeyên xwe yên salan, biryarên baş didin. Ji wan bawer bikin.