Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hilbijartinên Amerîka zêde bandorê li herêmê nake!

13/11/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Derektina dewleta Tirk, çareseriya aloziya Sûriyayê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar Cizîrî

Çend roj berê hilbijartinên Serokatiyê yên Amerîka hatin lidarxistin. Di encamê de namzetê Partiya Cemhûrî Doland Turam ku di sala 2019’an de Serokê Amerîka bû, bi ser ket. Ji ber di sala 2019’an de Turamp hêzên xwe ji gelek bargehên Amerîka yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kişand û rê da dewleta Tirk ku êrişî herêmê bike. Encamên hilbijartinên Amerîka û serktina Turamp di nava gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî rojevekî serke, hate nirxanin.

Her aliyekî li gorî şîroveyên xwe li ser mijarê xist. Dewleta Tirk û hemû hevakarên wê yên wekî PDK’ê û ENKS’ê mijar pir zêde kirin rojev. Dema mirov li şîrove û nûçeyên wan meyze dike, mirov dibêje qey wa Amerîka hêzên xwe vedikişîne û wa dê Erdogan êrişî herêmê bike.

Di nêrîna min de ew daxuyaniyên dewleta Tirk û hin şîroveyên bê bingeh ku hatin kirin, di çarçoveya şerê taybet de hatin pêşxistin. Ragihandina PDK’ê û ENKS’ê jî wekî alavekî di çavtirsandina gelê herêmê de hate bikaranîn. Bi van siyasetan dixwazin pêla koçberiya ji herêmê ku heye, hîn zêdetir bibe. Di nêrîna wan de bi hatina Turamp re xelas ezmûna dagirkirina Serêkaniyê  û Girê Spî wê dûbare bibe.

Ez di vir de nabêjim ne mumkine Turamp hêzên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê venakişîne. Dibe piştî dest bi erka xwe bike, hêzên xwe vekişîne û heta dibe bi dewleta Tirk re itîfaq bike, di rewşa tevlihev a di herêmê de her tişt mumkine.

Lê tişta ne mumkin ewe ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi têkoşîna xwe ya hevpar beriya Amerîka were herêmê şoreşa xwe destpê kir. Gavên mezin avêtin û sîstema xwe ya demokratîk ava kir, gavan paş de bavêje. Rêveberiya Xweser beriya wan hate avakirin.

Şerê DAIŞ,ê El-Nusra û çeteyên din ên dewleta Tirk beriya hatina Koalisyona Navdewletî were herêmê hate kirin. Xelkê herêmê tu carî çarenûsa xwe bi tu hêzekî derve girênedane. Neha jî wê çarenûsa xwe bi tu aliyan ve girê nedin.

Niha bi hatina Turamp a serokatiya Amerîka jî wê gelê herêmê ne li bende be, hêzên xwe vekişîne yan na. Ema heger mirov li rewşa li Rojhilata Navîn di aliyê jiyosyasî ve meze bike, Amerîka bêyî alîgirekî xwe yê bi hez di herêmê de misoger bike, ne mumkine navendên xwe yên li Bakur Rojhilatê Sûriyê vala bike. Turamp têkoşîna li dijî Îranê yek ji xalên sereke yên hilbijartinan xist rojevê. Ji ber ne mumkine Turamp wiha meydanê ji Îranê re vala bike. Dibe hinek bêjin mane dewleta Tirk hevkarê Amerîka ye û dê rola têkoşîna li dijî Îranê bimeşîne. Na, Dewleta Tirk mane duh di toreya 22’an a komxebata Astana bi Îran û Rûsiya re civiya. Bi wate baweriya Amerîka bi Erdogan wê ne wekî sala 2019’an be.

Li aliyê din şerê Îsraîl li Xeza û Lubnanê û hewldanên tunekirina Hemas û Huzib El-Alh di herêmê de derketine asta herî jor. Ev ji bilî tekoşîna li dijî DAIŞ’ê û metirsîna ji nû ve belavbûna wê di herêmê de, bi taybet ku di Koalîsyona li dijî DAIŞ’ê ne tenê Amerîka ye, bi dehan welatên din pê ve eleqedar e.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.