Navenda Nûçeyan/Qamişlo
Axa pîroz ku bi sedê salan bi xwîna lehengan dihat parastin di Tebaxa 2014’an de, di bin lingê qirêj de mabû. Lê şervanên rûmet û azadiyê Şingal di 13’ê Mijdara 2015’an de ji çeteyên DAIŞ’ê rizgarkirin, lê vê carê vegera Şingal bi fikir û felsefa xwe ji fermanan biparêze, serwer bû.
Navçeya Şengalê duyemîn mezintirîn navçe li parêzgeha Mûsilê piştî Tileferê ye. Wek “Iraqa Biçûk” hatiye binavkirin, ji ber ku ol û etnîkên cuda lê dijîn. Rêjeya gelê êzidî zêdetirî ji sedî 80’ê ye, her wiha rêjeyeke kêm ereb û Tirkmen ên misilmanên sunî û şîa, Suryan û Ermen ên xiristiyan jî lê hene. Di dîrokê de gelek komkujî li ser gelê Êzidî pêk hatin e, lê heta roja îro jî, bi hemû hêz û hewldanan xwe parastin e. Herwiha yek ji fermanên dîrokî yên ku li ser gelê Şengalê pêk hatiye, komkujiya êrişên çeteyên DAIŞ’ê ye.
Bi destekdayîna Tirkiyê DAIŞ xîlafeta xwe ragihand
DAIŞ’ê, bi destekeke vekirî û eşkere ji dewlet Tirk û Qeterê, xîlafeta xwe li Sûrî û Iraqê îlan kir. Di 9’ê Hizîrana 2014’an de DAIŞ’ê bajarê Mûsilê yê Iraqê dagir kir, hemû baregehên xwe yên çek û cebilxaneyan li vir ava kirin û bi beşdarbûna hin komên herêmî bajar wêran kirin, kuştin û koçberkirin pêk anîn. Li aliyekî din jî dîplomatên Tirk ji bo pêkanîna projeyên xwe û rakirina astengiyên li pêşiya pêkanîna armancên wê dibûn kelem di konsolxaneyên xwe de man.
Ji DAIŞ’ê re derfetên êrişî Şingalê hatibû dayîn!
Piştre jî lîstoka derbaskirina 350 DAIŞ’yan bi rêya erebeyan ji xaka Tirkiyê ber bi Til Ebyedê ve dest pê kir. Li gorî plana hatibû amadekirin, 350 DAIŞ’î li şûna 50 karmendên Tirk ên li bajarê Mûsilê mabûn, hatin guhertin. Efserekî îstîxbarata Iraqê ya şaxê Mûsilê di rûniştina guhdarkirina komîteya pispor a derbarê hilweşandina Mûsilê de axivîbû û diyar kiribû ku konsolê Tirk Ozturk Yılmaz dest danîbû ser hemû biryarên têkildarî Mûsilê û destê wî di radestkirina Mûsilê ji bo DAIŞ‘ê de heye. Beriya wê ji çeteyên DAIŞ‘ê piştî reva artêşa Iraqê ji piraniya deverên Mûsilê û navendên wê, êrişî Şengalê kiribû, gelek herêmên derdora Şengalê mîna Belîc, Qaîm û piraniya sînorê di navbera Sûriye û Iraqê yê Rojava û Başûrê Şengalê de serwerî lê kiribûn. Li gorî belge û şahidan, beşek ji kesayetên girêdayî hikumet û artêşa Iraqê û Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) û hikumeta Tirk destê wan di vê komploya li dijî Şengalê de hebû.
3’ê Tebaxê şeva pênc û dorpêça tarîtiya Şingaliyan bû
Bi êrişkirina çeteyên DAIŞ’ê gel banga amadekariyan û pêşkêşkirina çekên giran li hêzên parastinê dikir, lê fermandarên PDK‘ê fermana bersivandina êrîşê neda û tu tevger nekir. Lewra bi hêsanî di şeva 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê ji her alî ve êrişî Şengalê kir. Erdnîgariya Şengalê kirin nava pênc û dorpêçek kûr û mezin de. Tenê yek gotin heye; ‘bazdin, birevin’, ya rastî rev û bazdan jî firsendek bû, lê ev firsend jî, ji destê wan hatibû girtin. Ji ber vê yekê gelek ji wan bêyî ku bazdin, birevin terka Şengalê bikin ketin destê çeteyên DAIŞ’ê û Şengal ket. Ne tenê Şengalê ket, gelê tê de dima jî, bi qirkirineke dijwar re rû bi rû ma.
Îxaneteke bê sînor!
Di dîrokê de, zilm û zordariya zîhniyeta desthilatdariya perda ewrê çarenûsa bajarê Akadê di tarîtiya şeva 3’yê Tebaxa 2014’an bi ser Şengalê de hat. Gelê Êzidî ku li Şengalê bi berbangê şiyar dibû û bîr û baweriya xwe bi tîrêjên rojê re ronî dikir, di nav lepên çeteyên DAIŞ’ê de rih dida. Axa pîroz ku bi sedê salan bi xwîna sor û spî ya lehengan dihat parastin di bin lingê qirêj de mabû. Sedema wê jî gelê Êzidî careke din bi îxaneteke mezin ya bê serûber rû bi rû ma. Gava ev kêlî tên bîra mirovan axîneke kûr tê kişandin. Sedema vê axînê jî îxanet bû, gelekî ku xwedî mîrateyek ewqasî dîrokî ya berxwêder û têkoşer ku her li beramberî êrişên bi vî awayî serîrakiriye, şer kiriye, li ber xwe daye, xwe parastiye, di nava çend saetan de bû qurban.
Xwediyê rûmet û hêzê bûn xelasiya Êzîdiyan
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji bo xelaskirina êzidiyên li çiyayê Şengalê korîdoreke mirovî vekir. Bi sed hezaran kes ji komkujiyan rizgar kirin û ew gihandin kamp û gundên ku Rêveberiya Xweser ji bo pêşwazîkirina wan vala kiribûn. Di vekirina vê korîdorê de 150 şervanên YPG û YPJ’ê şehîd bûn. Li aliyekî din jî li çiyayê Şengalê gerîlayan û kesên ji Şengalê yên dilxwaz, parastin dikir.
Wêrekbûna şervanan û tirsa xiyanetkaran li Şingalê xuya bû
Pêngava rizgarkirina bajarê Şengalê bi banga Rêber Apo di dîroka 11’ê mijdara 2015’an bi alîkariya hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Gerîlayên HPG û bi tevlêbûna ciwanên gelê Êzidî yê welatparêz destpê kir. Ji bo rizgarkirina bajarê Şengalê, ji bo bi PDK’ê re hevbeş operasyon bê destpêkirin hewldanek ji aliyê fermandariya YBŞ’ê de hat kirin. Lê PDK’ê ji ber hebûna Tevgera Azadiyê înkar dikir, ji nedîtî dihat, qebûl nekir.
Şengal bi lehegiya Egîdan rizgar bû
Fermandar Egîd Civyan wiha digot, ‘Gava PDK’ê hat operasyonê, ne ku Şengalê ji DAIŞ’ê rizgar bike, weke ku hewl bide ji me rizgar bike, tevdigeriya’. Ji hevalê Egîd Civyan şahidê herî mezin wê demê bû ku bi PDK’ê re di nava danûstendinê de bû. Ev jî dide xuyakirin ku ji mayîna çeteyên DAIŞ’ê zêdetir, ji mayîna îradeya Êzidiyan nerihet dibûn. Ji bo Şengal ji DAIŞ’ê bê rizgarkirin kesî hewldaneke herî biçûk raber nekir, heta ku ji aliyê hêzên HPG, YPG, keç û xortên welatparêz ên Êzîdiyan ve dest bi pêngava rizgarkirina Şengalê hat kirin. Di vê wateyê de, ji pêvajoya roja fermanê heya rizgarkirina wê bi çeteyên DAIŞ’ê re şer rojane didomand.
Dastanên lehengî Egîd û şervan bûn ne xiyanetkar bûn
Berî destpêkirina operasyonê HPG’ê tevlî ciwanê Êzidî ji 50 metre nêzî çeteyên DAIŞ’ê ketin çeperê şer. Şerê van çeperan li beramberî hev bûbû lîstoka kî kê têxe xefikê, bênavber didomand. Di van çeperan de gelek destanên lehengî û hunerî dihat nivîsandin. Di vê pêvajoyê de gelek çalakî û şehîd çêbûn. Di vê pêvajoyê de jî hêzên PDK’ê yê mala Mesûd Berzanî pêşmerge tinebûn. Çeteyên DAIŞ’ê di vê pêvajoya têkoşîn û berxwedanê de hêvî û îradeya xwe şikestibû, lawaz bibû. Yanî tovên rizgarkirina Şengalê di vê pêvajoyê de hatibûn reşandin. Şengal li ser vê mîrateya têkoşîn û berxwedana keç û xortên ciwanên Êzidî bi ser ket.
13’ê Mijdarê roja tolgirtin û serkeftinê ye
Tevî nêzîkatiyên PDK’ê jî, operasyon di fermandariya Egîd Civyan, Nûjîn û Dilşêr de, destpê kir û ev operasyon xeter bû jî, ji ber çeteyên DAIŞ li Şengalê xwedî hejmarek zêde bû û xwedî teknîkek xurt bû. Wê gelek çeper çêkiribûn. Hêzên HPG’ê tevî desteka YPG’ê, keç û xortê Êzidî bi giştî du hezar bû. Çek û cebilxana di destê wan de jî hem kêm û hem jî yê navîn bûn. Lê yên hêzên PDK’ê 7 hezar û 500 pêşmerge, 200 hammer, 100 BMB û panzêr, 30 tank û tevlî artêşekê hebûn. Di vê demê de, PDK’ê hem di aliyê hejmar de û hem jî di aliyê teknîkê de dehqat zêdeyî hêzên gerîla, YPG, YPJ, YBŞ û YJŞ bûn. Lewma tena serê xwe destpêkirina operasyon nehêsan bû. PDK’ê bawer nedikir ku hêzên HPG û YPG’ê bêyî wan dest bi operasyonê bike. Ji ber jê re bedelekî giranbûha, fedekariyek bêhempa, fedayiyek dîrokî û lehengiyek destanî ya bi biryardarî û baweriyek xurt lazim bû.
Şingal li ser koka xwe şîn tê
Her kêlî di dîrokê de kesayetên pêşeng derdikevin holê. Pêşengê vê pêvajoya jî di fermandariya Egîd Civyan, Dilşêr Herekol û Nûjîn de bi hestên tolgirtina jin û zarokên Êzidî bi coş û kelecanek fedayî dest bi operasyonekê kirin. Heta rizgarkirina Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê hêzên PDK’ê nebûn. Lê piştî rizgarkirina Şengalê Mesûd Berzanî hat çiyayê Şengalê daxuyanî da û got, ‘Li Şengalê tenê hêzên pêşmerge heye, ji bo rizgarkirina Şengalê pêşmergê leheng pîroz dikim. Li vê de ji bilî ala Kurdistanê tu alê din nînin û wê nehejin’. Lê heqîqet berovajî bû, ji bo şerê derûnî û taybet bimeşînin û civakê bixapînin, deh erebê zindî û ragihandina nêzî xwe ajîte û propaganda dikirin. Di rastiyê de, li bajarê Şengalê, tenê hêzên HPG- YPG’ê û ciwanên Êzidî hebûn. Lê piştî Şengal tê rizgarkirin jinûve hêzên PDK’ê dikevin Şengalê û di raya giştî de radigihînin ku wan Şengalê rizgar kiriye.
Rêber Apo dibêje, ‘famkirina heqîqetê’ lê heqîqet ji zû de hatibû fahmkirin ku neyê pişta xwe dane Şengalê yê berê xwe dane Şengalê rizgar kirine. Ji ber şervanê berê xwe dane Şengalê şervanê heqîqetê ne, ne ji bo berjewendiyê xwe bi îddîa û biryardariya tolgirtin û rizgarkirina Şengalê çûbûn. Ji ber ew sondxwariyê tolgirtina gelê Êzidî bûn. Di dil û mejiyê wan de, di xeyalê wan de, tenê rizgarkirin hebû. Ew jî di roja 13’ê Mijdara sala 2015’an de Şengal bi temamî ji destê DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Lê vê carê vegera Şengalê pir cûda bû, vegereke bi fikir û felsefa xwe ji fermanan biparêze, serwer bû. Ji xwe hedefa vê fermanê hebûna Şengalê ji kok de ji holê rakirin û qirkirin bû. Lê îro Şengal bi fikir û felsefa baweriya Êzdiyatî li ser koka xwe şîn dibe.