Nehîr pale
Sîstema baviksalarî bi rê û rêbazên cuda di mejiyê zayendeperestan de ferasetên kûr dane çandin. Di encama wan ferasetan de li ser jinê tûndiyeke dijwar tê kirin. Li beramberî tûndiya mêr li ser jinê dide meşandin bertek ji aliyê civakê ve dernakeve. Jin jî ji ber zexta li ser wê hebûna xwe weke jin înkar dike yan jî koletiyê li ser xwe dipejirîn e.
Hebûna jinê çawa tê înkar kirin? Jin çênabe ku derbasî ciyên pîroz bibe, ciyê ku mêr lê heye nabe ku jin li wêderê hebe, di şîn û şahiyan de wê jin li quncikan bin, çênabe ku kesek wan bibîne. Dema ku jin derbikevin derve divê heyanî riwê wan xuya neke û misoger mêrek pêre hebe. Hinek mêr hene ji xwe destûr nadin ku hevjîn û keçên wan bi temamî derbasî ciyê qerebalix lê hebe, bibin. Gelek lewaziyên jin jî hene ku li beramberî van rêbazan bêdeng bimîne. Êdî civakê bi jinê daye qebûlkirin ku ew bê mêr nikarin bijîn û divê bi alîkariya mêr jiyana xwe berdewam bikin.
Rêber Apo yê yekemîn e ku li hemberî vê yekê derket, qebûlnekir ku mêr serdestiya xwe li ser jinê berdewam bike û li hemberî hişmendiya mêr a ku her tim jinê kole dibîne dest bi şoreşê kir. Ji ber vê yekê di avakirina artêş û tevgerên jin de giringî da têkoşîna hebûnê. Têkoşîna hebûnê kî destpêkir? Jinên şoreşger û têkoşînvan.
Dîroka têkoşînê ya hebûna jinê gelekî kûr e û bi hezaran jin di vê têkoşînê de xwe feda kirin. Jin li hemberî zayendeperestiyê riya siyemîn hilbijartin, ne li malbata ku wan difetisîne bimînin û ne jî bibin mulkê mêr, lê belê tevlî Tevgera Azadiyê bûn. Jinên ku xwendin li ser wan hatibû qedexe kirin, nikarîbûn ji malê derbikevin berpirsyartiya rizgarkirina welat rakirin û berê xwe dan ciyê ku hebûna xwe lê ava bikin. Jinên ku zanîngeh bi dawî kiribûn, ên zewicî bûn û yên zarokên wan hebûn Tevgera Azadiyê ciyê xwe dîtin. Her tiştê ku civaka zayendperest karê jinê nedidît fêr bûn. Tevlî şer bûn, bûn fermandar û ciyê xwe di hemû xebatan de girtin.
Piştî têkoşîna jinên şoreşger êdî dengê jinê tê bihîstin. Her ku xebatên jin berfereh dibin hebûna wê diyar dibe. Hemû teoriyên ku dibêjin jin lewaze, nikare bibe hêza parastinê, guhertin û pêşxistinê vala têne derxistin. Jinê dest bi pêvajoya ku divê teoriya Platon a ku dibêje `Jin mêrê kêm e` were tine kirin, hinek gotinên ol ku dibêjin: `Jin ji parsuyê mêr çêbûye` werin guhertin. Têkoşîna hebûnê tê kirin û zîhniyeta mêr ê were guhertin.
Jiyana ku em hêvî dikin şer lê nebe, edalet li pêşbe, her kes berpirsyartî rabike bi hevre bibin alîkar, bi keda xwe bijîn, di têkiliya civakî de hezkirin û rêzdarî hebe, wê jin ava bike. Bi hebûna jinê re hemû pirsgirêkên civakî yên temenê wan bûye 5 hezar sal ê werin çareser kirin. Ji bo em bighîjin vê yekê şerte ku em pêdiviya rêxistinkirine, berxwedan û têkoşînê hîs bikin û daxwaza hebûna xwe bikin.