Yasmîn Omo /Hesekê
Hevseroka mala jinê Lamiya Mihemed diyar kir ku di mala jin ya bajarê Hesekê de jin ji hemû pêkhatiyan cihê xwe digirin û di çaresrkirina pirsgirêkên jinan de roleke girîng dilîzin.
Jinên Rojavayê Kurdistanê di sala 2004’an de bi pêşengiya Yekitiya Star dikaribûn xwe bi rêxistin bikin. Piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê ev gav pêşve çûn û jin dikaribûn gelek sazî, dezgeh û rêxistinên jinan ava bikin. Yek ji wan saziyan Mala Jin e ku dikaribû bibe dengê jinên rastî zehmetiyan tên. Mala Jin di 20’ê Adara 2011’an de xwe yekem car li bajarê Qamişloyê bi rêxistin dike. Di Mala Jin de hemû endam ji dayikan pêk tên û ev dayik dema jin rastî pirsgirêk û zordestiyê dihatin, dikaribûn çareser bikin û bibin dengê wan. Ji bo ku em zêdetir kar û xebatên Mala Jin binasin hewceyê lêkolîn û guhdarîkirina kesên ku tê de kar û xebat meşandine hebû.
Derbarê kar û xebatên Mala jin a bajarê Hesekê, rêveberiya wê Lamiya Mihemed ji Rojnameya me re axivî.
Lamiya Mihemed di destpêka axftina xwe wiha got: ‘‘Piştî avabûna mala jinê li bajarê Hesekê jinên ji pêkhateyên cuda cihê xwe girtin û xebatê didin meşandin. Pi taybet pirsgirêkên jinan tên çareserkirin. Karê me li gorî zagona Rêveberiya Xweser hatiye diyarkirin’. Ji xwe bûyerên herî berbiçav ên ku dighêjin me û yên ku di nav civakê de belavbûye, bi piranî ji ber zewaca temenbiçûk e. Pirsgirêkên tên gel me; şidet, pirzewacî û zewaca temenbiçûk û hwd. Li cem me mafê tevahiya endamên malpatê parastiye.”
Lamiya axaftina derbarê mekanîzmeya kar û xebatên mala jin de wiha got: “Li 22 bajar û bajarokan komîteyên me yên dadweriyê hene û ew girêdayî Hesekê ne. Armanca komîteyên me belavkirina hişyariyê û çareserkirina dozê têkildarî jinan e. wekî dozên destdirêjiya mêr, kevneşpiyên civakî yên derheqê jinê de, çewisandin û bêmafhiştina ji mafê mîras. Ji ber zihniyeta mêr jin li tevahiya herêmê rastî çewisandinê tê. Wekî mala jin jî hewil dide çareseriyekê guncaw ji van pirsgirêkan re bibînne. Bêyî ku zerar bighêje tu kesî ji malbatê.”
Rêvebera Mala Jin a bajarê Hesekê Lamiya Mihemed balkişand ser hejmarê dozên ku hatine ji wan re û axaftina xwe wiha bi dawî kir: ‘‘Hejmara dozên di asta saziyê de dighêje 200 ’î , piraniya wan dozan nakokiyên zewacê ne , dozên weke lêdan, tûndî , pirzewacî û zewaca temenbiçûk de sewqî Dozgeriya komarê tên kirin, ev nakokî derbasî dadmendiyê dibin ji ber ku çareserî jêre tune, li dadmendyê jî piraniya wan bi li hevhatinê tên çareserkirin . Tevî hemû zehmetiyan ku di destpêkê de derket pêş, lê niha civakê rola jinê wekî ya mêr çi mêr qebûl kiriye. ’’