Lîloz Hisên/Qamişlo
Bi armanca balkişandina ser Roja Cîhanî Ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, Meclisa Jinên Sûriyê bi sernavê” Penabertî û bandorên wê li ser jin û civakê” komxebatek li Hola Zana ya bajarê Qamişlo lidar xist.
Meclisa Jinên Sûriyê di nava hemeleya ku destpêkirbû ji bo Roja Cîhanî Ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, komxebatek derbarê danasîna koçberiyê, bandora wê li ser jinê û tundiya ku derheqê wê pêk tê di nava jiyana koçberiyê de, herwiha pirsgirêkên ku li hemberî wê derdikevin; komxebatek li dar xist.
Di komxebatê de kesayetên serbixwe, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên jinan hazir bûn.
di destpêkê de bi xêrhatina mêvanan hate kirin ji hêla dîwanê, piştre senevîzyoneke hate pêşandan derbarê penabertiyê.
Piştre dest bi çalakiyên komxebatê hate kirin. Komxebat li ser du mijaran hate sekinandin, mijara yekemîn (danasîna koçberiyê, sedem û cudahiya di navbera penabertî û koçberiyê de) ji hêla We`ed El-Wecdî ve hate dayîn. Mijara duyem derbarê (bandora penabertiyê li ser jin û civakê) ji hêla Erîfa Bekir ve hate dayîn. Di dawî de komek ji pêşîniyar û biryaran hate girtin.
Mijara yekemîn
Di mijara yekemîn de penabertî hate danasîn, herwiha hate tekezkirin ku herî zêde rewşên penabertiyê ji nav dewletên cîhanê li Sûriyê û Efxanistan jiyan dike, We`ed El-Wecdî mijara xwe wiha domand: “Tu rêxistineke navdewletî tune ye ku parastina mafên penaberan bike, li herêmên operasyona Kaniya Aştiyê ku şênî bi darê zorê koçber bûn ji ber tirs û kuştinê li ser destê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, herwiha ji vê zêdetir mal û milkên wan tên destserkirin, ev yek di qanûnên mirovahiyê de cihê şermezarkirinê ye, lê raya giştî ya cîhanî li ber vê binpêkirin û kirayarê bedeng e. Piştî derbasbûna 11`salan ser şoreşa Sûriyê mirov dibîne ku her ku diçe alozî kortir dibe û hemwelatî dibin qurbanî û êşê dikşînin, çi di hundirê Sûriyê de an derve.
Mijara duyemîn
Di mijara duyemîn de ku ji hêla Erîfe Bekir hate dayîn ku zêdetir bal kişand ser bandora penabertiyê li ser jin û civakê, çawa jin di kampên penabertiyê de hemû awayên tundiyê jiyan dikin, jinên bi temenê biçûk tên zewicandin da ku barê malbatan kêm bibe an ji ber xizaniyê, herwiha da ku destdirêjî liser jinan neyên kirin bi zilamên bi temenê mezin tên zewicandin. Ji mafên xwendinê tên dûrxistin. Ev hemû bandoreke neynî li ser pîskolojiya jinan dike, kesayeta wê lawaz dike û gelek jin dighêjin asta xwekuştinê.
Di komxebatê de mudaxele ji hêla beşdaran ve hate kirin nîqaş hate kirin ku çareseriyeke ji bo pirsgirêkên jinan bê dayîn, piştgirî û destek ji bo tevahî penaberan bê pêşkêş kirin, rola rêxistin û komeleyan bê çalakkirin da ku barê penaberan kêm bibe. Herwiha daxwaz hate kirin ku vegereke bi ewle ji bo vegera penaberan li cih warên xwe bê misogerkirin.
Di dawiya komxebatê de komeke ji pêşînyaran û biryaran hate dayîn, hin ji birayar û pêşîniyar wiha ne:
1-Bal bê kişandin ser penaberên jinên ên Sûriyê ji tevahî waran.
2-Avakirina komîteyekê ji bo şopandina mal û milkên penaberan li herêmên dagirkirî.
3-Tekezkirina li ser rola rêxistinên mirovahî û hûqûqî.
4-Balkişandina ser rewşa penberan bi awayekî giştî û başkirina rewşa wan.
5-Şopandina binpêkirin, tundiya li ser jinê pêk tê di nava civakan de û belgekirina wê bi awayekî fermî û qanûnî û şandina wê ji bo aliyên peywendîdar.
6-Avakirina komîteyek ji bo şopandina rewşa penaberan û peydakirina pêwistiyên wan da ku barê wan kêm bibe, ne tenê penaberên di kampan de lê bi giştî.
7-Avakirina komîteyek ji bo şopandina hevgirtina tevahî gelan û pêkhateyan û berfirehkirina hewildanên wan di tevahî çalakiyan de, da ku hemû herêmên dagirkirî bên rizgarkirin.
8- Bang ji bo hemû aliyên navdewletî û rêxistinên mirovahiya ji bo pêşkêşkirina piştgiriya acil bi taybet ji bo jin û zarokan.
9-Tekeziya li ser giringiya raghandinê di balkişandina ser binpêkirinên ku derheqê jin û zarokan di kampan de pêk tê.
10- Nirxandina kar û xebatên rêxistinan û komeleyan berpirsyartiyên wan ber bi civak û penaberan.