Lîstikvan Ebdilmecîd Xelef da zanîn ku şanoya “Yê Ku Nayê” şanoyeke Inglîzî ye, ji wergera erebî li gorî civaka kurdî hat pêşkêşkirin. Herwiha Xelef diyar kir ku naveroka wê li ser xewin û hêviyên dema pêş ên ku pêk nayên.
“Yê Ku Nayê” şanoyeke ku di duyemîn Mehrecana Rojava ya Çand û Hunerê de li navenda HRRK’ê, pêşiya gelek kesên rewşenbîr hate pêşkêşkirin.
Nivîskarê wê Riyad Usmet e û bi derênereya Ebduljabir Hebîb hatiye amadekirin.
Têkildarî şanoya Yê Ku Nayê, lîstikvanê wê Ebdilmecîd Xelef, ji rojnameya me re axivî.
Amadekarina şanoyê
Xelef girêdayî amadekirina şanoya ‘Yê Ku Nayê’ û pêşkêşkirina wê, wiha got: “Ev şano di bingeha xwe de ya şanogerê ferensî Samoyêl Bêkît e, ji şanoya bi navê Ebes(Fî Intîzar Godo) hatiye nivîsîn, lîstikvanên wê 5 in. Lê Riyad Usmet bi şêwazê erebî nivîsand û hejmara lîstikvanan kirin 2. Me jî bi rêbazekî xweş û hêsan li gorî civakê bi zimanê gelêrî dûrî wêjeya giran pêşkêş kir. Wekî em dizanin zimanê şanoya Ebes pir wêjeyî û giran e, mijara wê jî ji civaka me re ne guncav e. Me bi riya wergera ber bi zimanê kurdî ve tiştekî xweş amade û pêşkêş kir. Şanoya ‘Yê Ku Nayê’ ji aliyê Dibistana Şano ya girêdayî Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatiye amadekirin. Ev nêzî 6 mehan e ku em amadekariya wê dikin. Herwiha me li ser xwesteka rewşenbîran li Navenda HRRK’ê pêşkêş kir.”
Name û çîroka şanoya “Yê Ku Nayê”
Ebdilmecîd derbarê name û çîroka şanoyê wisa anî ser ziman: “Şanoya Yê Ku Nayê, li ser çîroka du kesan hatiye hûnandin. Naveroka wê li ser bêsemaxî û bêhêviyê ye, hem jî girêdayî xewnên ku pêk nayên. Herdu kes hevalên hev in, yek ji wan hertim tevlîhev û bêhêvî ye, pê re jî hertim pirsan ji hevalê xwe dike. Hem jî dixwaze hertişê ku li derdora wî çêdibe têbigihêje. Yê din jî jiyanê fêm dike û dilaram e ji ber ku hemû tiştan nas dike. Ew ji welatê xwe dûr dikevin û dibin koçber, ew bi tena xwe li devereke vala dimînin. Karekterê tevlîhev, dixwaze siberojê nas bike û bersivên pirsên xwe bi dest bixe, jê dipirse ‘Wê hêviya di dil de pêk were yan na?’. Lê kesê din, ne li gorî ku dilê wî dixwaze, pirsan dibersivîne. Di dawiyê de hevalê xemsar û dilaram ji aliyê hevalê wî yê bêhêvî ve tê kuştin û ew bi tena xwe dimîne. Piştî ku wî dikuje, poşman dibe, ji ber ku bi tena xwe di çolistanê de li gel dengê ba û guran dimîne. Dengê ba ew xeterî û pirsgirêkên dinyayê ne û dengê guran jî dengê dijmin e. Me xwest ku di vê şanoyê de rewşa kurdan bi teyîsînin. Name jî ew bû ku divê kurd bizanibin, di astengiyan de hevaltî û biratî riya pêkan ji bo diyarkirina çarnivîseke baş a kurdan e.”
Girîngiya pêşkêşkirina şano ji bo civakê
Lîstikvan Ebdilmecîd Xelef girîngî û rola şanoyê ji bo civakê wiha rave kir: “Şano tişta herî girîng e ji bo civakê, pêwîstiyeke mezin a civaka me bi şanoyê heye. Ji ber ku kesên şanoyê pêşkêş dikin, ji civakê nêz dibin, tu sînor di navbera wan û civakê de namîne. Bi vî awayî jî şanoger fikr û ramanên xwe, hem jî mijarekê bi civakê re parve dike. Herwiha şanoger civakê dixin bin bandora xwe. Nimûne, şoreşa ferensî ji dikeya şanoyê dest pê kir, şanogeran bi rêya pêşkêşkirina şanoyan hiştin şoreşekê li dar bixin. Armanca me jî ku em bi rêya pêşkêşkirina şanoyên xwe, nameya xwe bi hemû rêbazan bighînin civaka xwe, nexasim di warê perwerdeya sincî û mirovî de. Şanoya Yê Ku Nayê, li gelek sazî û navendên cuda hatiye pêşkêşkirin. Lê em ê di dema pêş de hewl bidin ku li kolanên taxên bajarên xwe şanoyên bi vî rengî pêşkêş bikin. Sedem ew e ku em çiqas ji civaka xwe nêzîk bibin wê karê me hîn bêhtir bi encam be, wekî din jî dibe ku civaka me nikaribe li navendan ama de bibe. Lewma da ku xebata me cihê xwe bigire û em hîn bêhtir nêzî civakê bibin, pêwîste em di warê şano de ji qalibê kevnar ê dikeya şano derkevin nava gel.”