Hemza Sêvo/ Qamişlo
Muzîk awaz û rîtim û henaseya xweş e mirov di nav zanistê de vedîtiye. Muzîka kurdî jî heman tişt e, jê zêdetir jî, cihekî taybet di nav jiyana kurdan de heye. Bi dirêjahiya dîrokê re kurd di warê kultûr û muzîkê de gelekî kevnar û dewlemend in.
Danasîna muzîkê
Peyva music a bi zimanê inglîzî û mousike ya bi zimanê yûnanî, hunera rêxistinkirina dengan bi rêbazekî xweş û geş ji bo mirov e. Lê piştî lêkolînkirina zanista muzîka gelan û zanista cihêrengiya muzîkê ya li ser asta cîhanê hate der ku ev danasîn pir hêsan e ji bo muzîkê, ji ber ku pir wateyên berfireh jê re di sedsala 20’an de hatine destnîşankirin. Di wê demê de muzîk hat pênasekirin ku ew dengên xweş e, ji pêkhateya hevsengiya awazî û rîtmê pêk tê. Muzîk ji cureyên deng û awazên amûran bi riyeke lihevhatî û bi rtim pêktê. Herwiha di seranserî dîrokê de muzîk dihate naskirin di derbirînkirina hestên mirovan de bi rengên cûr bi cûr û ji hev cuda û di dema nûjen de hate bikaranîn ji bo dermankirina piskolojiya mirovan.
Hin taybetiyên muzîka kurdî ya kevnar
Piraniya caran stranên kurdan li ser jinekê ye û pir kêm caran hestên dilxweşî û bi giştî jî hestên xemgînîbûnê tîne zimên. Dengbêj van stranan gund bi gund digerin, vedibêjin û gelêrî dikin. Di heman demê de vediguhêzin kesên dîtir, dengbêj dibin navgîna ku gelek mirov bi heman rêyê stranên bikar bînin û di nav gel de bidine belavkirin. Strana kevnar ya kurdan spartiye dubarekirina bendekê ye. Dema ji bendekî derbasî bendeke din dibe, tenê gotin tên guhertin. Hemû stran û lawik ( Serhewa ) ji serî heta dawiyê bi heman ruhî berdewam dike. Pasajên sivik (Bihereket) û coşdar ên ku herikîn an jî hewaya stranê qut bikin, nakevin navberê. Di vê yekê de, di destanan de hin taybetmendî hene. Ji bo her beşeke biaksiyon a destanê qalibê newayek ( Melodiyek) û rîtmeke cuda hene. Muzîka kevnar ya kurdan yekdengî ( Tekdengî ) ye û xwedî karakterekî ‘vokal’ e. Amûrên muzîkê gelek caran wekî armanc dide ber xwe ku guhdar bike û rewşeke wisa ku bikaribe peyama gotinên stranan baştir têbigihîje ango bi awayekî îzafî xwedî roleke talî ye. Karakterê koçberiyê, di asteke girîng de bandor li muzîka kurdan kiriye. Di dema pîrozkirina derketina zozanan an jî daketina germiyanan, çêbûna berxikan û berxbiriyê ( Qusîna hiriyê ), de stranên girêdayî dîrokê, xwedî cihekî girîng in. Muzîka kurdên ku bi çanda çiyan û di nava çanda deştan dijiyan, tiştekî cuda ye. Çendî li herêmên çiyayî stranên ku bêhtir sert, kirpandinên wan xurt û amûrên bayî li pêş bin jî, lê li nav kurdên deştî stranên ku bêhtir xwedî ruhekî aram û xwedî hej û amûrên jîdar in, hene. Di muzîka kurdî de hejmara berhemên ne reqsî pir kêm in. Bi giştî rêgezên ku têne bikaranîn jî; 6/8, 2/4,10/8 û hwd in. Herçiqas pêlawaz ku têne bikaranîn bi giştî rast, newrozî, kurdî, çargah, buselîk, hîcaz û hwd. bin jî, dikare bê gotin ku hemû meqamên li Rojhilata Navîn hene, têne bikaranîn. Di muzîka kurdî de bi awayekî giştî deng dikare di her astekê de dest pê bike, lê bi dengê bingehîn kuta dibe. Melodî bi giştî di seyreke berbijêr û berbijor-berbijêr de ye. Bi giştî di nav pîvanê de “es” ( Îşareta hiş be ) nayê bikaranîn. Amûrên muzîkê curbecur in, her yek jî dengek taybet derdixe û hestê her amûrek ku dide cuda ye. Ji ber wê jî di muzîkê de, li gorî dengê wê û hestê ku dide, her amûr cihên cudacuda tên bikaranîn.