Can Yûsif
Hunermend Nisrîn Botan stêrka ku bi salan ronahiya wê diçirisîne .
Ji demên kevnare û vir ve, ji civaka Kumînaliyê destpêkiriye, jinên Kurd mohra xwe li dîrokê dane û ispat kirine ku ew afrînerê şaristaniyan û perwerdekarên nifşan in.
Ew nîvê civakê ye û nîvê din jî ew xwedî dike ku ji mêj ve ronîkirina civaka xwe girtiye ser milê xwe û sedema sereke ya parastina ziman, çand û dîroka gelê xwe ye.
Ew bi hebûna xwe ya afrîner ji demên kevnar ve, çi di warê mîras û folklorê de, çi di cil û bergan de, çi di hêla muzîk û stranbêjiyê de tê nasîn. Hin hunermendên jin ên Kurd şopên ku newin jibîrkirî hiştine di warên cuda yên hunerên curbecur de, di nav helbest, huner û wêjeya Kurdî de, jina Kurd xwedî rabirdûyeke bi rûmet û îroyîneke ronake.
Gelek hunermendên jin ên Kurd karîn navên xwe di nav qadên hunerî û çandî de bihêlin û rola xwe di parastin û pêşxistina çanda Kurdî de bilîzin di nav wan jinên ku karîn navên mezin di cîhana huner û afirînerî de bidest bixin û navê xwe li wargehên çanda Kurdî ferz bikin yek ji wan hunermend Nisrîn Botan e.
Hunermend û stranbêja Kurd Nisrîn Botan di 9’ê Cotmeha 1982’an de li gundê Hilko yê girêdayî bajarê Qamişlo, bajarê çand û zanistê, bajarê evîn û aştiyê, ji du dê û bavên kurd (Ebdul Celîl û Ezîze) hatiye dinya yê, ew di nav malbateke kurdperwer ya welatparêz de, ku mişt ji ruhê neteweperweriyê û heskirina welat ku ji neh zarokan (çar keç û pênc kur) pêk tê, mezin bûye, malbata wê derî û dilê xwe ji tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê re vekir û zarokên wê di destpêka salên notî yên sedsala borî de tevlî refên têkoşîn, şoreş û çalakiyên gelêrî, çandî û hunerî bûne û tişta ku herî giranbuha û bi rûmeta li cem wan û kezeba xwe pêşkêş kiriye ji bo doza xwe, azadî û rizgariya welatê xwe Kurdistanê.
Nisrîn Mihemed dibistana seretayî li gundê Hilko û qonaxên amedeyî û navîn li bajarê Qamişlo xwendiye. Meyla wê ya hunerî û hezkirina wê ya ji bo stranbêjî, muzîka kurdî û folklora kurdî di ciwaniya xwe de, hîn di sêzdeh saliya xwe de destpêkiriye, di bin bandora xwişka xwe ya şehîd Mezgîn de ku di wê demê endamê koma Botanê bû.
Hunermend Nisrîn di sala 1995’an de tevlî koma Botan ya hunerî bûye dema ku di qonaxa dibistana navîn de bû bi rêya xwişka xwe şehîd Mizgîn, di destpêkê de beşdarî beşa dîlanê û paşê şanoyê û di sala 1997’an de tevlî beşa muzîk û stranbêjiyê bûye, û heta îro jî hîn ew berdewame di koma Botan de kar û xebatê dike.
Hunermend Nisrîn di sala 2001’ê de zewicî û dayika sê zaroka ye (du kur û yek keç) .
Di sala 1999’an de dest bi kariyera xwe ya hunerî kiriye û paşê bi stranbêjiyê beşdarî aheng û şahiyên netewî û helkeftên niştimanî bûye. Ew beşdarî kasêta koma Botan ya sêyem bûye bi strana xwe ya bi navê (Kurdistan)ê. Di gelek stranên Koma Botan de cih girtiye û di wan stranan de roleke sereke lîstiye. Bi taybetî piştî destpêkirina Şoreşa Rojava, wê di gelek stranên cihêreng û gelêrî de wek strana “Wa Şehîd, Dehola Şer, Herderî Serhildane” û gelek stranên din de roleke girîng lîstiye.
Li Rojavayê Kurdistanê li hemû bajar û bajarokan, bi koma Botan re û him bi tena serê xwe beşdarî gelek konser û festîvalan bûye. Weke hunermend zêdetirî carekê li derveyî Rojava, li Rûsiya, Herêma Kurdistanê, Libnan û Şamê, beşdarî gelek şahî, festîval û ahengan bûye. Hunermend Nisrîn Botan di damezrandina Yekîtiya Hunermendên Cezîrê de roleke sereke lîstiye û zêdetirî du salan hevserokatiya Yekîtiya Hunermendên Cezîrê kiriye,di wê heyamê de bi hevalên xwe re gelek konser û festîvalan pêşkêşkirine, wek:
– Festîvala Bizqê
– Festîvala Stranan
-Lidarxistina şahiyên muzîkê yên heftane ji bo hunermendan.
Her wiha di dema karê xwe de weke hevserokatiya “Yekîtiya Hunermendên Cezîrê” û bi komîteyeke hunerî re straneke hevbeş çêkirine, tê de 27 hunermendên Rojavayê Kurdistanê ji hemû aliyên siyasî beşdar bûne, di nav wan de ew (Nisrîn Botan) û gelek hunermend û stranbêjên Kurd li Rojavayê Kurdistan hebûn, wek:(Beha Şêxo, Amir Remo, Îmad Xelef û gelek hunermendên din) Strana wan bi navê “Ev Walat” ku têde behsa yekîtiya kurdan dikir. Her wiha hunermend Nisrîn Botan di sala 2020’an de beşdarî straneke hevbeş ya bi navê “Banga Netewî” bûye bi stêrkên sereke yên hunera Kurdî yên wek (Xelîl Xemgîn, Diyar Dêrsim, Dilovan, Bengîn Efrînî, Mihemed Bilko, Bilind Îbrahîm, Çobî Fetah, Deniz Deman, Mizgîn Tahir, Şivan Perwer, Niyazî, Yasmîn, Sefqan Orkêş, Ciwan Hesen û çend hunermendên din ên kurd re) strandiye.
Di salên (2019-2021)’an de hevserokatiya Tevgera Çand û hunera Mezopotamyayê kiriye û hunermend Nisrîn gelek stran amade kirine ku dê di demek nêzîk de belav bike.
Hunermend Nisrîn Botan heta niha deh stranên netewî û şoreşgerî yên taybet bi navê xwe tomar kirine û ji stranên wê yên herî navdar ev in: “Efrîn, Leyla Goven, Welatê Min, Dayîkim Ez Dayîkim” , ev stran hemû di nava germahiya şoreşa Rojavayê Kurdistanê de hatin çêkirin û hemû bûn videoklîp, ji bilî beşdarbûna wê di gelek stranên hevbeş de li gel komên hunerî û hunermendên Kurd li Rojavayê Kurdistanê.
Her wiha ew bi stêrên sereke yên hunera kurdî re beşdarî şahî û çalakiyên neteweyî bûye, wek (Aram Dîkran, Cewad Merwanî, Beha Şêxo û hin hunermendên din ên kurd) Di demeke nêzîk de bi koma Botan re hin projeyên wê yên mezin hene wê pêkwerin. Stranên wê şêweyê evîna welat û xweza, herwiha stranên mîrate û folklora kurdî ya resen wergirtiye, wê ji bo welat, ji bo şoreşê, ji bo dozê, ji bo parêzvanên welat, ji bo jinan, ji bo azadî, ji bo şehîdan, bi dengê xwe yê xweş û hestên xwe yên nazik strandiye, stranên wê xwe nêzîkî hest û henasên gelên herêmê dikin, birînan derman dikin û dilan şa dikin.
Guman tune ku navdarî teysîneke ku çavan dikişîne ser xwe û mirovan dixapîne û ber bi xwe dibe, nemaze ku ew bûye rêyek hêsan ku rê vedike li ber têgihîştina jiyanek dewlemend, zêdegavî, diyarî, rêwîtî, pêşandan û diyardeyên din ên keyfxweşî û bextewariyê, lê Nisrîn bi xweşiya jiyanê û xweşîbira Ewropayê nehate xapandin, lê wê çêtir dît ku li Rojavayê Kurdistanê di nava gelê xwe û malbata xwe de bimîne û ew tevî hevjîn û zarokên xwe li bajarê Qamişlo bijî. Bîst û şeş sal borîn hîna jî ew li ser rêya xwişka xwe ya şehîd dimeşe, ku soz dabû wê, rêya wê berdewam bike û li ser şopa wê bimeşe, heta îro jî stranên herî xweş ên netewî û folklorî pêşkêş dike bê westandin û rawestandin, wê pirtûkxaneya hunera kurdî bi stranên xwe yên hêja dewlemend kiriye.
Di karê wê yê hunerî de serkeftin, afirandêrî û geşbûna zêdetir jê re dixwazim.