Kemal Necim
Berê mijara nasnameya deqa wêjeyî û pirsa; gelo wêjeya ku dahênerên kurd bi zimanê serdestan dinivîsin dikeve rêza wêjeya Kurdî lê na? Bûbû mijara vê quncikê. Lê van du hefteyên derbasbûyî dîse ev mijar ji hêla pir nivîskar û wêjevanan ve hate gotûbêjkirin, bi taybet nivîskarên ku bi zimanê Erebî dinivîsin bi gelek gotar û lêkolînan hewil didin ku bi awayekî ji awayan berhem û danînên xwe weke berhemên wêjeya Kurdî bidin nasîn. Hin ji wan nivîskaran xwe avêtin tor û bextê rojnameyên Erebî yên naskirî û ev boçûna xwe li wir belav kirin.
Tişta balkêş ew ku dahêner û nivîskarên Kurd bi dehên salan bi zimanê netewên serdest nivîsîn, ji wan nivîskarên bi nav û deng derketin çi bi zimanê Erebî û çi bi zimanên Tirkî û Farisî, lê di pêvajoya dehên salan de mijara ka ev wêje û deq û dahênan dikeve rêza wêjeya kurdî de lê na, nehatibû gotûbêjkirin. Berovajî wê dahênana bi zimanê serdestan bûbû cihê şanazî û serbilindiyê. Lê wilo xuyaye ku di van deh salên dawiyê de rewş hinekî hatiye guhertin, bi taybet ji bo kurdên Rojava yên ku bi zimanê erebî dinivîsin. Piştî ku rewşa qedexe û bişaftinê li Rojava li ser çand û zimanê kurdî rabû, bi dehan nivîskaran êdî dest bi nivîsîna bi zimanê Kurdî kirin, pêre jî êdî ev pirsa aloz berz bû, ango pirsa nasnameya wêjeya ku kurd bi zimanê serdestan dinivîsin.
Boçûna ku piraniya nivîskaran li ser lihev kirine û ya rast jî ew e, nasnameya deq û nivîs û berheman ew zimanê ku pê hatiye nivîsîn e. Ji bilî wilo her çiqas naverok û mijara nivîsê û berhemê kurdî be yan nivîskarê wê Kurd be jî, lê bi zimanekî din hatiye nivîsîn ew dikeve rêza berhemên bi wî zimanî û yên wê nîjad û netewê.
Her çiqas ev boçûn û nêrîn gur û berz dibe, aliyên din ku bi zimanê serdestan dinivîsin, li şûna ku li xwe mukir bên, hewil didin bi hin derbirîn û hevokên mezin û şêlo bêjin ku ji ber ew kurd in û naveroka nivîsên wan kurdî ye, lewma ew wêjeya kurdî dinvîsin. Her çiqas ev mafekî wan e ku hewil bidin nêrîna xwe bêjin û biparêzin, lê wexta nivîsîna bi zimanê serdestan weke azadiyekê û mafekî rewa û bijareyekê bidin nîşandan, ev dibê xwexapandin.
Nivîkarekî rojavayî ku bi Erebî dinivîse berî hefteykê di rojnameyeke Erebî ya bi nav û deng de gotarek derbarê mijarê nivîsî, di gotara xwe de pir caran peyva azadiya nivîsê û hilbijartina ziman dubere kiriye. Ango xwestiye bêje ku yê nivîskar azad e ku bi çi zimanî binivîse û kîjan zimanî hilbijêre.
Ji xwe ev boçûn bi giştî rast e, lê ne di rewşa kurdan de. Yek nivîskarê kurd, di nav wan de xwediyê gotarê jî, bi azadî ji xwe re nivîsîna bi zimanê Erebî nehilbijartiye, lê belê bi darê zorê li ser hatiye ferzkirin, ew ferzkirin jî di çarçoveya polîtîkayên demdirêj û bişaftinê de hatiye kirin, lewma dema ku îro yekî nivîskar ji me re bêje wî bi azadî ji xwe re nivîsîna bi zimanê Erebî hilbijartiye, ew ji xwe re bi me dikene, bi xwe dikene û dibe hevkarê kiryarên bişaftina çandî.