Friday, May 23, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Avabûn û xebata Navenda Yekpar a hunerî

30/10/2024
in Uncategorized
A A
Avabûn û xebata Navenda Yekpar a hunerî
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Navenda Yekpar wekî dezgeheke ji destpêka 2021’ê ve heya roja îro mijûldarî xebata hunerî dibe. Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlî çalakiyên hunerî dibe, hem jî berheman diafirîne. Di heman demê de nifşekî ji bo parastin û vejandina folklor pê re jî çanda kurdî û hemû pêkhateyan dide amadekirin.

Koma Yekpar di 8’ê Gulana 2021’ê de bi saya 3 ciwanên dildar ji bajarên cuda yên kantona Cizîrê hate damezrandin. Armanca wê komê vejandina kelepûr û çanda pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, lêgerîna berfireh li stranên kevneşopî û çîrokên kevnar, hem jî belgekirina wan. Ev yek jî bi çêkirina belgefîlm û klîbên bi riya xebata cûrbecûr di nav komên ciwan ên di nav vê navenda Yekpar de. Bi avêtina gava yekem re, ti kom bi navê Yekpar tune bû, lê belê di encama nûjenkirina du berhemên folklorî de ku bi derfetên kêm amade bûn, ev kom ji aliyê sê kesan ve hat avakirin. Di wê demê de endamên komê 8 kes bûn û dest bi perwerdeyê kirin.

Veguherîna komê ber bi navendê ve

Koma Yekpar piştî demeke dirêj ji avabûnê di encama  perwerdeya hunerî de konserta xwe ya yekem bi navê Melodiyên Payîzê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li dar xist. Tê de 9 stran bi zimanê kurdî(kurmancî, zazakî û soranî), erebî û suryanî stran hatin gotin.‏ Beriya wê ev kar li malan dihatin kirin, lê piştî ku derfet çêbû, ev kom di 11’ê Tîrmeha 2023’an de veguherî navendeke hunerî. Ev yek jî piştî xelatkirina koma Yekpar ji hêla ya bi navê Cross Generation Media ve ku navend hat vekirin. Ew rêxistineke Elmanî bû di wê demê de projeya wê ew bû ku belgefîlmekê li ser 8 hunermendên jin ên Kurdistanê çêbike. Di nav wan de endama koma Yekpar, hunermend Sîdar Îbrahîm bû. Êdî têkilî di navbera wê rêxistinê û komê de çêbûn, di encamê de jî xebata hunerî hat kirin.

Destpêkirina xebata hunerî ya meydanî

Kom Yekpar, yekem car beşdarî duyemîn festîvala Orkêş ya muzîk û stranê bû. Festîval li ser  asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû, li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo di 15’ê Gulana 2023’an de hate  lidarxistin.‏ Di festîvalê de koma Yekpar 3 stran pêşkêşkirin, 2 ji wan folklorî bûn ‘strana Xerîb Bilbil ya hunermend Soska Samo û strana De lolo ya hunermend Şakiro’, ya sêyem strana Keça Hûrî bû‏ gotinên wê yên Beşîr Mele û awazên Sîdar Îbrahîm  bûn‏. Piştre jî Navenda Yekpar gelek xebat, konsert, şahî, pêşangeh li dar xist. Her wiha Navenda Yekpar konserta xwe ya bi navê Melodiyên Payîzê ya 2’an Li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li dar xist. Piştre jî di 5’ê Pûşbera îsal de konserta Şahê Dengbêjan ‘Şakiro’ li Navenda Mihemed Şêxo ji aliyê Yekpar ve hat lidarxistin. Herî dawî Navenda Yekpar di 28’ê Îlûnê de li Navenda Mala Me ya zarokan şahiyek li dar xist. Tê de şano, muzîk û stran hatin pêşkêşkirin. Di dema pêş de jî wê Navenda Yekpar festîvalekê bi navê Melodiyên Payîzê ya 3’yan li ser asta 4 rojan li Qamişlo li dar bixe. Wê di festîvalê de stran, şano û pêşangehên wêneyan werin pêşkêşkirin. Li gorî ku rêveberiya Navenda Yekpar Beyar Dîno, ji rojnameya me re eşkere kir, hat zanîn ku wê di dema pêş de Navenda Yekpar, konsertên hunerî li Başûrê Kurdistanê li dar bixe. Li aliyekî din gelek projeyên hunerî, weke şano, wênesazî, kurtefîlm û hwd… ji bo zarokan bi taybet, hem ji bo jinan bi berfirehî li gel Navenda Yekpar di dema pêş de hene.

Beşên navendê‏

‏Navenda Yekpar hin beş û koman digire nava xwe, weke koma muzîkê. Ev kom klîb, stran û çalakiyan çêdike. Li nik wê jî ‏koma sînemayê heye, beşa şano, senaryo, wênekêşî, montaj û çêkirina kurtefîlm û belgefîlman ‏dihewîne nava xwe. Her wiha koma wênesaziyê ji du beşan pêk tê.‏ ‏Beşa yekem ji hînkirina xêzkirinê ya gav bi gav pêk tê.‏ ‏Beşa duyemîn jî ji bo lidarxistina pêşangehên xêzkirinê yên komî û takekesî xebat dike.‏ ‏Beşa taybet a zarokan jî heye‏ xebata di vê beşê de di warê çêkirina şahiyên hunerî ji bo zarokên ku temenê cihêreng e. Armanc ew e ku piştgiriya derûnî li gel zarokan bi giştî were avakirin.‏ Bi taybet zarokên nexweş weke nexweşên ku penceşêr bi wan re heye û zarokên sêwî, hem jî yên xwedî pêdiviyên taybet.‏ Navenda Yekpar beşa jinan jî hildigire nava xwe, armanc ew e ku piştgirî û bihêzkirina jinan di warê hunerî û çandî de were çêkirin. Li gel van beşan jî, beşên din ên rêvebirina kar û barên cuda hene. Hejmara kesên ku cihê xwe weke endam di Navenda Yekpar de digirin bêhtirî 30 ye, hin ji wan mamosteyên hunerî yên bispor in û yên din jî rêbever û hwd… in.

Perwerdekirin û xebata Navendê

Navenda Yekpar tenê li Qamişlo, taxa Xerbî ye, lê xebata hunerî ne sînordar e, ew bêhtirî xwe şevbuhêrk, çalakî, şahî û fastîvalan li Qamişlo û kantona Cizîrê li dar dixe û tevlî çalakiyan dibe. Di heman demê de li ser asta herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlî xebata hunerî dike. Li kêleka xebatê jî, di navendê de perwerdeyên cûrbecûr weke ya muzîkê di nav re tembûr, keman, bilûr, piyano, şano, fotrografî, dîmen, wênesaziyê dide zarokên biçûk û yên temen mezin. Di heftiyê de du rojan perwerde ji bo hemû beşan tên dayîn, niha jî nêzî 30 kes perwerdê dibînin. Li aliyekî din jî bi awayekî heftane fîlm li navendê tên pêşandan. Li gorî Beyar Dîno da diyarkiririn, ji destpêka avabûna komê ve hetanî Tîrmeha sala bûrî perwerede bêpere bûn. Lê ji destpêka Tîrmeha sala 2023’an û bi şûn de buhayê perwerdeyê ya mehane 10 dolar in. Beyar da zanîn ku armanc ne pere ne lê belê parastin û nûjenkirina çand û folklorê ye, her wiha pêşxistina ciwanan e. Hêjayî bibîrxstinê ye ku ev navend serbixwe ye, xwe bi xwe bi rê ve dibe.

Post Views: 75
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’
JIN

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’

22/05/2025
‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’
ÇAND Û HUNER

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’

22/05/2025
Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir
NÛÇE

Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir

22/05/2025
Neteweya Demokratîk
POLÎTÎKA

Neteweya Demokratîk

22/05/2025
Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike
JIN

Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike

22/05/2025
‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’
ROJEV

‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’

21/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.