Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike

22/05/2025
in JIN
A A
Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Kordînasyona Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Meyada El-Nemir diyar kir ku ew amedekariyên berfereh ji bo lidarxistina Kongrê Giştî yê Kombûna Jinan a Zenûbiya li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin û got: “Armanca me rêxistinkirin û hişyarkirina jinê ye.”

Kombûna Jinan a Zenûbiya di 6’ê Pûşbera 2021’an de li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye damezrandin. Kombûna Jinan a Zenûbiya yek ji destkeftiyên xebatên jin di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de ye. Herwiha ev 5 sal in ew xebatên pêşxistina jin dide meşandin.

Kombûna Jinan a Zenûbiya amekariyên lidarxistina Kongreyê Giştî dike

Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên xwe ji bo lidarxistina kangrê xwe yê gişt ku wê di dema pêş de li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê were lidarxistin, dike.

Derbarê amadekariyên lidarxistina kangrê giştî yê Kombûna Jinan a Zenûbiya, koordînasyona Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Meyada El-Nemir ji Rojnameya me re axivî.

‘Civînên me li Kantona Firarê berdewam dikin’

Meyada El-Nemir eşkere kir ku Kombûna Jinan a Zenûbiya bi dûrişmeya “Jin bi xwe gerdûna” li Kantona Reqa, Tebqa û Dêre Zorê gelek civîn lidarxistin û wiha got: “Kombûna Jinan a Zenûbiya di çarçoveya amadekariyên lidarxistina kongreyê xwe yê giştî de yê ku wê di demên pêş de were lidarxistin, li kantona Reqa, Tebqa û Dêra Zorê gelek civîn lidarxistin. Armanca van civînan jî rêxistinkirin û hişyarkirina jinê ye. Di van civînan de berdevkên nû ji her kanton û bajarekî re, hatin hilbijartin. Herwiha gotûbêj li ser têkoşîn û berxwedaniya jinê ya ku di Sûriyê de daye meşandin, hate kirin. Di heman demê de zehmetî û astengiyên ku derdikevin li pêşiya jinê, hatin nîqaşkirin. Li kêlek wê xebatên 2 salên bûrî yên Meclisên Kombûna Jinan a Zenûbiya hatin nîqaşkirin. Nirxandineke berfireh jî li ser xebatên qadê yên ku bûne sedema bilindkirina asta beşdariya jinan di civakê de hat kirin. Heya niha jî civînên me li Kantonan berdewam e û wê di 25’ ê Gulanê de bidawî bibin.”

‘Di Kongrê de planên siberojê wê bêne danîn’

Meyada El-Nemir anî ziman ku ji bo lidarxistina Kongrê Giştî yê Kombûna Jinan a Zenûbiya belgeyên nirxandinê tên amadekirin û wiha berdewam kir: “Em amekariyên xwe ji bo kongrê giştî yê Kombûna Jinan a Zenûbiya dikin. Niha rojev tê organîzekirin, belgeyên nirxandinê tên amadekirin, komîteyên xebatê yên pispor tên şopandin. Di kongr de wê mijarên sereke yên têkildarî xurtkirina rola jinê di aliyê siyasî û civakî de, pêşxistina mekanîzmayên rêxistinkirina jinan û berfirehkirina bernameyên hişyariyê bên nîqaşkirin. Herwiha wê di kongr de, nûnerên hemû saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî û tevgerên jinan beşdar bibin. Di heman demê de wê raporeke giştî were pêşkêşkirin, pêşniyar û encamên her civînên me bên berhevkirin, nêrîn û planên siberojê dê bêne danîn, weke vekirina ofîsên nû di hundirê Sûriyê de.”

‘Ji bo rêxistinkirin û têkoşîna jinan xebatekî hevbeş pêwîst e’

Koordînasyona Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Meyada El Nemir axaftina xwe wiha qedand: “Em di kar û xebatên xwe de gelek êş û zehmetiyan dikşînin, lê em wan zehmetiyan di ber çavan re derbas dikin. Herwiha pirsgirkên ku em dibînin piranî pirsgirêkên civakî û zehniyeta mêr re. Kombûna Jinan a Zenûbiya di avakirina Sûriyeke nû ya li ser bingehê dawerî, wekhevî û azadiyê de berpirsyariyeke dîrokî hildigire ser milê xwe. Banga min ji tevahî jinan re heye ku rêxistinbûn û asta têkoşîna xwe xurt û bilind bikin, da ku em karbin bi hev re xebateke hevbeş bidin meşandin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.