Wednesday, May 21, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’

21/05/2025
in ROJEV
A A
‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’
Share on FacebookShare on Twitter

Volqan Elî

Gotineke pêşiyê me Kurdan heye, nêzî serenava li jorê ye. Dibe ku li gorî herêmên Kurdistanê telafûza wê ji hev cuda be.

Maneyê wê çi ye, tê zanîn. Dîsa jî mirov dubare bike, ji bo yên nizanin baş dibe. Yanî kerba yekî/yekê li yekî/yekê hebe, lê pê nikaribe û vêce biçe belaya xwe li ya ji xwe lawaztir bide…

Meseleya Kampa Mexmûrê jî, bi temamî wisa ye… Na, bila xwendekar şaş fêm nekin! Em vê ne tenê ji bo Îraqê dibêjin. Ji bo her kesî ku kerba wan li Kampa Mexmûr heye, wisa ye.

Mijar çi ye, tê zanîn. Ev bûne çar-pênc roj ku heyetek ji Kampê çûye Bexdayê. Lê belê piştî nîqaşê û vegera wargehê ji aliyê hêzên Îraqê ve dîl hatine girtin. Li gorî çapemeniyê çûyîn jî bi daxwaza dewleta Îraqê çêdibe. Ji ber vê yekê wisa xuya ye ku di vî karî de komplo yan jî fenûfîtek heye. Tê çi maneyê? Tu banî yekî, ku qaşo di binê parastina te de ye bike û rabe wan bigire! Îraq û berdevkên Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Kampa Mexmûr) ji hev re çi gotine, li ser çi nîqaş kirine bi hûrguliyên wê ve bi rastî jî em nizanin. Lê encama vê bûyerê û destpêka vê wekî li jorê hatiye gotin e. Ji ber vê yekê em dibêjin xuya ye komployek di vî karî de heye!

Ya din, ya balkêş jî ew e ku hema bêje ev rewş bûye çarenûsa penaberên Kampa Mexmûrê. Çima? Ev gelê ku ji Bakûrê Kurdistanê penaberî Başûr bûye, yanî xwe avêtiye ber rehma çiyayên Başûrê Kurdistanê, bi demê re bûye dîl girtiyê PDK’ê.

Na, bi temamî ne wisa ye; beriya wê jî heye. Di destpêka salên 1990’î de komara dagirker li beramberî gerîla têkçûbû. Dema ku hêza xwe têra gerîlayên ARGK’ê nekiribû, êrîşê gelê Botan bi taybetî, êrîşî giştî Kurdistanê kiribû. Bi piranî eşîrên Goyî û gelek gundên derdora Cizîra Botan, Gever, Hekkarî û gelek êl û eşîrên curbecur bibûn, hedefa êrîşên hêzên dagirker. Jixwe armanca hêzên dagirker ew bû, ku Kurdistanê ji gel vala bike. gerîla bi tenê bihêle. Ew ê yan gel teslîm bibûna û yan jî bihatana kuştin, yan bibûna penaber!

Di encamê de gelê ku ji Bakur berê xwe dabû çiyayên Başûr, bi demê re li nêzîkî herêma Heftenînê bi cih bibû. Di 1994’an de gelê welatparêz ê serî li ber hêzên dagirker nedanîbû, karîbû li vê herêmê navbihûrî wargehên xwe yên destpêkê çêbike.

Hê çend sal beriya wê (1988), ruxmî ku vî gelî, hemû derfetên xwe dabûn Saddamzedeyên ji Başûr reviyabûn Bakur. Çi heyf û mixabin e ku PDK’ya ku li vî parçeyî serdest bû, ti car bi dil rehm nêzîkî penaberên Bakur nebibû. Mînak, PDK li dijî gerîlayên ARGK di sala 1995’an de şêr da destpêkirin. Ev, di astekê de tê fêmkirin. Ji ber ku her kesî karê xwe dikir. PDK ket pêşiya leşkerên Tirk, wekî rehmê li Cemîlê Çeto bîne, ya ji destan hatibû kiribû. Bi hezaran Kurd di vî şerê bêbext de jiyana xwe ji dest dabû (hem gerîla û hem jî pêşmerge). Li gorî diyalektîka dîroka Kurdistanê ev jî di astekê de tê fêmkirin! Ji ber ku kurmê darê her ji darê bû!

Lê belê ya ku nayê fêmkirin û nehatibû fêmkirin, hê wê demê hatibû serê gelê wargehê. Ev şer wekî ku dubare bibe di 1997’an de ji nû ve bi pêş ketibû. Di her du şeran de jî PDK wekî ku sond xwaribe li cem dagirkeriya Tirk cihê xwe girtibû. Ruxmî ku ev rewşeke dil bi êş bû jî ya balkêştir ew bû, ku her ku hêzên dagirker yan jî PDK li hemberî gerîla tengav bibûn, PDK bi her şiklî êrîşê Kampa penaberên Bakur kiribûn. Bigire ji ambargoyê, hin caran ketibûn nava Wargehên wan, welatparêz qetil kiribû û hin caran jî şivanên wan revandibû û serjêkiribûn.

Herî dawî bi îstixbarata ji PDK girtibû, MİT’a Tirk (ev îdîayên MİT bi xwe ne) fermandarên wekî Helmet (Diyar Xerîb) li Qendîlê şehîd xistibû (2019). Werhasil li gorî rêzikên parastina rewa Tevgera Azadiyê jî çûbû li Hewlêrê hesab ji îstixbarata dagirkeriyê xwestibû. Ev hemû li gorî diyalektîka şer di astekê de tên fêmkirin. Lê dîsa jî sekna PDK’ê ne tiştekî ku were fêmkirin bû. Ev sekna xwe ya sosret û balkêş kengî gihand lûtkeyê? Îdîa kir ku yên li Hewlêrê ajanê Tirk kuştine, bi Kampa Mexmûrê re têkildar bûne û ambargo danî li ser Kurdên penaberên Bakur. Ev dorpêç hê jî didome!

Herî dawî ala di destê PDK de, Îraqê girt. Dîroka 25 salên dawî yên Îraqê tên zanîn. DYE, dewletên Ewrûpayê, Îstixbaratên Îran û Tirkiye, hemû bûn yek, Îraq teslîm wergirtin. Pir xwîna Îraqiyan hate rijandin, lê ne di şerê li dijî li ser Îraqê… dewleta Mihamed Sûdanî çi kir? Piştî ku bi dewleta Tirk re hin hev dîtin kirin, çû çend berdevkên çend hezarek penaberên ji Bakur, ji destê dagirkeriya Tirk reviyabûn welatê Îraqê dîl girt!…

Mirov çi bêje, pêşiyên me Kurdan gotina xwe berê kirine: “nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’

 

Post Views: 45
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’
ROJEV

‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’

21/05/2025
Pirojeya Zifitkirina Bajarê Dêrikê dest pê kir
CIVAK Û JIYAN

Pirojeya Zifitkirina Bajarê Dêrikê dest pê kir

21/05/2025
XETERIYA DAIŞ’Ê Û TÊKOŞÎNA LI DIJÎ WÊ
HAJMARA PDF

XETERIYA DAIŞ’Ê Û TÊKOŞÎNA LI DIJÎ WÊ

21/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

21/05/2025
Pêşengê romana Kurdî; romannivîs Erebê Şemo
ÇAND Û HUNER

Pêşengê romana Kurdî; romannivîs Erebê Şemo

21/05/2025
Zimanê Kurdî nasnameya gelê Kurd e
ÇAND Û HUNER

Zimanê Kurdî nasnameya gelê Kurd e

21/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.