Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Divê hêmayên planên pêşerojê demokratîk bin

30/10/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Girîngiya perwerdê ji bo civakê
Share on FacebookShare on Twitter

Rohat Bulut

Bê guman mirov li ser pêşeroja xwe tiştekî nikikare bike. Angu guherînekê tê de bike. Lê belê mirov dikare pêşeroja xwe ava bike. Ev jî ji bo mirov û civakan gelekî girîng e. Lê pêşerojeke çawa? Li ser heman kevneşopiyê yan jî li gorî hewcadariyê demê û li gorî himbêzkirina her ferdê civakê be? Bê guman her plan û projeyên ku dê bê pêşxistin pêwîste li gorî daxwaz û berjewendiyên civakê be.

Heke civak bi tecrubeyên paşerojê ji nû ve avabûnekê saz bike pêwîste ev li ser bingeheke civakî û demokratîk be. Bi taybetî di pêvajoya niştecihbûn û bajarvaniyê de plansaziya ku pêvajoyê kontrol bike û rêve bibe, pêdiviyek neçarî ye. Divê di pêvajoyeke plansaziya demokratîk de ku rêxistin û sendîkayên pîşeyî jî tê de cih bigirin, plansaziyên pêşketina herêmî û bajarî bêne çêkirin. Bi vî rengî, li gorî hewcedariyên ku di ronahiya biryarên aborî, civakî-çandî, hawîrdor û jeolojîk de hatine destnîşankirin, pêşerojek bajarî dê were afirandin.

Di heman demê de, bilindkirina standarda jiyanê li herêm û bajarên ku koçberanî girtine û diyarkirina sîyaseta geşepêdana bajarî û niştecihbûnê ya giştî di nav karên pêşîn de ne. Jiyana heyî û ya ku ji nû ve li ser bingeha demokraîk pêş bikeve pêwîs e hemû daxwazên civakî bi cih bîn e. Di serdemeke wiha de ya herî zê li ser were sekinîn jî divê ev be.

Bi taybetî jî rêveberiyên herêmî li ser vê bingehê dema xebatên girîng bike û berjewendiyên civakî esas bigire dê rewşeke berbiçav a guherînên bingehîn xwe bide xuyakirin. Ev bi pêşxistina guherîna hişmendî mayînde dibe û çareseriyê ava dike. Ji perwerdeyê bigire, heta hemû kar û barên ku dê ji bo civakê bê kirin divê bi hişmendiyeke wekhev û demokratîk pêş bikev e.

Ji demokrasî û wekheviyê xweştir û baştir tiştek tune ye. Pêwistiya herî mezin a civakê jî bi vê yekê ve heye. Lewre jî her kar û xebat divê li ser demokrasiyê teşe bigire. Pêşerojeke demokratî dê azad û wekhev be. Naxwe dê ji şer, pevçûn, alozî û nakokiyan wêdetir nebe. Ji bo pêşerojeke azad jî rist û berpirsyarî ya rêveberiyên herêmî û siyasetmedaran e.

Ev rewş ji bo gundan, bajarok, navçe û bajaran bi giştî derbastdar e. Ji xebatên çand û hunerî bigir e heta yên xizmetê ya girîng bi hişmendiyeke demokratîk be. Bi plan û projeyan, bi nêrîn û perspektîfên azad ev pêşeroj bê teşegirtin. Teşegirtina pêşerojeke civakî ya li ser hîmên demokrasiyê dê bi civakê bide qezenckirin. Pêşeroj dê bi van hêmayan misoger bibe.

Heke hêmayê vê yekê nebe jî dê civak ji rewşa kaotîk a bi aloz rizgar nebe. Ji lewre jî mirov dê nikaribe behsa pêşerojeke azad jî bike. Lewma jî ji her demê zêdetir pêwistiya me bi wekhevî, azadî û domokrasiyê heye. Divê hêmayên planên pêşerojê demokratîk be ku azadiya civakê misoger bibe.

Post Views: 202
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.