Reşo Mihmed/ Qamişlo
Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê Semîra Hac Elî da zanîn ku ji ber êrişên dagirkeriya Tirk, bandoreke neyînî li derûniya xwendekar û mamosteyan hat kirin. Herwiha Semîra eşkere kir ku hejmarek ji dibistan û saziyên perwerdyî bûn hedefa êrişên dijmirovî.
Dewleta Tirk a dagirker di 23’ê Cotmehê de êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên domdar dijwartir kirin. Bandora van êrişan li hemû qadên jiyanê hebû, ji van qadan jî; mijara qada perwerdeyê. Girêdayî heman mijarê jî hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Semîra Hac Elî bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
-Êrişên dagirkeriyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê her û her didomin, di rewşeke wiha de bandora van êrişan çiqasî li ser milê perwerdeyê heye?
Wekî em dizanin çend rojan êrişên dagirkeriya Tirk li ser herma me dijwartir bû, êriş ji Şehbayê hetanî Dêrikê pêk hatin. Herî zêde jî deverên sînorî ketin bin bandora van êrişan, ev ne cara yekem e ku herêma me rastî êrişan tê, lê belê domdar in. Sala din wekî vê mehê êrîş li ser binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûryê bû, di dema heyî de jî êriş li ser binesaziyê, navendên xizmetguzarî û hwd… hatin kirin û tevahiya jêrînxaneya ku dikeve xizmeta civakê de hatin rûxandin. Bê guman qada perwerdeyê jî dikeve bin bandora rewşa heyî ya nearambûna herêmê. Di serî de tirs dikeve dilê xwendekar, mamoste û karmendên perwerdeyî de û di aliyê derûnî de jî pê bandor dibin. Me dît ku ev herêmên ku êriş li ser hatin kirin, qada perwerdeyê lawaz ma û dewama dibistana û tevahiya saziyê perwerdê hat rawestandin. Di encamê de pêvajoya perwerdê rawestiya û bi hezaran xwendekar dûrî perwerdeyê ketin. Li aliyekî din ji ber rûxandina stasyonên betrolê, xebata belavkirina mazota dibistanan ya ji bo germkirina refên xwendekaran rawestiya. Wekî em dizanin li kantona Cizîrê mazot li dibistanan dihat belavkirin, lê ev jî neghaşt serî. Va ye em dikevin zivistanê jî lê di rewşeke wiha de wê pir zehmet be ku mazot were belavkirin. Ev yek jî astengiyeke pir mezin e ji bo xwendekarên me. Dagirkeriya Tirk bi van êrişan di derheqê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de sûcên dijmirovî dike.
-Di van êrişên ku herêm bi giştî derbasî qeyranekê kir de, çiqasî ziyan gihaşt qada perwerdeyê?
Bandora êrişên li ser hermê me pêk hatin de bi taybet saziyên perwerdeyî û dibistanan hebû. Lê di serî de herî zêde civak, xwendekar û mamoste ji milê derûnî û piskolojî ve ne rihet bûn. Ji ber wê jî betlaneya dibistanên çêbûn, wekî din jî malbatên xwendekaran ji ber êrişan û nearambûnê zarokên xwe nedişandin dibistanan. Li ser xeta sînorî nêzî hezar û 900 dibistan hene, di tevahiya van dibistanan de 120 hezar xwendekar di wan de perwerdeyê dibînin. Hemû xwendekar jî bi sedema êrişan, ji xwendinê bêpar man. Dewleta Tirk dijminekî hov e, bêserûber êriş dike, bi vî awayî jî hejmarek ji saziyên perwerdeyî bûn armanca êrişan. Dibistana Gundê Dêrûna Qulingan a girêdayî bajarê Çilaxe hate hedefgirtin. Di heman demê de bi firokên dagirkeriyê êriş li ser dibistana Şehîd Ezîz a di hundirê bajarê Qamişlo de jî hat kirin. Li aliyekî din jî Saziya Biranşan a li bajarê Amûdê bû armanca êrşên hovane yên dewleta Tirk a dagiker. Di dema heyî de pêvajoya perwerde û fêrkirinê, hem jî dibistanên me di warê bidestxistina mazot û avê de kêm dimînin, sedem jî êrişên dagireriyê ne, lê em ê hewldanê xwe bikin ku van pirsgirêkan çareser bikin.
-Mijara perwerdeyê di nav de wêje, zanist, çand û hwd… gelekî girîng e ji bo pêşveçûna civakê, lê dewleta Tirk a dagirker van mijarên girîng dike armanc, heta ku êrişên dagirkeriya bi dawî bibin pêwîste çi were kirin?
Hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ziman û çanda xwe ya taybet perwerdeyê dibînin. Kurd bi çand, ziman û kultûra xwe, ereb û suryan jî heman tişt e. Lê armanca dewleta Tirk a dagirker a sereke qirkirina civakê ye, ev yek jî xeyal û daxwazên împartoriya Osmanî bû. Dewleta Tirk bi êrişên xwe yên hovane di serî de zimanê pêkhateyên herêmê tune bike. Ziman jî beşek ji çanda civakê ye, ji ber vê yekê jî ew hewl dide ku bi riya civakê tune bike. Wekî em dizinan ku îro li hermên dagirkirî zimanê tirkî li ser welatiyên wan herêman hatiye ferzkirin. Pê re bi riya perwerdeya dagirkeriyê perwerdeyeke radîkal a li gorî xwe didin xwendekaran. Di heman demê de guhertineke demografîk a metirsîdar li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî çêbûye. Em wisa dibînin ku dagirkeriya Tirk naxwaze gelên hermê bi zimanê xwe yên taybet perwerdê bibînim. Armanca dagirkeriyê ew e ku Rêveberiya Xweser a ku bi hemû derfetên xwe ji bo hermêmeke aram û civakeke weke hev, kar dike, têk bibe. Lewma em weke Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû desteyên kantonan ve bang dikin ku hêzên navnetewî li hemberî êrişên tunekirina civakê rawestin. Herwiha da ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe herêmeke aram dûrî şer û êrişên dagirkeriya Tirk, pêwîste hêzên navnetewî bêdeng nemînin.