Friday, May 23, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêkanînên asîmîlasyonê yên bêsînor

30/10/2024
in Uncategorized
A A
Pêkanînên asîmîlasyonê yên bêsînor
Share on FacebookShare on Twitter

Ji ramanê Rêber Apo

Di vê demê de çanda Kurd bi tevahî hêmanên xwe yên maddî û manewî ji sedî sed hatiye înkarkirin û qedexekirin, bi pêkanînên asîmîlasyonê yên bê sînor, xwestine qirkirina çandî temam bikin. Ji bo Kurd hebûna xwe ya çandî li ser piyan bigirin, îmkan nedane ku bi tenê dibistana ‘baxçeyê zarokan’ jî vekin. Pêkanîneke welê ye ku mînakeke wê ya din li dinyayê tineye. Di xaleke bi tenê ya qanûnê de ji îfadeya nasnameya çandî re cih nehatiye veqetandin. Çanda Kurd tevî hêmanên xwe hemûyan ango wêje, dîrok, muzîk, resim û hwd. li derveyî huqûqê hatiye hesibandin. Li ser rûyê erdê jî emsaleke duyemîn a vê yekê nîne. Der barê Kurdan de çi hêmanên divê bêne hilweşandin û tinekirin hebin hatin hilweşandin û ji holê hatine rakirin û yên divê bêne bikaranîn jî bi çanda dewleta netewe ve entegre kirin û helandin, ji çanda Tirk hesibandin. Bi qedexekirina zimanê dayikê re navên dîrokî yên gund, bajar, herêm û dayikniştiman hemû hatine qedexekirin û li şûna wan navên Tirkî yên ‘Tirkê Spî’ hatine danîn û bi vî awayî hukim dane ku rastî wê bi hêsanî bêne tesfiyekirin. Tevahiya şêwazên îfadeyê yên çanda Kurdî ango wêje, muzîk, resim, dîrok û zanist di çarçoveya heman qedexeyan de girtine û bêhtir bi çavsorî bi ser de çûne, yên di van qadan de xebatê dikin ne ku bi tenê li derveyî huqûqê hesibandine, kirine mehkûmê bêkarî û xizaniyê û ew tevizandine. Ji bo Kurd karibin bijîn şert ew e, divê ji çanda xwebûnê bigerin û ev pêk anîne. Nemaze piştî dema isyanan ekonomî, huqûq û siyaset weke sîlehên herî bi bandor ên tesfiyeyê hatine bikaranîn. Piştî van pêkanînan a li dawiyê mayî Kurdekî ji xwebûnê dest kişandî û çandeke Kurd a weke meyt û beratê ye ku kî nêzîkê wê bibe ji serî ve belayeke mezin bi serê xwe de tîne. Çiqasî ev rewş bê qebûlkirin, ewqasî jî mirovî tine dike. Bêguman weke rizîna hêmanên berate û meytekî ji ber qirrakan mayî ye. Di diyardeya çandî ya Kurd de pêvajoyeke mezin a rizînê pêk hatiye, pêk tê.

KEVNEŞOPIYA DESTHILATDARIYA ÎSLAMÎ YA BÛRJÛVABÛYÎ HELWESTEKE HÎN PAŞVERÛ NÎŞAN DA

Ji rêûresma deshilatdar a Îslamî ya bûrjûwayê nehatiye ku ji nêzîkatiya Tirkê Spî bibihure heta ji wê paşketîtir e. Li dijî hebûna çandî ya Kurd tevî rêbazên laîk modernîst, rêûresma Îslamî jî bi kar aniye û di bin navê senteza Tirk-Îslamê de milletperestî hê dijwartir kiriye û pêk aniye. Nexasim kengî di tesfiyeyê de Tirkkirina laîk kêm ma, motîfên Tirk-Îslamê kirin dewreyê. Di serî de terîqetên Neqşî û Qadirî, bi tevahî amûrên dînî di vê mijarê de weke amûrên tinekirina çandê hatine bikaranîn. Serokatiya Karûbarên Diyanetê Ya Fermî bi Komarê re hat avakirin û ji wê rojê ve di xizmeta laîkgiran de hatiye xebitandin. Nexasim girêdana Kurdan bi çanda dîn îstîsmar kirine û bi giranî dîn weke şêwazekî komplowarî bi kar anîn. Naveroka xisletên terîqetên xwedî rêûresmeke berxwedêr, hatin pûçkirin û ew ne li gorî armancên damezrandinê, berevajî van armancan bi kar anîn. Têkoşîna milletperestiya Tirkê Spî (rojane bi awayekî berbiçav CHP, MHP û yên weke wan) li dijî çanda jiyana azad û berxwedana PKK’ê bêkêr bû, lewma li şûna wê yan bi wê re, li gorî polîtîkayên dewleta netewe (tevî ku bi prensîbên Komara Atatirk re li hev nakin) pêkhatinên Îslamgiriya Tirk temsîl dikin (di serî de AKP, partî û ekolên mîna Millî Goruşê û yên weke wê) bêyî ku fikaran bikin bi kar anîne. Dema ku mijar bûye hebûna çanda Kurd, gelek partî û ekolên Îslamgir bi awayekî biçin ‘Seferên Xaçperestan’ tevgeriyane û ev şêwaz weke pêdiviyeke ‘yekîtiya millî û yekparebûnê’ hesibandine.

ÇANDA JIYANA AZAD Û BERXWEDANÊ YA KURDAN

Di demên dawî de piştî ku hat fêhmkirin hebûna çanda Kurd nayê tinekirin, bi ferzkirina hegemonya global polîtîkayên tinekirinê yên ji rêûresmê hatine sistkirin rê li ber pêkhatinên seriyekî wê yê sexte bigihîje heta çanda dewleta netewe ya Kurd hatiye vekirin. Di vê de hêmana diyarker, çanda jiyana azad û berxwedanê ye. Bi vê Kurdîtiya ku bi şêwazekî komplowarî, sexte û naveroka wê pûç, hedefa bingehîn çanda civaka neteweyî ya Kurd a demokratîk û şoreşger e. Mîna ku Kurdîtiyeke lîberal a bûrjûwa bi vî şêwazî heye, hewl didin vê nîşan bidin û dixwazin wê li şûna çanda jiyana azad û berxwedana Kurd bi cih bikin.

Ev rêbaz, ji aliyê hegemonya îdeolojîk a modernîteya kapîtalîst ve, ji roja ku derketine holê ve li dijî tevahiya îdeolojiyên şoreşger, sosyalîzma pêkhatî û çandên rizgariya neteweyî pêk anîne bi kar aniye û di vê de têra xwe jî bi ser ketiye. Hegemonya îdeolojîk a lîberal di sêsed salên dawî de nexasim di serdema şoreşan de ev fonksiyona xwe hem bi amûrên hûrûkûr, hem jî bi yên çor bi awayekî serketî pêk aniye û di vê de têra xwe bûye xwedî tecrûbe. Ezmûnên sosyalîst, demokratîk û neteweparêz ên bi serketin jî nikarîbûn xwe ji hegemonya îdeolojîk lîberal a modernîteya kapîtalîst rizgar bikin, nikarîbûn xetên zelal bikişînin nava xwe û wan, û lewma di nava wê de heliyane. Bêguman ev nayê wê maneyê ku çanda jiyana azad û rewşa berxwedanê bi temamî tine bûye; ev piştrast dike ku zordestiya hegemonîk a di dîroka şaristaniyê de timûtim kiriye mînakeke wê bi awayekî bêhtir pêşketî bi serketî bi pêş xistiye û pêk aniye.

Tevahiya dîrokê îdeolojiyên hegemonîk û çandên bi cihkirî yên li ser çanda jiyana azad û berxwedana Kurd hatin ferzkirin pêkanînên xwe yên herî dijwar û asîmîlasyonîst di pêvajoya modernîteya kapîtalîst de kirin. Ev rewş bi naveroka faşîst a modernîteya kapîtalîst re têkildar e. Kara herî zêde îndustriyalîzmê, îndustriyalîzm jî dewleta netewe mecbûrî sîstemeke koletiyê dike. Di asta gerdûnî de qirkirinên çandî yên pêk tên ji bo ev sîstem fonksiyonel bibe ji wan pêkanînan e ku timûtim serî li wan didin. Qirkirina çandî ya Kurd ji wan mînakên sereke ye ku vî rengê heyînê yê sîstemê darî çav dike. Qirkirin weke ku tê îddîakirin ji diyardeyeke Tirk, Ereb, Cihû yên ku her yek ji wan diyardeyeke civakî ye yan jî ji diyardeyeke neteweyî pêk nayê. Qirkirin diyardeyek e ku bi şêwazê mêtinkariyê yê modernîteya kapîtalîst re têkildar e. Lê weke ku xuya dike, qirkirinê mîna diyardeyeke di navbera neteweyên modern de pêk tê nîşan didin. Çandan bera hev didin heta bigihîjin qirkirinê, eger vê nekin meyla kara herî zêde ya kapîtalîst kar nake.

Pêvajoya qirkirinê ya dewleta netewe ya Tirk li ser hebûna çandî ya Kurd dimeşîne, bi heman awayî û pêve girêdayî, ji aliyê dewletên netewe yên din ên parçeker dewletên Ereb û Îranê jî tê meşandin. Li gorî mentiqê sîstemê, bi hev re parçekirin û tinekirin ji bo serketinê hewce dike. Di van demên dawî de ceribandina koalîsyona antî-Kurd a di navbera dewletên netewe yên Îran, Sûrî û Tirkî de bingehê xwe yê dîrokî heye. Lê kengî ji ber petrolê û ewlekariya Îsraîlê berjewendiyên hegemonya global bi yên dewletên netewe yên xwecihî re li hev nekin, ev pêkanîn weke berê bi hêsanî nameşin. Nakokî dike ku carinan derz li sîstemê bikevin. Di vê rewşê de ji bo tevgera jiyana azad û berxwedana çanda Kurd careke din şens heye bi roleke dîrokî rabe; ango li dijî modernîteya kapîtalîst a hêza herî dawî ya navendî ya şaristaniyê ye, firsend çêdibe modernîteya demokratîk xwe weke alternatîfeke bi hêz pêşkêş bike. Çanda Kurd a modern ji ber sedemên xweser bi tenê dikare xwe bi hêmanên modernîteya demokratîk bigihîne serketinê. Em dema serketin dibêjin, em behsa mayîndebûna çanda jiyana azad û hebûna wê ya nayê tinekirin dikin. Formê bingehîn ê vê jiyanê, ekonomiya kominî ye ku cih dide bazara civakî, îndustriya ekolojîk û neteweya demokratîk. Kurdistan û rastiya Kurd a hemdem bi awayekî dîrokî çawa ku di derketina holê ya sîstema şaristaniyê de bi rola dergûşê rabûne, şensê wan heye ku ji bo modernîteya demokratîk weke sîstem xwe piştrast bike dîsa bi rola dergûşê rabin. Çanda demokratîk ne bi tenê weke çanda jiyana modern a Kurd, weke şensekî herêmê û mirovatiya gerdûnî, li ser vî bingehî bi rola xwe rabe, ev yek xwedî girîngiyeke dîrokî ye.

Post Views: 57
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’
JIN

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’

22/05/2025
‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’
ÇAND Û HUNER

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’

22/05/2025
Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir
NÛÇE

Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir

22/05/2025
Neteweya Demokratîk
POLÎTÎKA

Neteweya Demokratîk

22/05/2025
Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike
JIN

Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike

22/05/2025
‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’
ROJEV

‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’

21/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.