Lîloz Hisên/ Qamişlo
Ji ber şerê ku li Sûriyê rûda, ji sala 2011`an ve gelê sûriyê gelek êş û azar dîtin, nemaze jina Sûrî ya ku bû qurbaniya şerê ku ev zêdetirî 10 salane berdewam dibe. Gelek jin mafên wan hatin windakirin û barê wê giran bû. Herwiha li aliyekî din jinan roleke pir giring lîstin û tevlî şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê bûn û muhra xwe li dîrokê xistin.
Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rojavayê Kurdistanê û di hemû cîhanê de şoreşa bi navê jinê deng veda. Di şoreşê de jinên herêmê roleke giring lîstin û tevlî qadên leşkerî, siyasî, civakî û hwd bûn, karîbûn xwe îsbat bikin û bi vîneke mezin, li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ`ê şer kirin û têk birin. Gelek jin bi berxwedaniyeke bêhempa canê xwe fedayî gel û axa xwe kirin. Bi giştî jina kurd bi têkoşîneke mezin di astên bilind û pêşeng de rol lîst û bi xwe re jinên ji pêkhateyên ereb, suriyan û ermen û hwd.. Tevlî van qadan kir. Jina kurd îro di cîhanê de bûye sembola berxwedan û têkoşînê. Bi pêşengtiya jinê gelek saziyên taybet girêdayî jinan, kar û xebatên wan hatin avakirin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gundewarê bajarê Dirbêsiyê gundek taybet girêdayî jinan bi navê (JINWAR) di sala 2018`an de hate avakirin. Di nava gunde jinên koçber û yên ji ber îşkenceya malbat an jî hişmendiya mêrê serdest berê xwe dan vî gundî û tê de aramî û ciheke bi ewle ji bona xwe dîtin. Herwiha di nava gunde jin kar û xebatê dikin û zarokên xwe xwedî dikin.
Avabûna gundê Jinwar
Ji bo jin û zarokên ku di şoreşê de êş û ziyan dîtin, cih û war ji wan re neman, ji ber vê yekê Kongra Star, jineolojî û hemû saziyên girêdayî jinan li hev kom bûn û pêwîstiyeke mezin dîtin da ku gunedekî taybet ji bo jinan ava bikin û pêwistiyên wan bi cih bînin. Herwiha weke xwestekeke Rêber Abdullah Ocalan bû ku gund an bajarekê taybet ji bo jinan were avakirin. Li ser vî bingehî di sala 2017`an de biryar hate dayîn ku gundekê wiha bê avakirin, cihê gund li gorî guncawbûna wê hate hilbijartin. Bi coşeke mezin bi hezaran jin bûn alîkar ji bo amadekirina vî gundî, di encamê de derdora salekê gund hate avakirin.
Di sala 2017`an de biryara avakirina gund hate dayîn, di salekê de avakirina gund bi dawî bû, di roja tûndiya li ser jinê 28`ê Mijdara 2018`an de gund hate vekirin. Di gunde 30 mal hene, ji wan 20 malbat tê de jin û zarok jiyan dikin.
Li gundê Jinwar xwaringehek mezin heye, Firneya nan, dikan, nexweşxane û Ekademiyek ji bo perwedeyê heye. Dibistana amadeyî ji refa yekê heta şeşê ji bo zarokan heye, hejmara jinan nêzî 50 jinin, lê her demekê hejmar tê guhertin ji ber ku hin nû tên û hin ji gund derdikevin. Jinên ku di gunde jiyan dikin debara xwe bi çandiniyê û xwedîkirina sewalan tînin. Di gund de derman bi destê jinan tê çêkirin, Zeyta bizir El-kitan û Hermel çêdikin, bi cerbandinên xwe çêdikin û karê wan serkeftîye. Di gundê Jinwar de Meclis heye, du rêvebirên meclisê hene û dayik jî endamên meclisê ne, her demekê kombûyînek çêdibe û bi hev re li ser kar û xebatên gund herwiha derbarê mijarên zarokan de nîqaş dikin û bi hevre nêrînên xwe parvedikin. Di gundê Jinwar de jinên ji pêkhateyên kurd, ereb û êzîdî bi hev re jiyan dikin û ji hev fêrî tiştê nû dibin. Wekî din jî ne tenê jinên Rojava an Sûriyê, çi jinên dervî Sûriyê, dikarin li gund jiyan bikin. Jiyana gund bi heskirin, hevgirtin û alîkarî bi hev re tê meşandin. Weke din jî di gunde jin xwe bi xwe parastina xwe dikin.
Di gundê Jinwar de mala zarokan hatiye çêkirin, da ku ji bona zarokan di warê çand, huner, stran, dîlan û wênesaziyê de perwerde were dayîn.