Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Dagirkeriya Tirk nikare vîna me bişkîne’

29/10/2024
in Uncategorized
A A
‘Dagirkeriya Tirk nikare vîna me bişkîne’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim /Qamişlo

Welatiyên bajarê Qamişlo êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin û wiha gotin: “Heta dilopa xwîna xwe ya dawî emê  têkoşîn û berxwedaniyê bikin. Dewleta tirk a dagirker Bi van êrîşan nikare îradeya me bişkîne.”

Careke din ji bo qirkirina gelê herêmê dagirkeriya Tirk di şeva 23’ê Cotmehê de, dest bi êrişeke berfireh li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Dagirkeriyê di êirşên xwe de rasterast binesaziya herêmê, navendên stratejîk, xizmetguzarî, sivîl û mal û milkên wan dike hedef. Di encama êrişan de, bi 10’an welatî şehîd bûne û binesaziya herêmêm ziyanên gelek mezin dîtiye. Lê li hemberî êrişên qirkirinê gelên herêmê rabûn ser piyan û ji dagirkeran re helwesta xwe nîşan kirin ku ew ê tu carî serî ji dagirkeran re netewînin û tola şehîdên xwe rakin. Herwiha QSD’ê jî di çarçoveya mafê parastinê de, li dijî baregeh û xalên dagirkeriya Tirk çalakiyên bi bandor pêk anîn.

Di derbarê êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê, şêniyên bajarê Qamişlo ji rojnameya me re axavîn.

Rêvebera Kongra Star Xebat Beşîr da zanîn ku armanca dewleta Tirk a dagerker qirdikirina gelê herêmê ye û wiha got: “Dewleta tirk a degiker di van êrîşên xwe de  dixwaze ku gelê herêmê koçber bike û herêmê dagir bike. Herwiha dewleta tirk di van êrîşan de binesaziya herêmê, cihên xizmetguzarî, sitasuyên eletirîkê û mal û mikên sivîlan kirin armanc, li hemberî van êrîşan em ê li ber xwe bidin û nihêlin ku dewleta Tirk di van êrşan de bi ser bikeve. Di heman demê pêwîste gelên herêmê li hemberî van êrîşan li ber xwe bidin û helwesta xwe nîşan bidin.”

‘Pêwîste dewletên Navnetewî bêdeng nemîn in’

Xebat Beşîr axaftina xwe wiha qedand: “Dewleta tirk a dagirker bi bêdengiya dewleyên Navneteyî êrîşî herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê dike, di van êrşan de binesaziya herêmê gelek sivîl û zarok hatin hedefkirin. Herwiha pêwîste dewletê mezin weke Rûsya û Emerîka li hemberî van êrîşên hovane bê deng nemîn, rê li ber êrîşan bigirin û nehêlin ku dewleta tirk di van êrîşan bi serbikeve.”

‘Gelê kurd fedekarên axa xwe ne’

Birayê şehîd Şêrzat Ibirahîm Ibirahîm di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker di van êrîşan de dixwaze  fitneyê di navbera Rêveberiya Xweser û gelê herêmê de çêke, lê li hemberî van êrîşan gelê me fedakare, li kêlek Rêveberiya Xweser disekine. Herwiha êrşên dewleta Tirk a dagirker nikare  îrada gelê kurd bişkîne, di heman demê de ji gelê kurd tê xwestin ku tevlîbûnê ji refa hêza Suriya Dîmokrat re çêkin da ku ev hêz li ser piyan bibîne. Di heman demê de ji gelê kurd tê xwestin ku li hemberî van êrîşan her roj çalakiyan pêkbînin.”

‘Pêwîste gelên herêmê beravaniyê di ber axa xwe de bikin’

Ehmed IBirahîm axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di êrîşên dewleta Tirk a dagiker de gelek sivîl û bi taybet zarok hatin armanc kirin. Pêwîste dewletên cîhanê li hemberî van êrîşên bê mirovî helwesta xwe nîşan bidin. Herwiha  divê gelên herêmê li hemberî van êrîşan li berxwe bidin û berevaniyê di  ber axa xwe de bikin.  Dewleta Tirk di van êrîşan de nikare hebûna gelê kurd têk bibe û hete dilopa xwînê di laşê gelê kurd e heye, gelê kurd ji dev axa xwe bernadin û wê têkoşîn û berxwedaniyê bikin. Dewleta Tirk a dagirker di van êrîşên xwe de ti carî bi ser nakeve.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.