Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Tevgera me ji bo azadiya  hemû Jina ne’

29/10/2024
in Uncategorized
A A
‘Tevgera me ji bo azadiya  hemû Jina ne’
Share on FacebookShare on Twitter

Yasmîn Omo / Hesekê

Endama Kordînasyona  Kongra Star a Hesekê Xalîda Botî diyar kir ku ew ê bi riya fikrê Rêber Apo azadiya jinê bixin û rêxistinbûyîna xwe xurt bikin.

Kongra Star rêxistinek avanî ya konfederal a demokratîk a jinê ye. Giranî dide rêxistinkirin, perwerde û bihêzkirina jin û tekoşîna ji bo wekhevî û azadiya jin di hemû qadên jiyanê. Ew di sala 2005 de di bin navê Yêkitiya Star hate ava kirin. Kongra Star li Rojava, Bakûr û Rojhiatê Sûriyê û li Sûriyê xwe rêxistin dike. Nûnertiyê Kongra Star li Başûrê Kurdistanê, Libnan û li Avrupa heye. Ji destpêka destpêkirina Şoreşa Rojava û heta niha Kongra Star ji bo rêxistinkirin û pêşxistina jinê karekî giranbuha dide meşandin.

Di derbarê kar û xebatên Kongra Star de Endama Kordînasiyona  Kongra Star ya Hesekê Xalîda Botî bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Kongra Star li ser çi bingehê hat avakirin ?

Ew di sala 2005 de di bin navê Yêkitiya Star hate ava kirin. Kongra Star li Rojava, Bakûr û Rojhiatê Sûriyê û li Sûriyê xwe rêxistin dike. Nûnertiyê Kongra Star li Başûrê Kurdistanê, Libnan û li Avrupa heye.

Bingeha paradîgmaya Kongra Star demokrasî, ekolojî û azadiya jinê ye. Bi pêşxistina azadiya jinê û feraseta neteweya demokratîk dixwaze Rojavayek azad, Sûriyeya demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk ava bike. Ev tê wê wateyê ku gel bi xwe bi pêşxistina saziyên xweser a xweparastin, aborî, hiqûq, civak, dîplomasî û çandê bêyî ku xwe bispêre hêz û dewletê, dibe netewek. Kongra Star hemberî ferasetê desthilatdar baviksalar, nejadparest, kapîtalîst tekoşîn dike û ji bo civakek wekhev, azad û adalet rêxistin dike.

Mîkanîzma karê kongira star bi çi rengî ye ?

Kongra Star ji komîn, meclîs, akademî, kooperatîf û komîteyan pêk tê. Kongreya giştî du salan carekê pêk tê. Ji hemû qadên xebatê, rêxistin, kom û komîteyan ku Kongra Star jê pêk tê tevlîdibin û  xebatên xwe ya du salan dinirxînin û ji bo pêşerojê biryaran didin. Li vir jî endamên komîteyê û koordînasyona Kongra Star têne hilbijartin.

Peyama we ji bo jinan çi ye ?

Em wekî Kongra Star banga me ji bo hemû jinan li her jinek li her çar perçên Kurdistanê û li Rojhilata Navîn ku tevlî nava xebatê Kongra Star bibin ji ber ku Kongra Star sîwana hemû jinên ku xewn û xeyalên wan ji bo azadiyê heye,

Armanca me Bparsatina hevjiyana aştiyane û beşdariya demokratîk bi nûnertiyên etnîkî û olî di jiyana civakî, siyasî û çandî de dike. Civakek exlaqî û polîtîk bi pêşxistina şoreşa zihnî, ku bi perwerdeya li ser esasê Jineolojî tê avakirin. Bi Jineolojiyê re mêtîngeriya zihnî tê derbaskirin, hişmendiya jina azad, jiyana azad û têkoşîna cins tê pêşxistin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.