Ronaz Silêman/Qamişlo
Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî li Kantona Cizîrê Hindirîn Sîno diyar kir ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker gelek zarok şehîd û birîndar bûn û got, “Derfetê nedin dagirkeran ku zarokên me ji xwe re bikin hedef.”
Di şeva 23’ê Cotmehê de bi rengekî hovane êrişên tundî li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve pêk hat, di encama wan êrişan de jin, zarok û bi giştî gelê sivîl hatin hedefgirtin, di heman demê de binesaziya di herêmê de bûn armanc û wêran bûn. Herwiha ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker gelek zarok şehîd bûn û gelek jê jî birîndar bûn.
Armanca dewleta Tirk a dagirker ji hedefgirtina zarokan ew e ku pêşeroşa gelê herêmê tarî bike, ji ber dizane yên ku parastina nirx û destkeftiyên vî welatî bikin zarok in. Lewra zarokan xeteriyeke mezin li ser xwe dibîne, ji bo wê jî bi êrişên xwe hewl dide nifşê nû ji hole rake.
Derbarê hedefgirtina zarokan di êrişên dagirkeriyê de Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî li Kantona Cizîrê Hindirîn Sîno ji rojnameya me re axivî.
Hindirîn Sîno diyar kir ku dewleta Tirk pênasekirina sûcên şer li hermêma me pêk tîne û wiha got: “Ev ne cara yekê ku dewleta Tirk a dagirker di êirşên xwe yên li ser herêmê de sivîlan bike hedef, lê bi rengekî domdar êriş dike û yekser sivîl û binesaziya herêmê dike armanc. Di vê rewşê de gelê herêmê di nava tengasiyeke mezin re jiyan dike. Ev yek di zagonên cîhanê de bi sûcên şer tên pênasekirin, lê ev sûc rastî bêdengiyên navnetewyî tên.”
‘Ji bo êrişên li ser Rojava dengê cîhanê derneket’
Hindirîn Sîno anî ziman ku dewleta Tirk bixwe sûcan dike û ji derveyî xwe re ceza dixwaze û wiha got: “Îro em dibînin li Tirkiyê weke kesayeta Erdogan rojane daxuyaniyan ji bo gelê Filestînê dide û dibêje sûcên mirovî li ser vî gelî tê kirin, Israîl sivîlan hedef digere û ev sûcên şerin, di cîhanê de ev yek nayê qebûlkirin, lê ew bi xwe van sûcan li ser gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tine. Li pêş çavê cîhanê tê kirin ku çawa dewleta Tirk sivîlan û bi taybet jin û zarok dike hedefa êrişên xwe û kes dengê xwe nake, qaşo Netewên Yekbûyî li vire û şerê terorê dike, lê bêdeng ma, di heman demê de Rûsiya û Hikûmeta Şamê jî dengê xwe nekirin. Hikûmeta Şamê jî di daxuyaniyê xwe de, êrişên Israîl yên li ser Îran û Hizbulah nayên qebûlkirin, lê êriş li ser herêma wê bi xwe rojane tên kirin yek daxuyanî yek deng di vî derbarî de nekir.”
‘Li hemberî êrişan soza tolhildanê mezin dibe’
Hindirîn Sîno da eşkerekirin ku her êriş xurt bibin her wê soza tolhildanê mezintir bibe û wiha got: “Ji ber ku em xwediyê fikir û felsefeya azadî û demokrasiyê ne, xwediyê fikir û felsefeya biratiya gelan e, sîstema kapîtalîst li dijî me şer dike, ji ber fikrên me nakevin xizmeta berjewendiyên wan. Hem jî dixwazin Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyaya Demokratîk têk bibin. Lê çoşa gel rojane xurtir dibe, her ku êriş zêde dibin, soza me ya tolhildanê mezin dibe.”
‘Divê dagirkeriya Tirk were cezakirin’
Hindirîn Sîno axaftina xwe wiha bidawî kir: “Bang li civaka navneteweyî û rêxistinê mafê zarokan dikim ku li hemberî vê rewşê berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Herwiha zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin ku êrişên xwe yên ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybetî yên ser zarokan bide sekinandin. Divê dagirkeriya Tirkî were cezakirin. Zarok pêşeroja welatê me ne, dema em li zarokên xwe xwedî derkevin, em li welatê xwe jî xwedî derdikevin. Ji bo wê divê em li zarokên xwe xwedî derkevin. Herwiha em derfetê nedin dagirkeran ku zarokên me ji xwe re bikin hedef û li dijî kiryarên wê, em hêza xwe xurtir bikin.”