Argêş Gewda/Qamişlo
Welatiyê bi navê Alan Ibrahîm ku di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker a ser Saziya Minhacan ya bajarê Amûdê de birîndar bibû, anî ziman ku ew ê li hemberî êrişên dagirkeriyê li ber xwe bidin û gav bi paşve neavêjin.
Artêşa Tirk a dagirker doh danê nîvro êrişî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Saziya Minhacan ên li bajarê Amûdê kir. Di encama êrişê de 8 welatî birîndar bûn. Welatiyên ku di wê êrîşê de birîndar bûne navên wan wiha ne: Dara Elî Teter, Bariya Xelîl Tewfîq, Ekrem Bîco, Fewazî Silêman, Alan Îbrahîm, Hember, Mesûd, Xalid Selman Macid.
Derheqê êrîşa li ser bajarê Amûde de, birîndarê bi navê Alan Ibrahîm ji rojnameya me re axivî.
‘Dewleta Tirk ya dagirker nikare me bide koçberkirin’
Welatiyê birîndar yê bi navê Alan Ibrahîm di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Dewleta Tirk ya dagirker bi zanebûn herêmê bi hincetên cuda dike armanc. Em ti caran wan êrîşên dewleta Tirk ya dagirker yên hovane natirsin û paş de gav neavêjin. Pêvajoyek wisa ku hevdîtin gel Rêber Apo çêbûne di dilê gelê Kurdistanê de kelecanek mezin da avakirin. Piştî wê hevdîtinê êrîşên li ser herêmê me dide xuyakirin ku dewleta Tirk tucaran xwe nêzî proseya aşitîyê nake. Ez karkerim û ji bona debara malbata xwe ya rojane dibim alîkar min kar dikir. Piştî lêdana balafirên keşfê yê bêmirov ez di ling û cihên cuda yên laşê xwe de birîndar bûm. Em ji 10 kesan zêdetir bi cihên cuda de birîndar bûn. Ev birîndarî nabe asteng lipêşiya min û em tu carê serê xwe ji dagirkeran re natewînin. Bi tang û topen dixwazin me mişxet bikin. Em tucaran vê yekê qebûlnakin.”
‘Yek ji me biçe, hezar jidayik dibin’
Alan Ibrahîm axiftina xwe wiha qedand: “Em gelê Kurd tu carî xelas nabin. Bi kuştinê bi qirkirinê em nayên qedandin. Ez wek welatiyek Rojavayê Kurdistanê ji bona deskeftiyên şoreşê biparêzin tu caran gav di paşde navêjim. Ji ber me axa tu welatan dagirnekiriye û em li ser axa xwe têkoşîn dikin. Birînên min li gorî hevalên min yên din baş e. Ezê piştî dermankirinê derbikevim û vegerim ser karê xwe. Dîsa jî, ez banga xwe dubare dikim em têkoşîne bi hevre bilin bikin.”