Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêkhatyên Cizîrê: Divê tevgera firokên şer û dironan were qedexekirin

27/10/2024
in Uncategorized
A A
Pêkhatyên Cizîrê: Divê tevgera firokên şer û dironan were qedexekirin
Share on FacebookShare on Twitter

Reşo Mihemed/ Qamişlo

Pêkhateyên kantona Cizîrê diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi hovîtî sivîlan dike hedef, pê re jî navendên xizmetguzarî yên ku gelên herêmê dabîn dike dike armanc. Herwiha pêkhateyan bang li hêzên navnetewî kirin ku hemû cureyên êrişên dagirkeriyê, hem jî tevgera firokên şer û dironan li ser asîmanê herêmê were qedxekirin.

Êrişên dagirkeriya Tirk li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pê re jî navendên ewlehî û xizmetguzariyê bi dijwarî tên domandin.

Li gorî çavdêriya me ji êrişan re heta niha bi 99 dironan, 13 firokên şer û zêdeyî 575 hawnan êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye.

Di encama van êrişan de 17 kes şehîd bûn û 48 kesên din jî birîndar bûn, di nav wan de sivîl û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hebûn. Herwiha bi dihan navendên xizmetguzarî, stasiyonên gaz, elektrîk û petrolê hatin ruxandin.

Derbarê êrişên ku li ser herêmê tên pêkanîn pêkhateyên kantona Cizîrê ji rojnameya me re axivîn.

‘Gel û jêrînxaneya ku xizmeta me dike, tên armancgirtin’

Serokê meclisa eşîreya Tey, Hesen Eltaî da zanîn ku gel û navendên xizmetguzariyê bi hovîtî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve tên hedefgirtin û wiha got: “Êrişên ku li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên kirin ji aliyê dewleta Tirk ve, êrişên dermirovî û hovane ne. Hincetên dagirkeriya Tirk jî hertim ew in ku buyerên ku li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê çêbibin, sedema wê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Di heman demê de ew kurdan û Rêveberiya Xweser weke gefkarekan li hemberî xwe dibîne. Lê êrişên ku çêdibin tiştekî tenê tekez dike, ew ku  dewleta Tirk a dagirker di hundur û derveyî sînor de ji hemû milan ve bêhêz bûye. Bi riya van êrişan dixwaze pirsgirêkên hundirîn derxîne derdorê. Lewma jî êriş li ser herêma me çêdibin û hertim didomin. Dewleta Tirk a faşist bêserûber êrişî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Di serî de gelê wê yê hevgirtî bi kurd, ereb û suryanê wê ve dike armanc. Herwiha navendên xizmetguzarî û stasiyonên gaz, mazot, betrol û elektrîkê yên ku gelê herêma me sûdeke mezin jê werdigire, dike armanc.”

‘Divê tevgera firokên şer û dironan were qedexekirin’

Hesen diyar kir ku divê li hemberî tevgera firokên şer û dironan biriyara qedexekirinê ji aliyê hêzên navdewletî ve were dayîn û wiha domand: “Wekî em dizanin herêma me herêmeke rengîn e bi pirbûna netew û pêkhateyên xwe. Kurd, ereb, suryan û hwd… bi hev re li ser axekê dijîn, lê rojane dewleta Tirk êrişî herêmê dike. Ev çar roj in ku bi tundî êriş bi bêdengiya hêzên navnetewî mîna Koalisyon û Rûsiyayê, li ser gelên hermê tên domandin. Em weke pêkhateya ereb û bi taybet eşîreya Tey van êrişan şermezar dikin. Herwiha bang li aliyên xwe demokras dibînin, hêzên navnetewî û Komkara Erebî dikin ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin . Di heman demê de hemû hewldanên xwe bikin da ku tevgera firokên şer û dironan li ser asîmanê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexe bikin. Em weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mafê me weke hemû gelên herêmê heye ku bi aramî bijîn. Rêveberiya Xweser jî di warê aştî, demokrasî û wekheviyê de nimûneya herî ber bi çav e li Rojhilata Navîn.”

‘Pêwîste sînor ji êrişên dagirkeriyê re werin danîn’

Muxtar Yûsif Ilyas da zanîn ku divê sînor li hemberî êrişên dewleta Tirk li ser  herêmê were danîn û wiha axivî: “Em weke pêkhateya suryan êrişên dewleta Tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tundî şermezar dikin. Dewleta Tirk a dagirker û faşist rasterast kesên sivîl dike armanca xwe. Ew di derheqê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pilanên qirkirin, guhertina demografîk û dagirkirinê pêk tîne. Pê re jî jêrînxaneya wê ya ku bi hezarên kesan sûdê jê werdigirin, dike hedef û tê dibe. Kiryarên ku li ser gelên me çêdibin hemû li pêşiya çavê cîhanê û hêzên navnetewî tên pêkanîn. Lewma jî pêwîste ev hêzên navdewletî yên weke Amerîka û Rûsya ji bêdengiya xwe ya li hemberî êrişan derkevin. Di heman demê de sînorekî li pêşiya van êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker bidin destnîşankirin.”  

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.