Saturday, May 24, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘ Yê Ji bona Filistînê digirîyan, ji bona Rojava kerr û lal in’

27/10/2024
in Uncategorized
A A
‘ Yê Ji bona Filistînê digirîyan, ji bona Rojava kerr û lal in’
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Gewda/Qamişlo

Hevserokê Saziya Kedkaran a Bakur Rojhilatê Sûriyê Şêro Şero diyar kir ku armancgirtina kedkaran, kiryarekî dijmirovî ye û di heman demê de bi hincetên derew  dewleta Tirk ya dagirker hewil dide axa herêmê dagir bike.

Dewleta Tirk her demekê bi behaneyên cuda êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û binesaziya herêmê dike armanca êrîşan. Dewleta Tirk di êrîşên xwe de rasterast binesaziya herêmê, navendên stratejîk û yên xizmetguzariyê dike hedef.  Di van rojên dawî de dîsa dewleta tirk bi hincetên ji rastiyê dûr û ji bo qirkirina gel êrîşên hovane li dijî binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne. Di wan êrîşên demên dawî de gelek karmendên ku di cihê xizmtguzariyê de kar dikirin şehîd bûn.

Derbarê êrişên dewleta Tirk yên li dijî  binesazîyên herêmê û karmend û gelê sivîl , hevserokê Saziya Kedkaran a Bakur Rojhilatê Sûriyê Şêro Şero ji rojnemeya me re axivî.

‘Dewleta Tirk ya dagirker binesaziyên herêmê armanc digire’

Hevserokê saziya Kedkaran a Bakur Rojhilatê Sûriyê Şêro Şero da diyarkirin ku  êrîşên dawiyê yên dewleta Tirk ya dagirker li  ser herêmê dide meşandin, gelê sîvîl û zarokan encam digire û wisa dest bi axiftina xwe kir: “Piştî êrîşa li paytexta Tirkiyê Enqerê çê bûyê, kir het êrîşî Rojavayê Kurdistanê kir. Piranî cihê ku tê encam kirin, binesazîyên jiyanî ne û piranî karkerên ku tê de kar dikin hemû welatiyên herêmê ne, sivîlin. Mînak firneyên nan, dirûngehên cilan û kargehên xazê yên ku gelê heremê debara xwe ya rojane pêk dianîn. Di heman demê de, nexweşxane û bîrên petrolê jî tên armanc kirin. Ji ber wê karkerên ku di wan cihan de kar dikin giştî sivîlin. Weke ku dewleta Tirk ya dagirker çapemeniye xwe de ji bo êrîşê rewa bike, mijarê berovajî dike. Ev kiryarên dewleta Tirk yên dagirker dervî mirovahiyê ne û ti zagonan de jî nayê nivîsandin. Yên ku ji bona Filistînê digirîn, dema mijar dibe Kurd û Kurdistanî di holê de winda dibin.”

‘Saziyên navnetewî pêwiste bi erka xwe rabin’

Şêro wisa berdewam kir: “Wek Karker û Kedkaran di nav sazî û komalêyên navnetewî de mafê wan yê parastinê heye. Lê ev kiryarên dewleta Tirk berbiçav nagire, zagonên civakî û huqiqî binpê dike. Dewleta Tirk ya dagirker faşîst û barbar e. Pêwîste NY(Neteweyên Yekbûyi) Komaleya Mafê Mirovan hemû saziyên navnetewî û cîhanî erka xwe rabin. Saziyên kedkaran yê navnetewi jî, heman demê de bêdeng dimînin. Lê mixabin dewleta Tirk ti pîwan û zagonan nas nake. Dema mijar dibin Kurd cîhan di sekin e. Dewlet û saziyên biyanî hemû berjewendiyên xwe bingeh  digirin. Hemû kedkarên me yê Bakur û Rojhilatê Suriyê soza domandina şoreşa Kurdistanê  kirin. Ti cara em axa xwe ji bona dagirker û metingeran nahêlin.”

‘Armanca dewleta Tirk ya dagirker têkbirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye’

Şêro axiftina xwe wiha bi dawî kir: “Armancgirtina binêsaziyên herêmê têkbirina şoreşê ye. Kedkar û sivîlên ji bona debara xwe ya rojane kar dikin koçber kirin û penaber kirina wan e. Valakirina gelê li wir e. Piştre jî dagirkirina axa herêmê ye. Ev plansaziyek e demên dirêje. Ji ber wê yekê em bangî gelê xwe dikin axa xwe ne terikînîn. Hemû kedkarên ku êrîşên dewleta Tirk ya dagirker de gehiştine asta şahadetê, em bibîrtînin.”

Post Views: 139
ShareTweetPin

Herî Dawî

MSD’ê têkildarî diyaloga sûrî-sûrî komxebatek li dar xist
NÛÇE

MSD’ê têkildarî diyaloga sûrî-sûrî komxebatek li dar xist

24/05/2025
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Rojnamegeriya Kurdî
NÛÇE

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Rojnamegeriya Kurdî

24/05/2025
10’emîn Mehrecana Kurteçîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wê bê lidarxistin
NÛÇE

10’emîn Mehrecana Kurteçîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wê bê lidarxistin

24/05/2025
‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’

24/05/2025
Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’
JIN

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’

22/05/2025
‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’
ÇAND Û HUNER

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’

22/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.