Saturday, May 24, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Omer Îshaq; Huner cîhaneke ji afrîneriyê ye

27/10/2024
in Uncategorized
A A
Omer Îshaq; Huner cîhaneke ji afrîneriyê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Hunermendê Komêkis Omer Îshaq diyar kir ku pêwîste teşwîqkirina hunera xêzkirinê li herêmê bê kirin, herwiha divê ji bo perwerdekirina nifşan saziyên dilxwaz bên avakirin û got, “Kesên wênesaz dikarin bibin helbestvan û nivîskar jî.”

Hunermendê wênesaz Omer Îshaq ku pêşengê hunera ‘Komêks e’, bi hunera xwe ya wênesaziyê tê nasîn, herwiha raman û çîrokan bi rengekî balkêş xêz dike, di heman demê de di bûyerên taybet de jî pispor e.

Kurtejiyana hunermendê Komêkis Omer Îshaq

Omer Îshaq di sala 1957`an de li navçeya Amûdê ji dayik bûye. Omer bi hunera wênesaziyê ve girêdayî ye û ji ber ku di nava malbateke hunerî de mezin bûye, ji zaroktiya xwe ve derfetê fêrbûn û xwendinê li pêşiya wî hebû, ji ber vê yekê wî hunera xêzkirinê ji xwe re hilbijart, herwiha fêrbûyina xizkirinê ji xwe re kir armanc û bi heyecan û xwesteka xwe pir bi lez fêr bû, ji ber hebûna kesên ku di nava malbatê de ew fêr kirin û behreya wî ya afirîner di xêzkirinê de xurt bû. Lewra Fakulteya Hunerî ya Şamê daxwza Omer Îshaq kir ku tevlî Fakulteya hunerî bibe. Lê armancên Omer Îshaq ji wiha mezintir bû, ji ber vê yekê di sala 1988`an de li Zanîngeha Fransî ‘Sorbone’ fêrbûna hunera ‘Komêkis’ teorîk dît. Lê ji ber mijarên malbatê, xwendina xwe temam nekir û vegeriya welat.

Hunermendê ‘Komêkis’ Omer Îshaq

Gelek huner hene awayê xêzkirina wan bala mirov dikişîne, yek ji van hunerên balkêş ya komêkis e, ev huner di dinyayeke tijî afirînerî û jêhatîbûne, ji ber vê yekê hunermendê ‘Komêkis’ Omer Îshaq biryar da ku xwe bi vê hunerê re bike yek. Omer Îshaq dixwaze bi riya hunera xwe ya wênesaziyê de riya zarokan ronî bike, her wiha dema zarokek bibîne ku çîrokek bi awayekê hunerî hatiya xêzkirin, di heman demê de bi rengên cûr bi cûr û balkêş hatiya xemlandin, ew zarok xwe nêzî wê çîrokê dike û dûrî mediya dicîtal dikeve. Omer Îshaq ji sala 2021`an de, di Kovara Mizgîn a zarokan de karê wênesaziyê dike.

Derbarê hunere Komêkis de, Omer Îshaq ji Rojnameya me re axivî.

Omer Ishaq di destpêka axaftina xwe de balkişand ser mijarên ku bla zarokan dikşîne û wiha got: “Ez ji zaroktiya xwe ve ji hunera xêzkirinê hez dikim, ji ber ku ez di malbateke hunerî de mezin bûm, min birayê xwe yê mezin ji xwe re mînak girt, ji ber ku birayê min yê mezin di hunera xêzkirinê de zîrek bû, her tim ez ji bona hunera xêzkirinê dida teşwîq kirin û dihşit ku hezkirina min ji hunera xêzkirinê re zêde bibe. Li ser vî bingehî min gelek gavên mezin di fêrkirina hunera xêzkirinê de avêt. Birayê min di kesayeta min de îradeya temamkirina xwendina hunera xêzkirinê afirand û tim ji min re digot “Dema tu xêz bikî, ji min bihêztir û xurtir be.”, lewma birayê min mamosteyê min ê yekem bû.”

Sûdên çîrokan

Omer da zanîn ku zarok gelek sûdên erênî ji çîrokan digirin û wiha got:”Girîngiya çîrokan, ew e ku bi riya xêzkirinê çîrok were xêzkirin û nivîsandin wê demê xurtkirina perwerdekirinê li cem zarokan çêdibe. Herwiha ji bo zarokan xalên sereke hene, yek ji wan xurtkirina dîtinê ye ku meraqa xwendinê çêdike, dihêle ku ew çîrokê analîz bikin, eger zarok zehmetiyê bikşînin di warê xwendinê de, em bi riya xêzkirinê çîrokê hêsan dikin. Dema ez çîrokan bi riya xêzkirinê şîrove dikim, ez bi rengên ku bala zarokan tê kişandin reng dikim û dixemilînim, da ku ev zarok dûrî amûrên teknîkê bikevin û çanda xwendinê li cem wan pêşbikeve.”

‘Hezkirina min ji çîrokên zarona re’

Îshaq diyar kir ku hilbijartina wî ji bo xêzkirina çîrokên zarokan ji ber hezkirina wî ji şêwaza vê xêzkirinê û leza wê re tê û wiha pê de çû: “Xêzkirina çîrokên zarokan li gorî temenê zarok diguhere, zarokên ku temenên wan di navbera 12-16 salî be çîrokên wan ne wek yên zarokên biçûke, ji ber zarokên biçûk bi tevgerin, min ji vê şêwaza xêzkirinê hez kir, ji ber ku bilez e, dema ku kombiyutr tune bû, min li ser kaxezê xêz dikir, lê xêzkirina li ser kombiyuterê hêsantir e.”

Tevlîbûna Omer Îshaq di pêşengiha şehîd Herekol de

Ev 2 sal in ku Omer Îshaq beşdarî pêşengiha şehîd Herekol a pirtûkan dibe, her wiha di pêşengiha 7 û 8’emîn de cihekî pir girîng girt ku kêfxweşê dikir dilê her zarokekî de, her ku zarokek di bere derbas dibû rûkenî û dilşadî li ser rûyê wan xêz dikir. Di heman demê de beriya ku Omer Îshaq zarokekî di pêşengihê de xêz bike, ew kêfxweş dikirin, ji ber vê yekê Omer Îshaq her ku zarokek didît wê di demekî gelekî kurt de xêzdikir, ew dem jî nêzî 5-10 deqan de bû. Her wiha di pêşengihê de zarokan li dora Omer Îshaq kom dibûn û demên bi rehetî û kêfxweşî derbas dikirin.

‘Pêwîste em hunera xwe mezintir bikin’

Omer Îshaq di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Pêwîste em hunera xêzkirinê li herêmên xwe teşwîq bikin û ji bo perwerdekirina nifşan divê saziyên dilxwaz hebin, ji ber ku huner xwedî hişmendiyeke mezin e, kesê ku boyax dike dikare bibe helbestvan û nivîskar, hişmendiya gelê xwe û pêşketina wan bi rêya hunerê derxe holê.”

Post Views: 138
ShareTweetPin

Herî Dawî

MSD’ê têkildarî diyaloga sûrî-sûrî komxebatek li dar xist
NÛÇE

MSD’ê têkildarî diyaloga sûrî-sûrî komxebatek li dar xist

24/05/2025
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Rojnamegeriya Kurdî
NÛÇE

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Rojnamegeriya Kurdî

24/05/2025
10’emîn Mehrecana Kurteçîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wê bê lidarxistin
NÛÇE

10’emîn Mehrecana Kurteçîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wê bê lidarxistin

24/05/2025
‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’

24/05/2025
Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’
JIN

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’

22/05/2025
‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’
ÇAND Û HUNER

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’

22/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.