Saturday, May 24, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sosyolojiya Ciwanan Bingeha Avakirina Kesayeta Ciwanên Serdemê Ye

27/10/2024
in Uncategorized
A A
Sosyolojiya Ciwanan Bingeha Avakirina Kesayeta Ciwanên Serdemê Ye
Share on FacebookShare on Twitter

Zana Roj/ Şehba

Ciwantiya li ser bingeha bîrdoziya azadiyê û şoreşgertiyê hatiye avakirin, di piratîzekirina xebat û şoreşgertiya xwe de wê bi hîmên wê zanebûnê tevbigerin. Ciwanên Efrînê bi vê helwestê xebatên lêkolînê di nava Jinên ciwan û ciwanan de aktîf dikin. Endama Navenda Lêkolînan ya Ciwanan Rîm Dede anî ziman ku rihê pêşengên ciwantiya Apoyî vejîn dikin.

Tevgera Azadiya Kurdistan bi pêşengtiya ciwanên serdemê yên ku li ser rastiya dijmin û doza azadiya Kurdistan çavên xwe vekirine hate avakirin. Di nava vê tevgera ku weke lehiya herikî ye û diherike, pêşengtiya vê tevgerê ciwanan kir. Bi vê lehiyê re bi hezaran ciwanên Kurd û yên azadîxwaz ji hemû pêkhate û netewan cihê xwe tê de girtin. Tevgera Apoyî hemû gel û ciwanên Kurd yên welatparêz û sampatîzan di nava xwe de hewandin, bi taybet di pêşengtiya vê yekê de ciwanên xwedî zanebûn û xwendevan cihê xwe girtin. Li ser van bingehan ev tevger bi tevgera ciwanan tê naskirin; ciwanên ku bi herikîna serdemê re diherikin û dibin hêza guhartin û veguhartinê.

Tevgera Ciwanên Şoreşger avakarê kesayeta şoreşgerê serdemê ye, kesayeta ku xwedî helwest, îrade, vîn, zanebûn û ji şoreşgertiya xwe re hunermendiyê bike ye. Erk ewe ku ev hîmên bingehîn bibin yek û di kesayeta şoreşgerê demê re yê ku di şexsê tevgera ciwanên Apoyî de tê teysandin; bibe yek û xwedî li nasnameya xwe derbikevin.

Li ser van bingehan Tevgera Ciwanên Şoreşger yên Sûriyê xwe birêxistin dike û di hemû qadên civakê de pêşengtiyê dike. Di vê pêvajoyê de ji bo aktîvkirina xebatên bîrdozî, lêkolîn, analîz û xwendin di nava ciwanan de, li Kantona Efrîn û Şehbayê Tevgera Ciwanên Şoreşger dest bi xebatên lêkolînanan kirine. Ev xebat di çarçoveya lêkolînkirina gelek mijarên giran yên girêdayî ciwan û jinên ciwan de herî zêde tên gerandin. Têkildarî vê komîteyê û xebatê ku têne kirin Endama Navenda Lêkolînan ya Desteya Ciwan û Werzîşê li Kantona Efrîn û Şehbayê Rîm Dede ji rojnameya me re axivî.

Pêşxistina ciwanan di aliyê zanistî û îdeolojîk de

Rîm di destpêka axaftina xwe de armanc ji vê xebatê çi ye anî ziman û wiha got: “Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşxistina xebatên lêkolînan ya ciwanan hate destpêkirin, li herêma Şehbayê jî yekem car ev navend tê avakirin. Ev xebat me ji heyva Gulanê de destpê kiriye û xebatê wê têne meşandin. Bê guman di nava ciwanan de ev gavekî nû û tecrûbeyekî nû ye ku bi sîstem dikeve meryetê ye. Armanca me ya sereke pêşxistina ciwanan di aliyê zanistî, îdeolojîk, bîrdozî û xwegihandina hemû mejiyên ciwanên heyî ye, zêdetir nîqaşkirin û lêkolînkirina pirsgirêkên ciwanan bi taybet ji bo ciwanên Efrînê yên ku rû bi rûyê zehmetî, şert û mercên koçberiyê re dimînin e. Bê guman ev navend di nava xwe de hemû ciwanên ku di herêmê de dimînin digire nava xwe, weke gavekî nû ye, lê pêşwazîkirina vê gavê bi awayekî erênî hatiye teysandin”.

`Li hemder êrîşên ku têne kirin avakirina vê navendê; Bersîvdayîn e`

Rîm bal kişand ser girîngiya avakirina vê navendê û birêvebirina vê xebatê di nava ciwanan de û wiha pê de çû: “Her çiqas em hewil bidin ku em bi rewşa koçberiyê û polîtîkeyên ku li ser me têne ferizkirina bandor nebin, helbet em kêm dimînin. Îro dijmin û hevkarên xwe bi hemû hêza xwe siyasetên xwe yên asîmîlasyonê li ser me dimeşîne û herî zêde ev siyaset li derdor ciwan û jinên ciwan têne gerandin. Dema em li kesayet û asta ciwanan dinêrin ev yek yekser tê xuyakirin. Bêhtir xebatê ciwanan bi çalakî, ka û barên rotîn tên naskirin, lê bê guman hêz û enerjiya ciwanan zêdetire û dikare diyarde, pirsgirêk û polîtîkeyên ku tên dîtin binirxîne, nîqaş bike û bibe hêza çareseriyê. Ji lewra avakirina vê navendê weke bersîvdayîneke li hember hemû êrîşên ku li ser ciwanan têne kirin e”.

Modernîteya Kapîtalîst avakirina ciwanekî vala hedef dike

Her wiha Rîm bal kişan ser siyasetên ku li ser ciwanan têne meşandin û wiha got: “Di serdema heyî de dijmin û hêzên hegemon şerên gelek zirav li ser ciwanan bi taybet didin meşandin, li hember enerjî û herikîna ciwanan di giştî cîhanê de dibin bend, bê guman ev bend bi siyasetên şerên taybet bi xetên xwe yên zirav têne pêkanîn û ciwanan didin mijûlkirin. Ji mijûlkirina ciwanan zêdetir dixwazin mejiyekî sade, naverokekî vala û kêrnehatî bidin avakirin. Bi hemwextiya vê yekê re ku ev sîstem bûye sîstemekî gilobal û li ser ciwanan tê meşandin, bi taybet ji bo ciwanên Kurdistanê dijmin siyasetên herî xirab li ser wan dide meşandin. Di giştî Kurdistanê de hêza ciwanan tê hedefgirtin û weke ku me anî ser ziman bi polîtîkeyên şerê taybet yên weke sîxurtî, madeyên hişbir, teşwîqkirina koçberiyê û welat terkandin têne kirin. Ciwanên Kurd divê di ferqa van siyasetan de bin û li hember wê xwebirêxistin bikin. Yek ji erkên me yên bingehîn ewe ku em van siyasetan teşhîr, lêkolîn û nîqaş bikin û asta bandora wê bi civak û ciwanan re parvebikin”.

Naskirina Sosyolojiya Ciwanan

Rîm di berdewamiya axaftina xwe de mijarên ku hatine lêkolînkirin anîn ziman û wiha got: “Di destgirtina me ji lêkolînên têkildarî ciwanan re, yek ji xisletên herî sereke ku me xwestiye em xwe li ser perwerde û lêkolîn bikin ew jî Sosyolojiya Ciwanan bû; çima me bi vê yekê re destpêkir ji ber rewşa ciwanan û mijarên ku em lêkolîn bikin hemû xwe dispêrin vê yekê. Weke gavên destpêkê me xwest pênesayeke gelemperî di asta cîhanê de bigrin dest, her civakak ciwanan çawa dibîne. Weke beşa duyemîn di cîhanê de pêşengtiya ku ciwanan kiriye, asta pêşketina zanistî ya ciwanan çi ye, bandora sîsteman li ser ciwanan û hwd. Di dawiyê de weke çareserî çi ye û emê çawa van pirsgirêkan derbas bikin û xwe avabikin.

Di berdewamiya mijarên ku me lêkolîn kirine de ev bûn; yek ji tîpên ku xwe li ser ciwanan ferizkiriye û tê dîti bê hêvîtiya ciwanan e. Bi taybet li vê herêmê her ku temenê koçberiyê dirêjtir dibe her ku ciwan dikevin piskeolojiya bê hêvîtiyê. Ê ji bo ciwanekî Kurd ev rewş bê guman nayê qebûl kirin û divê bikeve ferqa xwe û erk û berpirsyatiyên ku ji wî têne xwestin çi ne bizanibe.

Di heman demê de mijarên xwekuştinê ya ku herî zêde di nava jinên ciwan de pêşdikeve, li aliyê din ve mijarên zewaca temenê biçûk, bikaranîna madeyên hişbir û hwd. Ev mijar divê bi şaxên wê yên zirav bêne lêkolînkirin û awayê parvekirina van mijaran bi ciwanan re bê guman girînktir e. Helbet ev siyaset ji aliyê sîstemên cîhanî ve têne birêvebirin, ji lewra mijara Sosyolojiya Ciwanan û naskirina cewherê ciwantiya ku Rêber Abdullah Ocalan behs dike divê ku çawa be, kesayeta ciwananên demê divê çawa be, hemû li derdorê vê mijarê têne zivrandin û çareserî jî bi îdeolojiya Rêber APO pêkan e”.

Pirsgirêk, encam û çareserî bi ciwanan re parvekirin

Rîm awayê parvekirina van mijaran bi ciwanan re anî ziman û wiha domand: “Em derbasî nava hemû beşên ciwana bûn, xwendekar, ciwanên sivîl, ciwanên kedkar. Gelek mijarên ku me anîne ziman bi wan re hatin nîqaş kirin. Di van xebatan de tê diyarkirin jêdera diyardeyên ku di nava ciwanan de diteyisin ji ku tê û xwe disipêre çi. Li ser van bingehan di encama lêkolînkirina rewşa ciwanan, riya çareseriyê çi ye tê diyarkirin. Encamên ku hatine derxistrin bi riya panêl û perwerdeyan bi ciwanan re hatin parvekirin û wê berdewam be”.

`Wê ev xebat di asta herêmê de sînordar nemîne`

Rîm di dawiya axaftina xwe de pilansazî û pirojeyên demên pêş parve kirin û wiha got: “Bê guman xebatên me wê tenê di asta herêmî de sînordar nemîne, gelek tevgerên ciwanan yên cîhanî hene armanca me xwegihandina wan tevgeran û xebatekî hevbeş bê derxistin e. Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê xebatê berfirehkirin û hemû ciwanên di civakê de hembêzkirin, her wiha wê yekemîn panêla piratîkî ya Navenda Lêkolînên Ciwanan bê lidar xistin ew jî wê li ser mijara Sosyolojiya Ciwanan be”.

Post Views: 116
ShareTweetPin

Herî Dawî

MSD’ê têkildarî diyaloga sûrî-sûrî komxebatek li dar xist
NÛÇE

MSD’ê têkildarî diyaloga sûrî-sûrî komxebatek li dar xist

24/05/2025
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Rojnamegeriya Kurdî
NÛÇE

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Rojnamegeriya Kurdî

24/05/2025
10’emîn Mehrecana Kurteçîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wê bê lidarxistin
NÛÇE

10’emîn Mehrecana Kurteçîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wê bê lidarxistin

24/05/2025
‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’

24/05/2025
Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’
JIN

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’

22/05/2025
‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’
ÇAND Û HUNER

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’

22/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.