Navenda Nûçeyan
Ji avabûna gerdûnê heta çêbûna gersitêrkan û heya mirovê destpêkê; ji mirovê destpêkê jî heya çêbûna kilan, kabîle, xanedan, êl û eşîran. Ji vir jî heya împarator, dawleta netewe û pergala kapîtalîzmê. Ev dîrok qasî em pê dizanin 8.3 milyar sal in. Di vê dîroka em tê ra derbas bûne, me bi xwe ra hest anîne. Mirov dikare bêje ku dîroka gerdûn û mirovahîyê, di heman demê da jî dîroka hestan e. Ji ber ku eger di mirovê destpêkê da hestên jîyanê nebûna, dê nekarîya xwe li ser lingan bigirta. Em jî ji koka vê dîrokê tên. Ji sedî sed ne be jî lê belê me bi xwe ra taybetmendîyên ku ji dîrokê girtine anîne. Rêbertî vê rastîyê weha tîne ziman: “Em di destpêka dîrokê da, dîrok jî di roja me da veşartî ye”. Mirov dikare bêje ku hestên me yên îroj, ne yên îroj in. Yanî di destpêkê da bi me ra hebûne. Lê mirovan nedizanî ka dê van hestan çawa bînin ziman. Mirovê destpêkê çawa xwe parastîye, çawa xwe têr kirîye û çawa xwe zêde kirîye? Ev sê xislet ji bo domandina jîyanê nebin nabe. Yanî mirovê destpêkê haj ji van xisletan heye ku ev sê xislet bi cih anîne. Hem xwe parastine, hem xwe têr kirine û hem jî xwe zêde kirine. Ev her sê pirs, ne jê rêzê ne. Gelo çi bûye sedem wan mirovan xwe parastîye? Çima xwe têr kirine? Çima xwe zêde kirine? Em li vir dikarin vê bersivê bidin: Hest bûne sedem ku ev her sê pêdivîyên jîyanê bipêş ketine. Me di beşa pêşgotinê da anîbû ziman ku mirov ji pirtikan pêk tê û her pirtik jî zindî ye û xwedî hestan e. Di vir da pirsek din tê pêşberî me. Ev jî ev pirs e. Çi bûye sedem ku mirov ber bi hestan ve çûye. Dibe ku bersiva me ji sedî sed nebe. Lê bele ji sedî 99.9 para xwe ya rastîyê heye. Bersiv jî ev e, “azadî”. Ji ber ku armanca hestan ew e ku azad bin. Ji bo ku hest azad bibin jî pêdivîya wan bi rêbazekê heye ku bigihije armanca xwe. Em di roja îroj da ji vê rêbazê ra dibêjin “helbest”. Dema mirov nav lê kirinên destpêkê binêre, dê mirov bibîne ku, li gorî hestan nav li tiştên heyî kirine. Eger em çend mînakan bidin; agir, ba, ax, av û hwd. Baş e, çi bûye sedem ku mirovên ewil ewqas bi jîyanê ve hatine girêdan? Di vir da em dikarin vê bêjin; ji bo xwe bigihînin rastîyê. Ji bo mirov bigihije rastîyê jî têkoşîn, azwerî, mejî û hêvî lazim in. Ji bo ev taybetmendîyên me anîne ziman pêk werin jî dîsa hest pêwîst in. Ji ber vê jî mirovên destpêkê bi her alîyan ve xwedî hestên bê hempa bûne. Mirov dikare di vir da, hinek qala mejîyê mirovan bike. Di mejîyê mirovan da du cure mejî heye. Yekem: Mejîyê hestyar, duyem: Mejîyê analîtîk e. Mejîyê hestyar bê ku xeletîyan bike tevdigere û qet şaşitîyan nake. Mejîyê ku mirovan ber bi hestan ve dibe jî ev mejîyê hestyar e. Mejîyê analîtîk rewşa heyî analiz û şîrove dike. Ji ber vê jî hin caran dikeve şaşitî û xeletîyan. Dema mirov li dîroka derbasbûyî binêre, mirovên ewil sedî not bi mejîyê hestyar tevgerîyane. Lewra wan dikarîyan ji bo dîroka mirovahîyê bibin hîmê jîyanê.
Bi Hev Ve Girêdana Hest û Azadîyê
Tu tişt tuneye ku armanca xwe ne azadî be. Her tişta ku di gerdûna me da heye, bê sedem û bê sebeb nîne. Her tişt qasî cewherê xwe yê resen, bandora xwe li gerdûna me dike. Her tişta ku di gerdûna me da heye, bi hev ve girêdayîye. Tiştek bê yê din nabe. Yanî em her tişt in û qet ne tu tiştek in. Ji morîyekî bigire heya teyrê li asîman, ji teyrê li asîman bigire heya baran û berfê, ji baran û berfê bigire heya karxezalên li ser lat û zinaran, armanca me tevan yek e. Ev jî azadî ye. Lê yê ku me tevan tîne li gel hev û du hest in. Hest dibin sedem ku armanc û daxwazên me tevan bibin yek. Lê mixabin di roja îroj da pergala kapîtalîzmê şerê hestan li ser civakê dike. Ez dê li ser vê mijarê, di beşên pêş da, bi berfirehî binivîsim.
Em zindî tev, ji alîyê hestan ve bi hev ve girêdayî ne. Carna mirov vê girêdanê bi çav dibîne, carna mirov bi guh dibihîze û carna jî mirov bi pêhesînên xwe pê dihese. Ji bo mijar baş were zanîn, em çend mînak û nimuneyan bidin. Bihizirin! Şivanekî li ber berxan, çiqas ji berxên xwe hez dike. Lê dama bibihîze ku dê berxê wî bikin qurban yan jî di cihekî da mirîye. Bêguman dê şivanê berxan bihestyar bibe. Ji ber ku wî şivanî piranîya jîyana xwe bi wê berxê ra derbas kirîye. Bi wê ra gerîyaye. Li ser lat û zinaran, li ser çem û kanîyan, li ser mêrg û deştan. Ma kî dizane dibe ku carna were xewna wî jî. Ji ber ku ew bibû parçeyek ji jîyana wî. Şivan li gel berxê xwe azad dibe. Jixwe azadîya ku em qala wê dikin, ev bixwe ye. Di kêlîyê da, azad jîyîn, yanî kêlîya em tê da ne, bi azadî jîyîn e. Di vir da jî dîsa têkilîya hest û azadîyê tê ber çavên me. Di esasê xwe da jî azadî, di hestan da veşartî ye. Ya di vir da girîng, mirov hewil bide wan hestan derxe holê û bi watedar bike. Nimuneya me ya din ev e: Eger tu gulan biçînî, pişta xwe bidîyê, dê ev gul li gor dilê te şîn nebin. Lê eger tu gulan biçînî, her roj av bidî, axa gulan bikolî, wezexa gulan bikî binê û pêra eleqedar bibî, dê ev gul pir zutir şîn bibin û zutir bîhn bidin û mezintir bibin. Her gava ku gul mezintir dibin, bîhna wan jî mezintir dibe. Hestên wan berfirehtir dibin. Têkilîya gulan û xwedîyê gulan, roj bi roj xurttir û qayîmtir dibe. Êdî gul jî xwedîyê xwe nas dikin. Xwedîyê gulan jî ji ku derê ra dema bêhna gulan bîhn bike, dê nas bike. Gerek em vê jî bînin ziman: Ev têkilîya gul û mirovan, bandora xwe li ser jinan bêhtir dide nîşandan. Ev jî ji têkilîya jinxwezayê tê. Em dê piştra li ser vê xalê jî bisekinin. Di vir da ya esas hevsengîya hestan e. Eger ku hestên xwedîyê gulê û hestên gulê li hev bikin, ev tê vê wateyê ku azadî bi hevsengîya hestan ava bûye. Mîsala me ya dawîyê jî ev e. Têkilîya mirov û hespan.
Em demekê li eyaleta Cîlo bûn. Ji bo hin xiradên me yên jîyanî, li gel me hesp hebû. Dema em ji nuqteyekê biçûna nuqteyek din. Me xiradên xwe li hespê dikir. Yanî hesp her dayîm li cem me bû. Herî zêde heval Bager Erdal pêra mijul dibû. Ji ber vê jî hestê hespê herî zêde heval Bager nas dikir. Hesp fêrî heval Bager bibû. Heval Bager hesp bar dikir û barê wî datanî. Demek şunda heval Bager ji bo karekî dê biçûya Çarçela. Lê dema heval Bager xatir xwest û dê rê biketa, hema ji nişka ve hespê kire şîkeşîk û lingên xwe bi erdê ra bir û anî. Heya demekê wisa kir. Piştra bezî çû li cem heval Bager û serê xwe bi milê heval Bager ra dianî û dibir. Wekî ku ji ra bêje: “Neçe.” Ji ber ku heval Bager ji me hemûyan bêhtir bi hespê ra mijul dibû. Wî ava hespî didayê. Wî xwarina wî didayê. Wî ew dibir digerand. Ji ber vî jî hesp bi heval Bager ve hatibû girêdan. Lewma dema dît ku dê heval Bager biçe, hestên wî wisa darketin pêş.