Friday, June 5, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Apê nemir bû sembola têkoşîn û berxwedanê

24/10/2024
in Uncategorized
A A
Apê nemir bû sembola têkoşîn û berxwedanê
Share on FacebookShare on Twitter

Leyla Weşûkanî

Apê Nemir ji bo me tevahî heval, endam û her welatparêzekî vî welatî cıhê hurmet û hezkirinê ye; şehadeta Apê me Nemir cihê xemgînî û êşek pir mezine. Apê Xelîl Osman Hemê yê ku bi nasnavê, tevgerî Apê Nemir di rojên herî zor û zehmet de; tevî heval û hogirên xwe di sengerên şer yên pêşde li dijî hêzên herî tundrew şer kir û heyanî hinasê xwe yê dawiyê sozdarê; Rêber Apo û doza azadiyê ma. Apê me Nemir her mînaka ya welatparêzê welat û doze ma û tekoşîn kir, tevî ku di jiana xwe de gelek êş kişandin û ji hêla; rejîma dewleta Sûriyê ve çend caran haiye girtin û ji derve jî her di bin nezaretê de bûye; lê qet û qet gav bi paşde neavêtiye û tekoşer bûye û ji doze re wefadar bûye.

Apê me hemû temenê xwe di tekoşînê de derbas kir û mirovekî pir, bi serbir bû ye her çiqasî qala sebra Eyûb Pêximber; têye kirin jî lê Apê me Xelîl jî mirovekî pir bi serbir bûye. Tevî ku 4 caran jî di nava şerê germ dike, birîndar bûye û gazî bû jî, qet qala êş û zehmetiyên xwe yê jiyanê nedikir û zehmetiyên xwe her di nava sindoqa jiyana xwe de; vedişart û di rûyê heval hogir û hevjîn û zarokên xwe de, di keniya û hêviyên serkeftinê dida wan. Apê Nemir ku bi rastî jî her wê nemir be û di dil û fikrê, me de jiyan bike û zindî be. Dema ku mirov bi Apo re niqaş dikir mirov kurahiya dilê wî yê, wek deryayan fireh didît û jêre hurmet nîşan dida. Apê Nemir dema ku çûye cem Rêber Apo ji bo hevdîtinê, gelekî bandor bûye û gotiye ku eve Rêberê ku gelê; Kurd ji bindestiyê rizgar bike. Apê Nemir ewqasî ji Rêbertî û bîrdoziya wî bandor dibe ku, tevahî jiyana wî dibe Rêbertî û tekoşîna ji bo gel û welat.

Apê me di jiyana xwe ya rojane  de gelekî, bi zor û zehmetiyan re rû bi rû ma bû ji xwe her kesekî Kurd vê rewşê jiyan dike; lê her kes wiha tekoşîn nake û berxwedêr nabe. Bi rastî Apê me kesayetek pir xurt bû. Dema ku mirov li awirê çavê Apo temaşe dikir, mirov his dikir bêka çiqasî zehmetî û êşa gel di kişîne. Ji xwe her ji civatên gel re qala tekoşîna ji welat re, dikir û di xwest ku gel tevahî bi hevre rabe ser piyan; ji bo ku doza welat kêliyekê beriya kêliyekê çareser bibe. Ji xwe gelekî li ser Rêber Apo xemgîn bû û carnan wiha, lêdihat ku kela dilê wî wek şîr di ser hevre; di fûriya û hew xwe digirt û ji dil digiriya ku tevahî mirovên li civeta wî jî pêre, hestiyar dibûn û  digiriyan.

Apê Xelîl Osman Hemê yê ku ji bajarê Kobanê û bi nasnav, Apê Nemir têye bi nav kirin di dîroka14’ê meha Cotmehê li encama êşa dil jiyana xwe ji dest da û şehîd ket. Di sala 2014’an de di sengerên herî pêş de şer kir û li berxweda ji bo ku, bajarê xwe ji destê dijmin rizgar bike û di bajarê xwe de; bi serbilindî jiyan bike. Apê Nemir her bangewazî li ciwanan dikir ku welatê, xwe bernedin û werin sengeran şer bikin û parastina xwe ya cewherî; bikin û bibin mirovên serbilind. Dema ku Apê Nemir li ber kemereyan bangewazî li ciwanan dikir, awirên wî wek şûjinan dibû û di dilê xayîn û neyaran de; wek xenceran di çikilî û vîna wan dişkand û ji welat di qewitand. Bi rastî hêrsa Apê me hêza dijmin belav dikir û dişkand, ji ber ku bi dehan ciwanan li ser bangewaziya Apo Nemir; berê xwe dan ware berxwedanê û herikîn nava şer û cenga şerefê.

Apê Xelîl di enîyên şer de xwedî vînek gelekî xurt bû, bi taybet jî li hemberî zehmetî û birîndariyên xwe xwedî; vînek mezin bûye û li ser van temelan tevahî fermandar û şervanên YPG û YPJ ê nave Apê Xelîl dikin Apê Nemir. Apê Nemir hurmet û hezkirina xwe di dilê tevahî hêza rizgariya, Kobanê de çêkir û her bi serê wî sund di xwarin û heyanî roja; şehadeta xwe jî wek ciwanekî ji dil û can tekoşîn dikir û mirovên lawaz û nezan şiyar dikirin. Apê Nemir tevî du neviyên xwe ji destpêka şerê, berxwedanê yê bajarê Kobanê de cihê xwe di singerên şer de; girt û bi wî temenê xwe yê mezin ji dil û can tekoşîn kir û li berxweda. Apê me bi hemû wateya gotinê ciwamêr bû, bi rastî sembola welatparêzî û wêrekiyê bû.

Mirov bi xwaze yan jî nexwaze mecbûre ku ji mirovên wiha, mezin û qehreman re hurmet û hezkirinê raber bike. Ez bawerim ku dijmin jî ji kesayetên wiha berxwedêr û qehreman re; serê xwe bi tewînin û hurmetê jêre raber bikin. Her çiqasî min Apê Nemir Xelîl Osama nedîtibe jî lê dema ku min, şehadeta wî bihîst ez gelekî xembar bûm û min got ku: Teqez gerek mirovên wiha tekoşer û qehreman bi, hesanî nemirin bi taybet di nav civaka Kurd e; ji ber ku hîna gelek xayîn û welatfiroşên me hene û zererê li şoreşê dikin. Lê Apê me Nemir nimûneya welatparêziya herî rast û pîroz e. teqez nemirinxwest ku ez bi van çend; hevokan kesayet û berxwedana Apê Nemir bînim ser ziman. Bi vê mebestê cardin ez bi dildarî xemgîniya xwe, tînim ziman û di serî de ji tevahî hêzên YPJ û YPG re;   sersaxiyê didim û di bêjim ku we, mirovekî xwe yê mezin û bilind wenda kir.

Di heman demê de serê tevahî gelê Kobanê saxbe û gerek ew jî, bi zanibin ku şêr û lehengekî xwe wenda kirin; di wextê ku gel ji welat di reviya û bi sînorê Tirkan ketin, Apê me Nemir di sengerê şer de li berxwedida û tevî birîndariya xwe jî; qet ji cebhên şer qut nebû. Ji bo malbata Apê me ya hêja û giranbiha, bi rastî em ji bo wenda kirina Apê xwe gelekî dêşin û ji were di bêjin; bera sebra we mezin be, ji ber ku we mezin û mîrateya mala xwe wendakir û em jî sozdidin ku emê¸layiqî keda Apê xwe Nemir derkevin û hêvî û armancê wî û tevahî şehîdan pêkbînin.

Em ji şehîdê giranbiha Apê Nemir û tevahî, şehîdên şoreşê re soza bilind kirina tekoşînê didin û di bêjin; emê soza şopandina riya şehîdên xwe yê qehreman pêkbînin. Cardin em bejna xwe li hemberî tevahî şehîdên berxwedêr, di tewînin û soza xwe nû dikin û di bêjin her hun hene û di fikir û ramanên me de dijîn.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin
NÛÇE

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin

04/06/2026
Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe
CIVAK Û JIYAN

Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe

03/06/2026
PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E
HAJMARA PDF

PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E

03/06/2026
Bi kamîreya Solîn Mihemed
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Solîn Mihemed

03/06/2026
 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike
CIVAK Û JIYAN

 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike

03/06/2026
10 çiyayên herî bilind di cîhanê de
CîHAN

10 çiyayên herî bilind di cîhanê de

03/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.