Leyla Weşûkanî
Di dîroka gelê Kurd de xiyanet derketiye lutkeyê, teqez her çi hatiye serê Kurdan ji destê xiyanetkara ye; bê guman di nava hemû gelan de xiyanet tê peyda kirin, lê mixabin xiyaneta Kurdî kiryarekê cûda ye. Xiyanet û berxwedan her wek du cêwiyan bi hevre, jiyane û her di nava rikbariyekê de bûne; bi rastî xiyanet karekî pir kirêt û şerme. Ji xwe xiyanetê her pişta Kurdan şikandî ye û wek sengerekê, di riya serxwebûn û azadiya wan de çikiliye; civaka Kurd li paş hiştiye û hinas lê çikandiye. Her çiqasî gelê Kurd gelekî resen û bi esalet be jî, lê her xiyanetê xwe lê kiriye şevreşk û pergala wan belav kiriye; ji xwe her piştî serhildanekê pêşengên serhildanê hatine, dardakirin û gel jî li pey wan rastî tûndiyek mezin hatiy e.
Tevî ku netewa Kurd bi wêrekî û mêrxasiya xwe, jî tênasîn lê xiyaneta hundirîn ya reş ew tevizandine û radest girtine. Lê teqez gerek were zanîn ku civaka Kurd ne yê, berê ye û ji Kurdan re tîrejek nû hilatiye û tîrêjên xwe; daye her cih û deverê. Ji bo gelê Kurd roj roja xîretê û namûsê ye, roja serhildan û berxwedanê ye. Dem hatiye ku civaka Kurd careke din li ser, koken û mîrateya xwe ya resen şîn bibe û rengê xwe; belavî tevahî cîhanê bike. Gelê Kurd îro xwedî Rêber û artêşe, gelê Kurd xwe naskiriye û li vîn û nasnameya xwe; xwedî derdikeve û ji bo azadiya xwe her tiştî feda dike. Ger ku gelê Kurd xwedî Rêberekî wek, Rêber Apo zanyar, feylesûf, tekoşer û berxwedêr e naxwe gerek her mirovekî Kurd li hemberî, dijminê bav û kalan wek volqanekî be û bi hêza xwe ya; cewherî tekoşîn bike û xwe bigihîne serkeftinê.
Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan 26 salên xwe, li girava Îmralîyê derbas kirin û kete sala 27 an de; hêzên desthilatdar yê giloval li pişt vê komploya navdewkletî ne. Teqez gerek were zanîn ku Rêberê me rehîne têye girtin û sedema xwe jî, ewe ku ji fikir û ramanên Rêber Apo di tirsin û di zanin ku; wê ji pergala wan ya sermayedar re bibe, berdêl yanî wê ciyê wan bigire. Tevî pergala Îmralîyê ya îşkenceyê jî Rêber Apo dest ji tekoşîn û berxwedana xwe, bernade û di bêje ku ez rojê 40 carî şoreşê di kesayeta xwe de; didim ava kirin û me rexne dike û di bêje hun jî gerek, tekoşîna xwe 24 demijmiran bikin û tekoşîna we bera berdewamî be. Tekoşîn û berxwedana Rêbertî ji bo me tevahiyan, perspektîf û mînake, ji bo ku em li ser bi meşin û asta tekoşîna xwe bilind bikin.
Teqez sedema tecrîda giran ya li ser Rêber Apo tê meşandin jî, tirs û xofa pergala serwer jî ewe ku fikir û felsefa; Rêbertî cîhanî bibe û paradîgma şaristaniya demokratîk, li şûna şaristaniya sermayedar were bi cih kirin û dawî li pergala wan were. Hemû hewildanên pergala kevnar ya serweran, jî ewe ku dengê Rêber Apo li giravê hebis bike û nehêle ku derkeve; derve û bandor li ser civakê bike. Lê mixabin pergala desthilatdar xwe gelekî, di xapîne û di zane ku fikir û ramanên Rêber û zanyarê; mirovahiyê li giravê hatiye tepisandin. Bîrdûziya Rêber Apo îro li tevahî cîhanê têye, niqaş kirin û hêdî jiyanî dibe. Li ser fikir û felsefa mamoste û zanyarê cîhanî, ku ew jî Rêber Abdulah Ocalan ne; nîqaş têye kirin û li çareseriya pirsgirêkên civakê têye gerandin.
Li ser bîrdûziya Rêber Apo ya civaka konfederal û demokratîk, li çareseriyê têye gerandin û bi hezaran ciwanên Kurdistanê di riya çareseriyê de, şerkirin û gihaştin şehadetê. Jinên ciwan yên ku ji bo azadiya xwe û civakê dan ser, şopa şehîdên qehreman û canê xwe feda kirin. Şoreşa Kurdistanê xwedî qehreman û fedayiyên wek, şêre jin Bêrîtan Hêvî ku ji bo xiyaneta Kurdî ya kevnar bi dawî bike xwe; ji serê zinarê çiyayê Lêlkanê davêje xwarê û canê xwe perçe, perçe dike. Mebesta pêşeng û qehreman Bêrîtan jî ew bû ku xiyaneta netewî ya Kurd jî bi perçe kirina; cesedê xwe re perçe bike û dawiyê lêbîne. Fermandar Bêrîtan Hêvî qet Rêber Apo, nasnedikir jî û şervana du salan bû, lê kesayet û jiyana Rêbertî gelekî mereq dikir û di xwest ku; li ser Rêber Apo destanekê bi nivisîne.
Ji xwe hevala Bêrîtan di rapora xwe de ji Rêbertî re, wiha nivisandiye û gotiye Rêberê min ez di xwazin ku li ser kesayet û jiyana we destanekê bi nivisînim. Rê hevala Bêrîtan her li ser kesayet û tekoşîna, Rêber Apo di hizirî û lêkolîn dikir di heman wextê de; di xwest ku xwe bigihîne jina şoreşger ya ji xwe bawer û çalakvan. Lê mixabin dema ku rapora hevala Bêrîtan, digihîje destê Rêbertî di wê wextê de hevala Bêrîtan (Gulnaz Karataş) gihaştiye şehadetê. di xwîne, lêhurbûnê hevala Bêrîtan gelekî jêre balkêş tê û di bêje: Gelo ev hevalek çawa ye û çawa gihaştiye fikara ku, li ser jiyana me destanekê bi nivisîne? Rêber Apo wiha li ser şehîd Bêrîtan di peyive û di bêje: Naxwe Bêrîtan jinek bi hêz û xwedî mûbadere bû, gelek mixabin û fermandarên wiha pir zû têne wenda kirin; gerek hîn jiyan kiriba û tekoşîna jinê xurt kiriba.
Mixabin û sed mixabin ku rapora şehîd Bêrîtan, dereng gihaşte Rojava saha Rêbertî bi sedema derfetê kêm yê sînor û rewşa şer. Paşî Rêber Apo pirsa rêheval û fermandar Bêrîtan, dike û di bêje: Milîtana me ya giranbiha xwedî, kesayetek çawa bû? Hevalên ku bi heval û qehreman Bêrîtan re, mane jî qala kesayeta wê dikin û di bêjin: Fermandar Bêrîtan kesayetek ne ji rêzê bûye û di nava bi sedan, hevalan de xwiya bûye û jinek pir jîr û zana bûye; gelek caran mirov lê matmayî dima bi taybet jî helwesta wê ya wêrek û ji xwe bawer bûna wê. Rêbertî li ser hevala Bêrîtan wiha şirove dike û di bêje, Bêrîtan xeta leşgerî ya jine, Bêrîtan fermandara artêşa jinê ye û balê dikişîne ser; kesayeta wê ya bi hêz û fedekar û bi taybet jî qala çalakî, qehremanî û berxwedana wê ya li hemberî xiyaneta kevnar; ya mala Berzanî dike û cardin jî di bêje: Di dîroka gelê Kurd e xiyanet û berxwedan, her bi hevre wek du cêwiyan meşiya ne; teqez sedema bindest mayîna gelê Kurdistanê jî ev xiyaneta reş bi xwe ye.
Rêber Apo di derbarî xiyaneta Kurdî de û bi taybet jî, xiyaneta Berzaniyan de wiha şirove dike û di bêje: Ji serdema Misyolojiyan de û heyanî roja me ya niha de, netewa Kurd her rû bi rûyê xiyanetê hatiye û bûye wek, kevirê tengezariyê li pêşiya yekitiya netewî û pêşve çûna; wan ya hemdemî. Di welatê me de du xet hakimin û xeta yekemîn û sereke, xeta berxwedanê ye û xeta din jî cêwiya wê ye; ku xiyaneta reşe. Fermandar Bêrîtan temsîla xeta berxwedana dîrokî dike û xeta din jî, xiyaneta mala Berzanî ya qirêje; ku di sala 1992 an de xwe pir zelal da diyar kirin. Jina fermandar û pêşeng Bêrîtan bi hevoka xwe ya, li hevhatî got: Yê şer dike xweşik dibe û xweşik dibe têye hezkirin, ku heval û hogirên wê jî li ser wê bingehê xwe; beşdarî şer û tekoşînê kirin û ciyê xwe di dil û mejiyê tevahî jinan de girtin û bûn pêşeng û serkêş.
Cardin Rêber Apo îşaret bi qehremantî û berxwedana, şehîd Bêrîtan kir û got: Fermandar Bêrîtan ji tevahî jinên Kurd re, nasname, artêş û rêgeza jina şoreşger û pêşenge. Bê guman jina wêrek û canfeda Bêrîtan ji tevahî jinên, şoreşger û azadî xwaz re bû fermandar û pêşeng. Dîroka şehadeta qehreman û dilêr Bêrîtan, dîroka artêşbûna jina şoreşge re û her sal ev sal wiha têye; bi bîranîn û dema Bêrîtan têye gotinwateya wê artêşbûna jin e. Keça serbilind Bêrîtan ji malbatek welatparêz de, jiyan kiriye û di zanîngehê dijmin de haj li şoreşê dibe. Ji şoreşê bawer dike û tevî dergîsyê xwe şehîd, Huseyîn beşdarî nava gerîla dibe û pir aktîf beşdarî şer û jiyanê dibe. Fermandar Bêrîtan ji herêma Dêrsimê bû ye û li ser çanda, berxwedana jina Kurd ya serhidêr tekoşîn dike û xwe; di kêliyê de qezenc dike û navê xwe bi tîpên zêrîn di rûpelê dîrokê de di nivisîne.
Bi rastî kesayeta fermandar Bêrîtan ne ji rêzê bû ye û xwedî, kesayetek xwedî mûbadere û ji xwe bawer û bû. Hevalên ku bi hevala Bêrîtan re jiyan kirine, qala tekoşîn û kesayeta wê ya bi hêz dikin û di bêjin: Hevala Bêrîtan gelekî zekî bûye û li hemberî şaştiyan, bi lezgînî helwesta xwe datanî û hesab di xwest. Her çiqasî şehîd Bêrîtan jî di nava wê pergalê de, jiyan dikir lê pir zû xerabiya pergalê ferq dike û helwesta xwe ya tund; datîne û beşdarî nava refê gerîla dibe. Tevî ku hevala Bêrîtan di nava pergalê de mezin dibe û xwendekare jî, lê fermandar Bêrîtan kesayeta xwe ji bandora pergalê û hişmendiya wê; şûştiye û bûye kesayeta şoreşger û sosyalîst. Fermandar Bêrîtan her li ser asalet û cewhera xwe, ya Kurdînî hatiye mezin kirin û xwe gîhandiye; pîvanê milîtana Apoyî.
Xwezayî bûna fermandar Bêrîtan her dihişt ku, were hezkirin û ciyê xwe di dilê her kesî de; çêbike û di nava heval û hogirên xwe de, were mûhateb girtin. Di filmê de kêmbe jî wêneyek ji jiyana hevala û qehreman Bêrîtan, têye pêşkêş kirin û her kes bi berxwedana wê bandor dibe. Rê heval û fermandar Bêrîtan xwedî dilekî pir mezin û bi rehim bû ye; ji xwe kelecan û rûkeniya wê jî hêvî dida mirovan. Di dîroka tekoşîna jinên Kurdistanê de, gelek jinên wiha qehreman û fedayî derketin holê û hîna jî; ev tekoşîn berdewam dike û roj bi roj qehremanên me yên jin û mêr, zêde tir dibin û dîroka gelê Kurd bi qehremanî dewlemend dikin. Di nava van 50 salan de gelek canfeda û lehengên Kurdan, canê xwe ji bo azadiyê kirin qurban.
Şoreşgerên canfeda û qehreman yên wek, Binevş Egal (Bêrîvan), Zîlan (Zeynep Kinaci), Sema Yuce, Zekiya Alkan, Rehşen Demîrel, Bermal, Rojbîn Ereb, Berwar Çelê, Ronahî û Bêrîvan; yên ku canê xwe ji şoreşê re kirin pira zindî, ji bo ku artêşa jinan pêşbikeve û xurt bikin û bikin pêşengên tevgera azadiyê. Van hevalan bi çalakiyên xwe yên fedayî, bingeha şoreşê xurt kirin û ber bi serkeftinê ve birin; bi keda wan fermandar û pêşenbgan şoreşa Kurdistanê, li swer pileya Rojhilata Navîn hate fireh kirin û niha jî cîhanî dibe. Fermandar Bêrîtan û şêre jinên wek wê bi tekoşîn û kedeke, pir mezin bûn abîdeyên azadiyê û mayendî bûn. Ew ji şoreşê re bûn serkêş û pêşengên pêşe roja, ronahî bûnê ya Kurdistanê û Rojhilata Navîn. Gelek şêre jin û mêrxasên Kurdan yê ku xwe ji bo, jiyanek wekhev û azad feda kirin û bûn fermandarên giranbiha û pîroz.
Jina çalakvan û çeleng Bêrîtan ku li ser şopa, wan jinên qehreman meşiya û bi berxwedana xwe; ya bê hempa ji tevahî jinên tekoşer û çeleng re bû rêber û serkêş. Fermandara bi heybet û bi nav û deng Bêrîtan (Gulnaz Karataş) ya ku bi helwest û tekoşîna xwe, ya bê hempa îsbat kir ku neviya Besê û Zerîfe ye. Canfeda û fermandar Bêrîtan rûpûşê kurdwariya kevnar û xayîn, xiste xwarê û teşhîr kir. Jina Kurd a qehreman Bêrîtan li çiyayê Xakurkê, ala berxwedanê bilind kir û ji jina Kurd re bû îlhama tekoşînê. Jina Kurd ya dilêr û zana bi tekoşîna xwe ya xurt, bû xeta jina şoreşger û azadî xwaz. Gelawêj Bêrîtan bi çalakiya xwe ya fedayî bû îlham û kete nava hiş û dilê; jinên tekoşer û ji wan re bû hêza bîr û baweriya serkeftinê.
Milîtan û şoreşgera dil wêrek Bêrîtan bi şer û cenga, xwe ya bê hempa bû xwedawenda hemdemî; ya şer û jiyanê. Teqez gerek were zanîn ku leqeba jina xwedawend wiha bi hesanî, ji tu kesî re nayê bi karanîn lê kesayeta fermandar Bêrîtan; bi tekoşîn û çalakiya xwe ya li dijî xiyaneta mala Berzanî, xwedawend bûna xwe li ser dost û dijminan ferz kir. Şoreşgera fedayî û wêrek Bêrîtan xwe bi hedef û armancên xwe re kire yek û bi hêrs û kîn bi, ser xayînan de çû û pergala wan bi erdê re kire yek. Jina dilêr û bi heybet Bêrîtan hurmet, hezkirin û pîroziya xwe li ser her kesî ferz kir û da îsbat kirin; ku teqez jin lawaz û qels nîne berevajî wê, jin bi hêze û serkeftîye. Şêre jina Kurd Bêrîtan da diyar kirin ku xiyanet û teslîmkarî, ciyê xwe qet di dil û mejiyê wê de nabîne û tenê berxwedanê raber dik. Jina Kurd ya resen Bêrîtan bi tekoşîn, ked û wêrekiya xwe ya pir mezin; li her deverê bi nav û deng bû.
Dilsoziya bi fermandar Bêrîtan re ewe ku mirov, xwe bi fikir û ramanên Rêber Apo re yekpar be û di piratîka xwe de; pêkbîne û di ferqa xwe wek jin de be. Gelek jinên ciwan bi berxwedan û qehremaniya hevala Bêrîtan bandor bûn û berê xwe dan nava şoreşê. Çalakiya qehreman Bêrîtan û helwesta wê ya li dijî, xiyaneta mala Berzanî ew kir sitêrka li esmanan û ew teyisîna. Em jî heval û hogirên xwedawend Bêrîtana cardin,em soz didin ku emê tola wê û bi hezaran şehîdan; rakin û layiqî ked û tekoşîna wan derkevin. Bi hurmet û minetdarî em serê xwe li hemberî, meznahî û pîroziya wan qehremanan, di tewînin û soza xwe ji wan re nû dikin.






