Birûc Resûl/Qamişlo
Keça helbestvanê kurd yê nemir Cegerxwîn diyar kir ku bavê wê beriya her tiştî mirovekî jîr, zane û zelal bû û got, “Pêwîste nifşên nû li ser şopa Cegerxwîn kar û xebatê dewam bikin.”
Helbestvanê kurd Cegerxwîn navê rast (Şêxmûs), di sala 1903`an de li gundê Hesarê hatiye diniya yê, malbata Cîgerxwîn ji 11 xwîşk û biran pêk dihat, her wiha bavê wî Hesen di sala 1918`an de li bajarê Amûdê û diya wî Eyşan di sala 1919`an de li gundê Bêdir-Memo çûne ser dilovaniya xwe. Cegerxwîn demekê li cem xwîşk û birayê xwe ma.
Jiyan û xebatên zaniya Cîgerxweîn
Di sala 1920`an de Cîgerxwîn cû xwendegeha olperestî û çend salan li ser hev li Rojava, Başûr û Rojhilat li xwendinê geriyaye û rewşa gelê Kurdistanê baş nas kir. Di sala 1927`an de bi keça xalê xwe Kehla Selîm re dizewice û li Amûdê bi cî dibin. Di sala 1928`an de xwendina xwe qedandiye û di wê salê de dîwana xwe ya yekemîn nivîsiye. Di sala 1936`an de Cegerxwîn bi çend malên gundiyan re 2 gundên ku navên wan Çêlek û Cehenem bû, ava dikin. Di sala 1937-1938`an de Cegerxwîn û hevalên xwe li bajarê Amûdê ji xortên kurdan re komelekê dadimezirînin, lê komeleya wan ji aliyê Fransizan ve tê girtin.
Di sala 1946´an de Cegerxwîn tê li bajarê Qamişlo bi cih dibe. Di wê salê de Civata Azadî û Yekîtiya Kurd tê avakirin. Dr. Ehmed Nafiz dibe serok û Cegerxwîn jî dibe sekreter.
Di sala 1948`an de Cegerxwîn dibe endamê Partiya Komûnîst a Sûriyê. Di sala 1949`an de cara yekemîn Cegerxwîn tê girtin. Di sala 1950`î de Cegerxwîn dibe endamê Civata Aştîxwazên Sûriyê û di nav wê de kar dike. Di sala 1954`an de Cegerxwîn ji hêla komûnîstan ve dibe namzadê parlamenta Sûriyê.
Di sala 1957`an de Cegerxwîn ji komûnîstan dûr dikeve û di wê salê de Cegerxwîn û hevalên wî rêxistina AZADÎ saz dikin û demekê şûnde rêxistina xwe fesih dikin û tev li Partiya Demokratî ya Kurdî dibin.
Di sala 1959´an de Cegerxwîn dirdikeve Îraqê û sê salan li wir li Zanîngeha Bexdayê di Beşa Kurdî de dibe mamosteyê zaravaya kurmancî. Di sala 1962´an de hukûmeta Îraqê Cegerxwîn ji Îraqê dedixin, ew û zarokên xwe vedigerin Sûriyê, Cegerxwîn tê girtin û piştî demekê tê berdan.
Di salên 1963`an û 1973´de di navbera Sûriyê û Iraqê de tê û diçe û gelek caran jî tê girtin û berdan. Di sala 1973`an de diçe Lubnanê û li wir dîwana xwe ya 3`mîn KÎME EZ? û çîroka Salar û Mîdya çap dike. Di sala 1976`an de Cegerxwîn vedigere Sûriyê û heta sala 1979´an li wir dimîne.
Li Swêdê
Di sala 1979`an de Cegerxwîn ji Sûriyê direve û diçe Swêdê û 5 salên xwe yên dawî ji jiyana xwe li Swêdê derbas dike. Di 22 Cotmeha 1984`an de li bajarê Stockholmê Cegerxwîn diçe ser dilavaniya xwe. Gora Cegerxwîn li bajarê Qamislo di hewşa xaniyê wî de ye.
Derbarê jiyan û salvegera koça 40`mîn ya Cîgerxweîn, kaça wî Boniya Cîgerxwîn ji Rojnemeya me re axivî.
Boniya Cegerxwîn di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku di malbatê de hemû berhemên ku helbestvan Cegerxwîn dabûne avakirin di asteke mezin de di xizmeta gelê Kurd debûn û wiha got: “Ez di malbateke siyasî û rewşenbîrî de hatim dinê. Em di malbatê de ji 5 xuşk û 2 bira pêk tên, ji xwe keçka mezin beriya demekê çû ser dulovaniya xwe. Di heman demê de birayekî min jî di encama nexweşiya koronayê de jiyana xwe ji dest da. Her wiha di malbatê de hemû berhemên ku zaniyar Cegerxwîn dabûne avakirin di asteke mezin de di xizmeta gelê Kurd de ye, em wekî malbat bi xwe jî her şopdarê riya wî ne, min jî ji berhemên Cegerxwîn gelek sûd girt û dikarî 4 pirtûkan bi zimanê kurdî û erebî binvîsim û çap bikim, bi giranî naveroka pirtûkên min, ji helbest û fêrbûna zarokan pêk tê.”
‘Cîgerxwîn mirovekî jîr û zelala bû’
Boniya palkişand ser kesayeta Cîgerxwîn û wiha got: “Eger em li dîroka bi hêz ya Cegerxwîn binêrin, gelek taybetmedî derdikevin pêşiya me, ji xwe mijara ku hişt Cegerxwîn bibe Cegerxwîn taybetmendiyên wî bûn. Bêguman beriya her tiştî mirovekî jîr û zelala bû, di heman wextî de ji bo hemû derd, pirsgrêk û azaran dibû hêza çareseriyê. Mamoste Cegerxwîn hemû tesbîtên ku beriya 50 salî bi lêv kiribû di roja me ya îro de diqewime, ji xwe di dibistanê de her dem bi kesê zaniyar dihate nasikirin û her kesê ku ew nas dikir jî bi dilekî aram nêzî wî dibûn, her wiha kesên ku Cegerxwîn nas nedikirin jî her bi xeyala ku wî rojek bibînin dijiyan. Ya din jî mirovekî ji zanînê hezdikir û her dem dixwest ku xwedî li pirsgirêk û çanda Kurdî derkeve, ji lewra bi berhemên xwe yên zêrîn karî bû ku pirtûkxaneya kurdî sûdekî mezin bide. Di aliyekî din de jî, dema ku em li dîrokê binerin heya roja me ya îro jî, kurd di serdema koletiyê de jiyan dikirin, dijminên ku li her çar parçên Kurdistanê xwe bi cih kirine nav û dengên Kurdan ji holê rakirbû, ev jî dibû sedemek ku Cegerxwîn bikaribe van danûşiyan bibîne, tesbît bike û hêza zanebûnê derbixe.”
‘Eger Kurd ne bin yek, wê biçin yek bi yek’
Boniya di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Berhemên ku Cegerxwîn bi tîpên xwe yên zêrîn dane avakirin ji bo gelê Kurd bû riyek. Ji ber ku serdema ku mamoste Cegerxwîn jiyan dikir serdema çewsandinê bû gelê Kurd û Kurdistaniyan bû. Bi pêvajoya Cegerxwîn de desthiledarî ango bi sernavekî din wekî nejedparest dewlet zindanên xwe ferhtir kirin û dest bi girtina kesên ku daxwaza mafên Kurdbûnê dikirin. Di heman demê de kesên ku bi ziman û zaravayên Kurdî dixwendin ji hêla dewletê ve dihate bin çavkirin, kesên ku azadiya xwe bi zimanên xwe yên Kurdî didîtin ew jî dihatin winda kirin û gelek kes jî heya roja îro li ser wan tiştek nayê zanîn. Ji lewra banga Cegerxwîn ji bo Kurdan ev bû,‘ Pêwîst e her kes bi zimanê dayikê bixwîne û siyaset bike’. Her wiha xwasteka wî ya yekîtiyê jî her dem hebû, ji lewra digot ‘Eger Kurd ne bin yek, wê biçin yek bi yek’.”
‘Pêwîst e mirov wêje û zimanê civaka xwe nasbike’
Boniya da zanîn ku . Ji bo mirov civakekî xebat û ked bike, pêwîst e beriya her tiştî wêje û zimanê wê civakê nas bike û wiha got: ” Cegerxwîn di demekê de jiyan kir ku bindestî bi rengekî ne hesan hebû. Lê kesên ku kar û xebat dikir hebûn yek ji wan Malbata Bedirxaniyan bûn ku ji bo ziman çanda xwe xebat dane meşandin, li hemberî dewletê serê xwe rakirin. Dikarim bi zelalî bînim ziman ku di roja me ya îro de jî gelek xebat yên di derbarê ziman û wêje de hatine bi rêvebirin, lê bes nîne û gelek kême. Ji bo mirov civakekî xebat û ked bike, pêwîst e beriya her tiştî wêje û zimanê wê civakê nas bike. Ji ber ku wêje û zimanê çivakê dîroka wê çivakê ye. Niha dîse hin pirsgrêkên ku em lê rast tên bi taybet di hêla nivîsandina pirtûkan de, Gelek kes hene pirtûksn dinvîsinin û bi xwe ne xwendekarin ango ne xwende ne. Ji lewra dema ku pirtûk tên nivîsandin jî bi awayekî xeyalî ye û kêm rastiya civakê pênase dike. pêwîst e em ji bingeh de bixwînin heya em bighêjin zaningehê. Ev şertekî bivê nevê ye û lazime em li ser bisekinin da ku nifşên siberojê sûd bigrin.”
‘Pêwîst e nifşên wekî Cegerxwîn di nava civaka Kurd de derkevin’
Boniya Cîgerxwîn da xuyakirin ku di dema niha gavek mezin tê avêtin ji hêla zimanê Kurdî de, lê civaka me di aliyekî de bi rêzê nêzî zimanê xwe nabe û wiha got: “Niha ez pirtûkan û helbestan dinvîsênim, di gelek aliyan de li ser pirsgrîka ku Kurd lê derbas dibin dihizirim, ji xwe her kesên ku bêje ez Kurdim pêwîst e ji bo Kurdîtiya xwe xizmet bike û em rê nedin kesek were me bi rêve bibe. Eger rêveberiyek hebe wê rêvberiya civakê bê. Pêwîst e nifşên mezin ji nava Civaka Kurd derkevin ku bikaribin xizmeta civaka xwe bikin. Pêwîst e ku nifşên wekî Cegerxwîn di nava civaka Kurd de derkevin. Di heman demê de em di serdemeke nû de ne, yanî gelek teknîk bi rêve çûye û teknîka herî mezin jî bi destê mirovan hetiye nivîsandin. Ji lewra pêwîstiyekî gelek mezine ku em sûd ji vê teknîkê bigrin û bikin xizmeta civaka Kurd de. Pêwîst e civaka me bixwîne ji ber mijara ku civakê Azad dike zanîne.”
Salvegera koçkirina 40`emîn a zaniyar Cîgerxwîn
Boniya Cîgerxwîn di dawiya axaftina xwe de salvegera koçkirina zanyar Cîgerxwîn bi bîr anî û wiha got: “Di Cotmehê de bîranîna 40`emîn ya nemir Cegerxwîn e. Ji lewra wekî rêxistin em li hewş ango mala wî bîranînê çêdikin. Bêguman ji bo me jî cihê kêfxweşiyê ye ku her kes were di vê bîranînê de cihê xwe bigire. Di dawiyê de bangewaziya min ew e ku hemû nivîskar û rewşenbîrên kurd destên xwe bikin destê hev de û ji bo pirtûkxaneya Kurdî xebatên mezin bikin. Di heman demê de pêwîst e gelê me jî li hemberî dijminên salan destên xwe bidin hev û dijmin têk bibin.”






