Birûc Resûl/Qamişlo
Hevseroka Rêveberiya Hilberîna Nebatan a Kantona Cezîrê Cînan Mejdo diyar kir ku niha li her derî dest bi çandiniyê kirine, wekî nok, nîsk, fûl û gelek tiştên din yên cur bi cur têne çandin û heya niha rewşa candiniyê başe.
Cotkarên herêma Cizîrê amadekariyên xwe dikin ji bo destpêkirina demsala çandiniyê ya zivistanê, çandinî jêderek sereke y
e ji welatiyê herêmê re û bi hezarê hektaran erd bi genim, ceh û gelek cureyên din tê çandin. Desteya aborî û çandiniyê ked û xebat dike ji bo peydakirina hemû pêwîstiyên çandiniyê ji cotkaran re weke gubre, tov û mazot, bi rêka çêkirina pilanek çandiniyê ji bo belavkirina tovê genim, mazot û gubre li ser cotkaran.
Derbarê hazirtî û amedekariyên çandiniyê yên demsala zivistanê, Hevseroka Rêveberiya Hilberîna Nebatan a Kantona Cezîrê Cînan Mejdo ji Rojnemeya me re axivî.
Cînan Mejdo di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Desteya Çandiniyê her sal li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê pilanên xwe çêdike, bi taybet berhemên çandî yên ku ji axa me derdikeve parve dikin. Di pilana me ya salane de genim ji sedî 60 tê çandin, li gorî wê em pêdiviyan bi cih tînin. Di serî de pilana çandiniyê wekî tov tê çandin û wiha berhem zêde dibe. Ji xwe di demekî de hin cih şewtîn û gelê me di asteke mezin de ji berhemên ku çandibûn bêpar ma, her wiha rêveberiyê tov li cotkaran belavkir.”
Zehmetî û astengî
Cînan balkişand ser zehmetî û astengiyên ku dirdikevin pêşiya wan û cotkaran û wiha domand: “Zehmetiyên ku li pêşiya me dibine asteng hene, niha ji bo ku mirov bikaribe genim û hemû cureyên çandiniyê bi awayekî baş derxe, pêdiviya wan bi mazotê heye. Ji lewra kêmbûyîna mazotê di karê me de pirsgirêkê çêdike, her kesî dît di demên dawî de ku dewleta Tirk a dagirker bi her awayî êrişî gelek pinesaziyên herêmê kir û gelek ziyanên madî jî bi xwe re da avakirin ku gel debara jiyana xwe ser dida meşandin, di heman wextî de jî deverên ku neft lê derdikeve jî di astekî de bê bandor hatin hiştin. Plana ku me serê vê salê jî daye pêşiya xwe dîse ji sedî 60 em ê berhemên çandî bi keda civaka xwe ava bikin û di heman wextî de îsal tov di demeke zûtir de hate belavkirin, ji xwe kesên ku ziyan giha berhemên wan rêveberiyê bê piha tov li wan belav kir. Ji bo mazotê jî gelek xebat hate birêvbirin, di serî de me têkilî bi saziyên aleqeder yên wekî sûtemenî û desteya çandiniyê re danî.”
Kar û xebat
Cînan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Xebatên ku her sal tên meşandin, em planan dideyînin da ku di kar û xebata me de kêmasî çênebin. Her wiha me saziyek serbixwe avakiriye da ku bi karê belavkirinê rabe. Ji xwe hijmarek xebatkarên me hene û pêwîstiyên ku hene tesbît dikin û bi erkên xwe radibin. Her wiha di debarkirina masoztê de jî ev saziya eleqedar bi erkên xwe radibe û li gorî wê mazot û tov ji bo cotkaran belav dike, yanî mirov dikare diyar bike ku di vî derbarî de xebateke gelek mezin tê meşandin. Ji bona belavkirina gubreyê jî cotkar diçê vê saziyê û li wir gubreyê digrin. Ji xwe behaya gubreyê 500 hezar bû, lê niha li gorî derfetên Rêveberiyê wê bihaya wê dakeve, ji ber ku her kes dizane em di dorpêçeke gelek mezin de jiyan dikin, peydakirina berhemên madî gelek zehmetî tê kişandin. Xebatên me di van demên dawî de gelek bi hêz bûye, li kûderê pêdivî hebe em xwe dighînin wir û hewl didin pirsgirêkên pêdiviyan bi cih bînin.
‘Pêwîste cotkar li saziya ku tê zanîn vegerin’
Hevserokatiya Rêveberiya Hilberîna Nebatan a Kantona Cezîrê Cînan Mejdo di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bo çandiniyê jî av pêwîste, ger rewşa baranê baş be wê demsalê wê rewşa berhemên çandiniyê jî baş be, lê ger baran kêm bû em êdî bîran bi kar tînin û ev jî ne wekî encamên baranê ye. Herî dawî em ji cotkaran daxwazî dikin ku her dem li saziya çandiniyê vegerin û destê xwe bikin destê saziya xwe de, ji ber ku em dibînin gelek cotkar ser bi xwe kar dikin û tov bi xwe peyda dikin. Ji lewra em bi hêvî ne ku cotkar li saziya ku tê zanîn vegerin, ji bo ku em jî bi xebatên wan re bibin destek û hêza alîkariyê.”






