Sunday, May 25, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Pêngav wê heta misogerkirina Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

23/10/2024
in Uncategorized
A A
‘Pêngav wê heta misogerkirina Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’
Share on FacebookShare on Twitter

Amara Baran/Qamişlo

Pêngava cîhanî ya “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” saleke dagirtî û dijwar li pey xwe hişt. Menan Cafer diyar kir ku heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê pêngav bi hemû hêza xwe berdewam be.

Pêngava cîhanî “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ku di 10 Cotmeha 2023’an de hatibû destpêkirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêşengtiya  însiyatîfa Surî a parastina Rêber Apo,  gelek çalakî hatin lidarxistin  û xebat hatin meşandin. Ev çalakî bi avakirina tekiliyan ji bo teşwîq û danasîna vê pêngavê  li ser asta Rojhilata Navîn  gelek xebatên cûr be cûr jî hatin meşandin. Bi hezaran kes ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan îmzeyên xwe avêtin, li ser daxwaziya  azadiya Rêber Apo ji hemû pêkhateyên ku li Bakur û Rojhilatê Suriyê dijîn û gelek bajarên Sûriyê yên wek  Şam, Latqiyê, Himisê û Siwêda jî  hemle hatin destpêkirin.

Derbarê mijarê de berdevkê Însiyatîfa Sûriyê a azadiya Rêber Abdullah Ocalan Menan Cafer  ji rojnameya me re axivî.

‘Di nav salê de gelek xebat hatin meşandin’

Menan Cafer  di destpêka axaftina xwe de bal  kişand ser destpêka pêngava cîhanî ya azadiya Rêber Apo  û wiha got: “Di nav  hemlê de konên protestoyê hatin danîn  û gelek xwepêşandanên şermezarkirina reftar û kiryarên ku dewleta tirk hatin pêkanîn. Daxuyanî, civînên girseyî yên gel, kom xebat û civînên xwendina Sosyolojiya azadiyê nîqaş û analiz hatin kirin.  me wek însiyatîfa  suriyê ji bo azadiya Rêber Apo  nameyên elektronîk ji bo na meclis û rêxistin û organîzyasonên navnetewî hatin şandin, ji wan rêxistinan komîteya li dijî îşkencê ya Ewropî û CPT, dadgeha dadwerî a dû alî ya navnetewî, komisyona mafê mirovan ê netewên yekbuyî, bijîşkên bê sînor, rêxistina tendurîstî a navnetewî, rexistina çavderî a mafê mirovan meclîsa netewên yekbûyî yên mafê mirovan , dadgeha tawanan yên navnetewî, dadgeha efû, meclîsa Evrûpa û gelek rêxistinên demokratîk yên mafê mirovan re mesaj hatin şandin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.  Lê kêleka van xebatan danîn û tekîlî li darxistina li liser asta Rojhilita navîn bi komek ji siyasetmedar, wêjevan û çalakvanên mirovî û siyasî rewşenbîr û kesayetên ku tekîldarê peywendiyên mafê mirovan, rojnamevan û kesên ku di kar û barên navnetewî de pisporin gelek dayîn standin û peywendî hatin danîn ji bona ku kampanya ” ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî ” pêş bikeve û  bi leztir gavan bavêje ku zextekî li ser dewleta tirk a faşist bê kirin.”

‘Li gelek welatan konferans hatin lidarxistin’

Menan Cafer axaftina xwe wiha domand:  “Ji bo ku hindek kesayet bi me re bikevin tekîliyê û kampanyayê dewlemend bikin, gotar,  post, hashtag, û tevlîbûne bernameyên wek radyo televizyon, tora civakî bûn. Heman deme de însiyatîfa Amezîxya a însiyatîfa Rêber Apo ji hêla rêxistina kongra navnetewî ya Amezîxî hat li darxistin û di hindir sînponozma ku me li darxist de konferansek ji bo azadiya fîzîkî û şermezarkirina komploya navnetewî a li ser Rêber Apo li Heleb, Reqa û Cizîrê gelek sompozîsyon û kom xebat hatin li darxistin ji bo ku em bigîhijin encama ku em çawa kampanya xwe pêş bixin. Ji bo ku em bi teknîk û rêbazên xwe zextê li dewleta tirk bikin û tecrîdê bişkînin û bigîhijin azadiya fîzîkî a Rêber Apo, rêxistina kongrê a Mesîhî a navnetewî bi daxuyaniya  piştgirî dan pêngava  azadiya fîzîki a Rêber Apo.  Ji bakurê Efrîqa heta Misrê, Mexrib, Amezîxya, Birîtanya û heta barbaran dewa azadiya gelê bindest  dikin.”

‘Berjewendiyên di navbera nato û dewleta tirk de veşartina doza kurdî ye ‘

Menan derbarê firehkirina pêngavê wiha got: “Ji bo ku em pêngavê  berfireh bikin rêxistinên ku ji wan re mesaj şandine, em ê bişopînin û pêdaçûnekî bikin ji bo bileztir û bi bandor rola xwe bileyîzin ew erkê li ser mile wan em di warê mafê mirovan de bikin rojevê. Berjewendiyên di navbera  dewletên nato û Tirkiyê de veşartina doza kurdî bi  taybet li ser Rêber Apo hebûn. Bi zexta rêxistinên navnetewî de taybet yên mafê mirovan û meclîsa Evrûpî civînek lidarxistin divî civînê de wek hişyariyek dan dewleta tirk ku vî tecrîda giran Ya li ser Rêber Apo rakin û mafê wî yê qanûnî û mafê wî yê hêviyê bidin ji ber ku 26 salên xwe li îmraliyê dagirt ji mafê wî ye ku ji zindanê derkeve û fîzîkî azad bibe.”

‘Dewleta Tirk zagonên navnetewî binpê dike’

Menan Cefer axaftina xwe wiha domand: “Di pêngava “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî”  de ne tene însiyatîfa Sûrî a Rêber Apo,  gelek sazî û rêxistinên din jî piştgirî kirin.  Bi hevkariya  saziyan kesayetên Rewşenbîr û kesayetên navnetewî yên bi bandor û rêxistinên mafê mirovan gelek çalakiyên cûr be cûr hatin meşandin.  Ev demeke dirêje ku dewleta tirk zagonên navnetewî binpêdike û nahêle malbat û parêzer hevdîtîn bikin, ev jî tê wê wateyê ku dewleta tirk gelek tengav bûye û ji hêza Tevgera Azadiya Kurdistanê ditirise ji bo wî jî Rêber Apo wekî  asteng dibîne . Lê wê  paradigma û felsefeya Rêber Apo hemû komployên dewleta tirk û hevkarên wî vala derbixîne. ”

‘Pitgiriya pêngavê  her ku diçe berfirehtir dibe’

Menen axaftina xwe wiha qedand: “Li ser asta navnetewî  gelek rêxistinên mirovî taybet li herema Baskê û herema Katalonya parlamenter jî piştgirî dan kampanyayê  daxuyanî, xwe pêşandan û meş hatin  lidarxistin. Herwiha li bakur û rojhilatê suriyê kesên ku fikir û felsefeya Rêber Apo pejirandine xistine raftarê xwe yên rojane ku azadî û demokrasiye bi destbixin  û tecrîdê bi dawî bikin,  ji ber ku Rêber Apo temsîla hemû hêzên azadîxwaz dike û nûnertiya  gele kurdîstanê dike  ev bi dehan salin tekoşîn dike   ku dadwerî û edaletê, mirovahî û demokrasiye li rojhilata navîn  pêk bîne.  Rêber Apo  25 salin pêşniyara konfederalîzma demokratîk dike, îro jî li Rojhilata navîn de ev çareseriya serekeye ku ev kirîz bê çareserkirin. Ev şerên ku li Rojhilata navîn diqewime çi li yemene be çi li Iraq, Libnan û çi jî li sûdanê ev hemû kiriz bi konfederelazma demokratîk têne çareserkirin. Di asta navnetewî de ne tenê însiyatîf hemû hêza azadiya kurdîstanê ketiye tevgerê de. Heta ku hêzên demokratîk îro pêştgiriya me dikin ji 74 dewletan îro zanyar rêxistinên demokratîk rexistinên mirovî piştgiriya kampanya azadiya Rêber Apo dikin. Kampanya ” azadî ji Rêber Apo re ji pirsgirêka kurd re çareserî” de hemû  cîhan  dengê xwe bilind kir, ne pêkane bê Rêber Apo ev kirîz werin çareserkirin û pêwîste demil dest kilîta çareseriyê were çareserkirin.”

Post Views: 118
ShareTweetPin

Herî Dawî

MSD’ê têkildarî diyaloga sûrî-sûrî komxebatek li dar xist
NÛÇE

MSD’ê têkildarî diyaloga sûrî-sûrî komxebatek li dar xist

24/05/2025
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Rojnamegeriya Kurdî
NÛÇE

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Rojnamegeriya Kurdî

24/05/2025
10’emîn Mehrecana Kurteçîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wê bê lidarxistin
NÛÇE

10’emîn Mehrecana Kurteçîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wê bê lidarxistin

24/05/2025
‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’

24/05/2025
Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’
JIN

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’

22/05/2025
‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’
ÇAND Û HUNER

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’

22/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.